Navenda Pêşxistina Çandiniya Civakî 100 malbat pê xwedî dibe
10 / 2014 SERÊKANIYÊ - Kampaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî ya bajar Serêkaniyê di 1’ê çileya 2013’an de hate avakirin. Di kampaniyê de gelek jin û hevserên xwe bi hev re karê dagirtin, dirûtin û rakirina çewalên genim dikin. Ango kampanî zêdetirî 100 malbatî xwedî dike.
Navenda Kampaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî ya bajar Serêkaniyê kirrîn û firotina tovên genim, ceh û pembo dike. Navend di demsala çandiniyê de jî alîkariya cotkaran dike û tova çandiniyê bi deyn dide wan piştre dema ku cotkar helberîna xwe ji çandiniyê werdigirin deynê xwe ji navendê re vedigerînin.
Di destpêka avakirina Kampaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî ya bajar Serêkaniyê ve 10 karmendên wê hebûn. Kampanî di nava 7 mehan de hejmara karkerên wê derket 90’î ji van nêzî 60 jin in. li vir jin û zilam bi hev re kar dikin, gelek ji van jinan li gel hevserên xwe kar dikin. Di kampaniyê de kar bi awayekî komînal tê meşandin. Karker xwe li ser komînan ku her komînek ji 7 karkeran pêk tê, belav dikin. Kar saet ji 07.00’an de dest pê dike, jin çewalan dadigirin û didirûn û zilam jî radikin û bar dikin. Her komînek ji van rojane nêzî 600 çewalên genim dadigirin.
Derbarê kar û xebatên Navenda Kampaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî û astengiyên rastî wê tên de, Endama Navendê Narîman Hisên diyar kir ku alavên wan kêm in û wiha got: “Astengiyên ku em di karên xwe de rastê tên ew e ku alavên wekî pîvanokên (qaban) mezin li ba me tune ne û em neçar in bi yên bi çûk berheman bipîvin, bi vê yekê jî gelek dema me dixwe.” Narîman Hisên da zanîn ku evan alav û amûr beriya niha li vir hebûn, lê dema ku çeteyan êrîşî herêmê kirin, hemû alavên wekî alavên pîvana kalîteya baştiya berheman talan kirin û şikandin.
Narîman Hisên di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em wek Kampaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî bi awayekî fermî dixebitin û hemû cotkar û bazirganên tovê ji ba me dikirin em belgeyeke morkirî didin wan ku bi hêsanî di hemû bendên kontrolê û YPG’ê re derbas bibin.”
BÊRÎVAN OSMAN
(jh)