1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Navenda Çanda Dîcle û Firatê bangawaziya sersala kurda kir
Navenda Çanda Dîcle û Firatê bangawaziya sersala kurda kir,navenda,çanda,dîcle,û,firatê,bangawaziya,sersala,kurda,kir

Navenda Çanda Dîcle û Firatê bangawaziya sersala kurda kir

Rêveberên BDP, Şaredarê Sûrê, Dayîkên Aşitiyê, TUHAD-DER, MEYADER, KCD tev lî pirozbahiya sersalê bibin

A+ A-

09:41 11.01.2014

AMED (DÎHA) - Xebatkarên Navenda Çanda Dîcle-Firatê ji bo 13 çilê sersala kurdan li Salona Govenda Nîlgûnê pîroz bikin bernameyek amade kirin. Xebatkaran ji bo tevlêbûna bernameyê banga tevlêbûnê kir.

Xebatkarên Navenda Dîcle û Firatê ji bo sersala Kurdan, dê li Salona Govenda Nîlgûnê ya li Deriyê Çiyê pîrozbahiyê li dar bixin. Dê di bernameya Dîcle Firatê de rêveberên BDP'ya Sûrê, Şaredarê Sûrê, Dayîkên Aşitiyê, TUHAD-DER, MEYADER, KCD tev lî pirozbahiya sersalê bibin. Xebatkara Navenda Dîcle û Firatê Xecê Katar diyar kir ku ew dixwazin çand û hûnera kurdan bînin bajêr û wiha got: "13'ê çileyê sersala kurdan e. Di vê rojê de jî gor sersalê dab û kevneşopiyên me hene. Şanoger û beşên govendên me dê derkevin kûçeyan kose û bûkên çêbikin. Berê lîstika kose û bûkê tê lîstin. Piştre govend tê girtin. Herî dawî gelê ku li kûçeyê berhevbûn em dê bihev re biçin bernameya sersalê. Sersal li Derê Çiyê ya Salona Govenda Nîlgûnê pêk bê.

Katar anî ziman ku ev şahî bi Şaredariya Sûre ve hevpar çêdikin û xwest her kes tev li pîrozbahiye bibin.

(mc/mae)