Navenda Şehîd Şînda civakê fêrî zimanê kurdî dike
A+
A-
SUNDAY, 20 APRIL 2014 09:08 TILTEMIR - 33 xwendekarên zimanê kurdî yên bajarê Til Temir ku beriya du mehan dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirbûn, ezmûn derbas kirin.
Navenda Şehîd Şînda ya Zimanê Kurdî 2 meh berê dewreyek perwerdeyê ji 33 xwendekarên bajarê Til Temir dabûn destpêkirin, dabû destpêkirin. Xwendekarên dewreyê derbarê xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî hatin perwerdekirin. Ji bo diyarkirina asta xwendekaran û belavkirina bawernameyên ziman, xwendekar di ezmûna dawî re derbas bûn.
Navenda Şehîd Şînda ya bajarê Tiltemir heta niha 8 dewreyên perwerdeyên zimanê kurdî organîze kirine. Rêveberên navendê diyar kirin ku her kes dikare beşdarî dewreyên perwerdeya bi zimanê zikmakî bibin.
(he)
Bêjeyên Miftehî navenda,şehîd,şînda,civakê,fêrî,zimanê,kurdî,dike