Navendên şahidiya Dîrokê -1
Taxa Şehîd Serhed
NAZDAR EBDÎ/KENDAL CÛDÎ
KOBANÊ – Dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê di 15’ê Îlona 2014’an de destpê kirin, şer û pevçûnên herî dijwar li van deran qewimîn. Hilweşandinek mezin çêbû, lê berxwedan û lehengiyên dîrokî jî li vir hatin jiyandin û êrîş hatin şikandin. Navê Kobanê bi van lehengiyan li cîhanê belav bû û di dîrokê de hate nivîsandin.
Piştî rizgarkirina Kobanê, xebatên ji nû ve avakirinê hatin destpêkirin û konferans hatin lidarxistin. Lê yek ji mijarên herî girîng jî ew bû ku cihên ev lehengî lê hatiye jiyandin, şahidiya dîrokê bikin. Di encama civîna ku li Kobanê bi beşdariya Rêveberiya Xweser, partî, rêxistin, saziyên civakî û nûnerên gel hate lidarxistin de, li ser mijarê nirxandinên girîng hatin meşandin. Di encama nirxandinan de biryar hate girtin ku cihên diyar ên bajar ji bo şahidiya dîrokê wekî muzeya servekirî bêne parastin. Biryara ku ji civînê derket, pêşkêşî konferansa Kobanê y li Amedê hate lidarxistin jî hate kirin.
Ev herêm kîjan in û çi li wan deran hatibû qewimîn, bêguman vegotina wan gelekî zehmet e. Lê me bi kurtasî li ser van herêman dosyayek ama kir.
TAXA ŞEHÎD SERHED
Taxa Şehîd Serhed a, rêxistin, saziyên civakî û nûnerên gel hate lidarxistin de, li ser mijarê nirxandinên girîng hatin meşandin. Di encama nirxandinan de biryar hate girtin ku cihên diyar ên bajar ji bo şahidiya dîrokê wekî muzeya servekirî bêne parastin. Biryara ku ji civînê derket, pêşkêşî konferansa Kobanê y li Amedê hate lidarxistin jî hate kirin.
Ev herêm kîjan in û çi li wan deran hatibû qewimîn, bêguman vegotina wan gelekî zehmet e. Lê me bi kurtasî li ser van herêman dosyayek ama kir.
TAXA ŞEHÎD SERHED
Taxa Şehîd Serhed an jî Taxa Gumrikê -mina ku pê tê nasîn- dikeve bakurê bajarê Kobanê, li ser xeta sînorê herêmê bi Rojavayê Kurdistanê re. Ji rojhilatê deriyê sînor ê Murşid Pînar dest pê dike heya taxa Kaniya Kurdan ji aliyê rojhilat, taxa şehîd Fîras li aliyê başûr û xeta sînor li aliyê bakur bi miqdarê 991,98 m2 fireh dibû.
Heya beriya êrîşên 15`ê Îlûna 2014`an û serê sedsalê ku li herêmê qewimî, nêzî 4 hezar û 367 kes ji hemwelatiyên Kobanê, li ber wan jî hezar û 270 kes ji koçberên Suriyê li taxê di 693 avahiyan de dijiyan.
Li gora endizyarên Koba n Ji rojhilatê deriyê sînor ê Murşid Pînar dest pê dike heya taxa Kaniya Kurdan ji aliyê rojhilat, taxa şehîd Fîras li aliyê başûr û xeta sînor li aliyê bakur bi miqdarê 991,98 m2 fireh dibû.
Heya beriya êrîşên 15`ê Îlûna 2014`an û serê sedsalê ku li herêmê qewimî, nêzî 4 hezar û 367 kes ji hemwelatiyên Kobanê, li ber wan jî hezar û 270 kes ji koçberên Suriyê li taxê di 693 avahiyan de dijiyan.
Li gora endizyarên Kobanê û endamên Şaredariya Gel a herêmê li taxê 290 kargeh hebûn ku piraniya wan ên welatiyên taxê bûn. Ew kargeh biçûk û tenê têre debara jiyanî ya malbatekê dikirin.
Kolanên taxê hîna nehatibûn qîrkirin û rewşa jiyanî ya welatiyên wê di rewşeke jiyanî ya zehmet de debara xwe dikirin. Heya avahiyên wê li gora şert û mercên fermî yên avahîsaziyan nehatibûn înşakirin.
Li taxê 2 mizgeft hebûn, Mizgefta Hecî Reşad –di navenda taxê de- ku di nav avahiya wê de navendeke tenduristiyê hebû û Mizgefta Mezin-li aliyê başûr rojhlatê taxê-. Li ber wan jî 2 avahiyên kevin ên elektrîk û avê yên girêdayî şaredariyê û selexaneyek hebûn.
Her wiha li rojhilatê taxê sukek sebzeyan (Suk El Hal) heye. Ew jî avahiyeke yekqat e. di orta wê de holeke mezin vedibe. Ji 64 dikana pêk tê û firehiya wê bigîştî jî 12,600 m2’ ye.
Piştî êrîşên çeteyan
Piştî 15`ê Îlûnê roj bi roj pêlên derketin û koçberiya ji bajar zêde dibûn. Bi wê re taxa Şehîd Serhed jî hêdî hêdî ji şêniyên xwe vala dibû. Hemu kesên ku derdiketin malên xwe yekser dewrî hêzên Asayîşê dikirin.
Ji ber ku hemu navendên saziyan li bajar û nuqteyên sereke yên leşgerî û xizmetguzarî dihatin naskirin û bibûn hedefa çeteyên DAIŞ`ê, wê demê saziyên li bajar û bi taybet navendên leşgerî avahiyên xwe yên sereke terk kirin û di nava malên welatiyan de bi dizî bi cih bibûn.
Li taxa Şehîd Serhed jî rewş wisa bû. Kolana yekem a ku ji aliyê rojava ve ji deriyê sînor derbasî taxê dibe bibû wargeha sereke ya endamên ketîbeyên Artêşa Azad. Di heman kolanê de, piştî ku hemu nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê yên li bajar bibûn hedefa çeteyên DAIŞ`ê, avahiya ku berê Avahiya Gumrikê bû veguherîbû nuqteyeke tenduristiyê û li wir hemu xebatên tenduristiyê dihatin meşandin. Piştî ku bû hedefa gule û topên çeteyan û nuqteya tenduristiyê ji taxê hat veguhestin.
Dema ku hîna şer derbasî bajar nebibû mizgefta Mezin veguherîbû navenda Saziya Malbatên Şehîdan û hemu şehîdên berxwedanê li wir dihatin pêçan û oxirkirin. Piştî hat eşkerekirin, çete derbasî bajar bûn û heya kolana rojhilatê wê pêşve hatin, sazî ji wir derket û li kolaneke başûrê avahiya gumrikê bi cih bû. Herî dawiyê topeke hawanê li mala wan ket û ji taxê derketin.
Di kolana bakurê mizgefta Mezin jî malek veguherîbû navneda lojistîka leşgerî ya YPG`ê. Ew jî çend caran hat topbarankirin. Herî dawiyê şervanekî YPG`ê ji ber teqîna hawanekê li wir şehîd ket û li ser wê yekê jî navend ji wir hat veguhestin. Piştî demekê ew der bû navenda Asayîşa Gîştî ya herêmê. Nêzî navenda lojistîkê jî 3 caran nuqteya karê endamên çapemeniya azad hat guhertin heya ku cara dawîn hat topbarankirin.
Pêşketina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê bakur rojhilat ve ku girtina deriyê Sînor ê Murşid Pînarê kiribûn armanca xwe, li kolana rojhilatê derî hat seknandin. Bi ketina şer û pevçûnan ji kolanên taxa Kaniya Kurdan heya ku dighêje kolana navborî destanên berxwedana taxa Şehîd Serhed (taxa Gumrikê) rêz dibin.
Destanên berxwedanê
Ji 4`ê Cotmehê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê Mezreya Dawûd xistin bin kontrola xwe dest bi êrîşên li hember Kaniya Kurdan û Şehîd Serhed kirin. Dema ku texa Kaniya Kurdan girtin êdî ji wir armanca wan her ew bû ku bighêjin deriyê sînor ê Murşid Pînar. Ji bo wê yekê jî her êrîşên dianîn ser taxê. Ji 4`ê Cotmeha 2014`an heya 24`ê Çileya 2015`an (112 roj) bê navber şev û roj êrîşên giran dianîn ser taxê.
Li wê eniyê bi dehan şervan û fermandarên YPG`ê piştî ku bi berxwedana xwe destanên qehremaniyê nivîsîn şehîd bûn. Hîna li taxa han jî eser û şopên xwîna bi dehan tekoşeran li ser kevin û dîwarên mal û kolanan
Suk El Hal
Roj êdî ketibû 4`ê Cotmeha 2014`an. Hemu xaknîgar û gundên li dora bajar ketibû destê çeteyên DAIŞ`ê. Êdî şer di nava bajar de dest pê dikir. Bi armanca deriyê sînor bigrin çeteyan herî zêde êrîşî rojhilatê herêmê dikirin. Piştî ku şervanên YPG`ê ji aliyê rojhilat ji taxa Kaniya Kurdan vekişiyan ku Suk El Halê xeta xwe ya parastinê çêkirin.
Bi tena xwe 10 şervan di bin fermandariya şehîd Rênas li wir disekinîn û firehiya 12,600 m2 diparastin. çeteyan her roj bi çekên giran ji 2 aliyan ve êrîşî wan dikirin. Li ber wê jî bi rengekî dizî rû bi rû êrîş dianîn ser wan. Li bakurê sukê erdekî ku garis lê hatibû çandin heye, çeteyan li 2 doçkayên 23 û 57 danîbûn û tangê jî ji aliyê rojhilat her ew der topbaran dikir û dixwestin pêşve werin, heya carekê li rojhilatê wir tirimpêlek teqandin lê dîsa bi ser nediketin.
Li rojhilatê Sûk El Halê şervanan satirek ji axê bilind kiribûn ji bo parastina xwe ji êrîşên ku aliyê rojhilat ve bên bike. 7 rojan wan şervanan li wir li ber xwe didan. 3 ji wan nobeta hewşa vala ya di nîvê sukê de digirtin û yên din jî li ser banê dikanan çeperên xwe çêkiribûn û parastina xwe dikirin.
Li gora fermandarê eniyê wê demê diviyabû ji bo parastina wê deverê 40 şervan hebana, lê wan 10 şervanan bêyî ku kêliyekê jî razin bi tena xwe ew dever di bin gule û topên çeteyan ku qet navber nedidanê diparastin.
Wisa heya roja 10`ê Cotmeha 2014`an ku navenda Asayîşa gîştî ya herêmê ket bi kontrola çeteyan. Êdî xeterî li ser Suk El Halê zêde bibû, ji ber ku ji 3 aliyê xwe ve bi çeteyan hatibû dorpêçkirin. Çeteyan ji 3 aliyan ve êrîşî wan 10 şervanan dikirin. Ji jor ve bi sekvan, çekên giran, hawan û topên tangan û ji jêr ve jî bi dizî dixwestin bikevin avahiyê.
Şeva 11`ê Cotmehê, karibûn bikevin deriyê sereke yê sukê ku diket aliyê rojhilatê wê. Li dora wê girtin, êrîş kirin û herêm xisitn destê xwe.
Çeteyan wê şevê piştî derî dîwarên hewşê ji aliyê rojihilat jî kun kirin û bi riya wan dîwaran jî ketin hundir avahiyê. 2 şervan yek ji wan bi navê Letîf ku li ser banga seferberiyê nû derbasî kobanê bibû şehîd ketin. 5 şervan birîndar bûn. Şervanên mayî dikaribûn ji aliyê rojava ve hevalên xwe yên birîndar xelas bikin. Lê belê cenazeyê herdu şehîdan jî li du wan man û nikaribûn wan xelas bikin.
Piştî ku Suk EL Hal ket destê çeteyên DAIŞ` ê, şervanên YPG`ê di xeta li pişt wê ku diket rojavayê erdê garis xeta parastinê girtin. Li wir bi rengê tîpa L xeta parastinê li taxa şehîd serhed hat girtin.
Niha dema tu diçî serdana herêmê hemu eserên şerên han hene. Hin ji wan ji ber topên balafirên koalîsyonê hatine ruxandin lê belê gelek eser û şopên din jî xwe didin der.
Avahiya 4 taq a Sorxwînê
Avahiya mezin a Sorxwînê, li taxê tekane avahiya 4 qat bû û mezintirîn avahiyên taxê bû. Diket ser xeta parastinê ya rojavayê erdên garis û her rastî êrîşan dihat. avahî li ser tevahî herêma dora xwe hakim bû.
Çeteyên DAIŞ`ê ji bo xwe bighînin avahiya han her rengê çekên giran û tektîkên êrîşan bi kar dianîn. roj bi roj perçeyek ji wê avahiy dihat xwarê. Bi dehan şervanên YPG`ê ji bo parastina wir şehîd ketin. Çeteyan gelek caran bi riya tirimpêlên mayinkirî hewl didan xwe bighînin avahiyê lê belê her car rastî bersiva şervanan dihatin. Bi tenê carekê dikaribûn xwe bighîninê û tirimpêlek li pêşiya avahiyê teqandin. Dîsa jî li wir nikaribû avahiyê bînin xwarê û bigrin. Avahiya han heya niha li wê navberê sekiniye û buye peykerê berxwedana wan tekoşeran.
Şehîd Destîna
Lehengên vê berxwedanê: Hozan Rojava, Destîna Qendîl , Axîn Farqîn, Adil Şirnex, Botan Gever, Zagros Botan, Dijwar Şirnex, mehemed Zekî Soyal, Erdal, Şêrwan, Serdar, Doxan, Dîdar Gabar û çend tekoşerên din.
Roj, 20`ê Cotmehê, cih: avahiyeke 3 qat di quncê kolana rojavayê Mizgefta Hacî Reşad li ser rêka fireh ku dighêje qada Aşitiyê- ku her bibû armanca çeteyan. Ew avahî diket quncê xeta parastinê ku şeklê tîpa L wergirtibû. Buyer, şehadeta 15 hevalên ku qebûl nekirin avahiya xwe terk bikin heya ku cenazeyên wan bûn qurbana enqazên avahiyê.
Bêyî rawestîn şev û roj ew avahî rastî êrîşan dihat, lê her çete bêyî encam vedigeriyan. Çeteyan li ser bêtêlên xwe digotin çi dibe bila bibe divê em wê avahiyê bigrin ji bo karibin wê xetê bişkînin. Wiha heya roja 20`ê Cotmeha 2014`an seat 17.30`ê êvarê.
Wê rojê şervanan plan kiribûn ku êrîşî çeteyan bikin û li gora wê jî her kes di nava amadekariyan de bû. Lê nebû û çeteyan beriya wan êrîşî tevahî xetê kirin. Li xeta eniyê bi tevahî şerên giran diqewimîn. Dîsa jî çeteyan dixwest xeta parastinê bişkînin û xwe bighînin deriyê sînor ê Murşid Pînar. Care din wê rojê, dijmin li hember şervanên azadiyê ku, li paş dîwarên wan avahiyan hin kîsên tijî ax danîne û di pişt wan de nobet û şerê xwe dikin, terzê êrîşên xwekujiyê bi erebeyên teqemeniyê bi kar anîn. Dema ew teqîn li deverekê pêk dihatin hemu cih û avahiyên li dora xwe dianîn xwarê û her tişt di bin enqazan de dima.
Di seat 17.30`an ji êvareke payîzî, tirimpêle ji Suk El Halê pêş ve tê ji bo xwe di nava şervanan de biteqîne. Lê şervanek ji bo pêşvehatina wê rawestîne RBC ya xwe girt û çû pêşiya wê û li du wî re jî 2 şervan tevî doçkayekê çûn pêşiya wê ku biteqînin. Bi rastî jî şervanê ku RBC`ê rakiribû karibû hatina tirimpêlê rawestîne û herdu şervanên din jî ew teqandin. Bi teqandinê re ajokarê tirimpêla ku doçka li ser (doçkacî Cûma Goyî) ji ber teqînê şehîd dikeve û doçkaciyê vê re jî birîndar dibe.
Kêmî 10 deqe ketin navberê de yeka din ket kolana avahiya Destîna û teqiya. Li vir fermandara komên di wê kolanê de Canda tevî 4 şervanan bi giranî birîndar bûn û ji eniyê hatin derxistin. Li du teqînê yekser çeteyan dest bi êrîşa ru bi ru kirin. Hijmara êrîşkaran digihişt 100 kesî -Li gora hin şervanan-. Destîna ku grupa di avahiya xwe de birêve dibir. Her li ser bêtêlê dema ku diaxivî gotina “Heval rewşa me baş e, bi tenê hun cebilxanê bighînin me” dikir. Herî zêde wan guleyên BKC û bombe dixwestin. Di nav wî şerî de 3 caran cebilxane û 6 şervan weke teqwiye ji wan re hatin rêkirin. Her çeteyan hewl dida ku bi dizî li dora wan bizîvirin û wan bixin çemberê de lê bi ser nediketin. Wisa 4 seat û nîv mist bêhna teqîna barudê û dengê teqîna guleyan buriyan, gelek şervan di avahiyê de birîndar bûn lê dîsa jî ji avahiyê derneketin û şerê xwe domandin.
Çeteyan her dixwest grup dev ji cihê xwe berde û paşve vegere lê berxwedana wê grupê jî ew yek di qirika wan de hişt.
Li gora texmînan seat derdora 22:00`an de, ji çepereke li aliyê hemberî avahiya Destîna ku jê liv û tevgerîna çeteyan dixuya û ji bo parastina ji êrîşên ku mumkine ji aliyê başûr rojhilat ve bihatina şervan lê hatibûn bi cih kirin, şervanekî bi navê Cûdî gazî fermandariya taxima xwe Viyan Dîdar kir û got “Ji cihê teqîn qewimî û agir radibe 5 kes tevdigerin û bi dizî tên nêzî xeta me”. Viyan jê re got “Hevalên me li wî milî tunene ne, ew dijmin e. lê bide”. Cûdî li wan dide. Yek tê kuştin, yek birîndar dibe, lê 3 ji wan bi bandor nabin û xwe dighînin avahiya Destîna. 20 deqeyan di bin avahiyê de dimînin û her sê derdikevin. Dîsa wê demê Cûdî mudaxele kir û yek ji wan bi giranî birîndar kir. 5 deqe ketin navberê de û dengê teqîneke mezin ji wir hat.
Destpêkê her kes texmîn dike ku balefirê li cihekî nêzî wir da. Lê Fermandarê eniyê digot “Ew deng pir ecêb bû, ne dengê lêdana balafirê bû”. Lê piştî teqîna yekem balafirê bi rastî li cihekî din da. Ji bo wê jî şervana texmînên xwe ku dengê yekem jî yê lêdana balafirê be teqez kirin. Lê belê êdî têkilî bi Destîna û grupa wê re hatin birîn. Deng ji wan hevalan nayê.
Çend çete piştre ketin avahiya li du ya Destîna. Li wir yek ji wan ku navê wî Ebû Elî El Tunisî bû li ser bêtêla xwe digot “Ersilû el Ex Nûr El Dîn yelzemuna riz” yanê ji me re bira Nûr El Dîn rêkin bila ji me re riz bîne. Wê demê hîna mayîn dixwestin ji bo di bin avahiyê de biçînin. Bi tenê 4 şervan di wê avahiyê de bûn. Li wir dema ku ferq kirin ew di bin wan de ne û dixwazin mayînan biçînin, xwe gihandin cihekî ku karibin bi wan re şer bikin û wan bikujin lê her nikaribûn bighêjin armanca xwe ji ber wê jî ji avahiya xwe derketin û paşve vegeriyan. Piştî derketina wan bi qedera 45 deqeyan avahiya han jî hat teqandin û hat xwarê.
Seat derdora 6`ê sibehê 6 şervan sizmelî xwe gihandin cihê avahiya Destîna. Lê belê îcar li şûna avahiya 3 qat bi tenê enqazên keviran mabûn û ahînek dihat bihîstin. Bi gotina “Heval tu li kuyî” bi dizî û veşartî di nav enqazan de û di bin guleyên sekvanên DAIŞ`ê de dest bi lêgerînê kirin. Heya rastî 3 şervanên ku ji teqînê birîndar filitîbûn (Erdal, Şêrwan û Serdar) hatin û canê wan ji bin enqazan derxistin.
Cenazeyê Destîn û şervanên vê re ku 5 seatan bêyî navber şer kirin û qebûl nekirin avahiya wan bikeve destê dijminên wan di bin enqaza wê avahiya ku ji wan pîroziyek bû nêzî 4 mehan man heya ku çete ji bajar hatin derxistin. Lêgerîn di bin enqazan de dest pê kir û cenzeyên wan derxistin.
Şervanekî berxwedana wan wisa vegot “Wan goitna şehîdên destana Serzûrî ya ku “Eger dijmin bifikire ku di axa me de pêşve were, bila bizanibe ku ewê li ser cenzeyên me re derbas bibe”, pêk anîn û car din berxwedana wan vejandin”
Fermandar Gelhat Cûdî
Roj 29`ê Cotmeha 2014`an, cih dawiya kolana yekem a ketina taxê ji aliyê deriyê sînor ve (li ber avahiya Sorxwînê), buyer şehadeta fermandarê 20 salan ê çiyayê Cûdî Gelhat Cûdî. Wê rojê çeteyên DAIŞ`ê 2 mal ji şervanan girtibûn û pêşve hatibû. Li ser wan herdu avahiyan doçkayek bi cih kiribûn û êrîşî grupên li pêşiya xwe dikirin. Diviyabû ku bersiva wan bihata dayîn û herdu avahî bihatina rizgarkirin. Li gora wê jî plan hatin dayîn û şervanan tevî fermandarê eniya wan (Gelhat Cûdî) amadekariyên xwe kiribûn. Di seat 11.00`an de çalakî dê bihata destpêkirin.
“Teqereqê dest pê kir, heval diçin” şervanan di eniyê de ji hev re wisa digotin. grupên operesyonê ketine dewrê de û li ber wan jî hemu şervanên li eniyê alîkariyê didan û her yek ji aliyê xwe ve li çeteyan dida.
Panzêr ji kolana ku çalakî lê dihat plankirin û 7 şervan (Rojda, Botan, Seydo, Hecî (Medenî), Berxwedan, Ezda û ajokarê panzêrê) ketin rêka 10 metreyan ji bo çalakiya xwe li der bixin. Çalakî jî dê kolaneke tenê li pêşiya wan bihata lidarxistin.
Şervanan derbeyek li çeteyan da, 3 ji wan kuştin û vegeriyan nuqteya rêketinê. Li wir amadekariyên çûyîna duyemîn dest pê kirin. Fermandar Gelhat piştî li her şervanekî xwe guhdar dikir dawiyê de perspektîvên xwe dida wan nêrînên wan digirtin û pevre plana din risim dikirin.
Di çalakiya duyemîn de divyabû hijmara şervanan kêm ba (hesabê bersiva dijmin dihat kirin). Ji bo wê ji koma yekem tenê 2 şervan tevî Şofêrê panzêrê ku herêmiyekî herêma Kobanê bi temen mezin bû.
Ketin rêkê û Gelhatê Fermandar li pey wan gav bi gav diçû. Hemu pêşketina wan di nava dijmin de ji nêz ve dişopand û bi çeka xwe ya M16 bersiva wan jî dida. Li ber Gelhat jî bi dehan ji şervanên YPG`ê yên di eniyê de ku weke hêza mudaxele, xurtkirin û parastinê sekinîbûn, bê deng û lebat nediman wan jî bi hemu îmkana xwe hewl didan ku tevgerîna çeteyan bi guleyên xwe bi sînor bikin.
Carekê dengê 2 teqînan hat û nema dengê grupa êrîşê li ser bêtêlê dihat. Gelhat gazî dikir lê bersiv nedihat. Çi qewimî. Heval Birîndar in, Heval Şehîd in, bila tirimpêl xwe bighîne hevalan, lez bikin, lez bikin , bi lez biçin heval. Her şervanek di wê qadê de ev hevok digotin û li pey hev dubare dikirin. Lê belê Gelhat bêyî acizbûn hewldanên xwe yên têkilîdanîn bi wê komê re bi riya bêtêlê dikirin. Şervanek bi lez hat, lehiya xwînê ji serê wî dihat. Her kes reviya pêşiya wî. Heval çi qewimî û hevalên din di çi rewşê de ne. di wan kêliyan şervanê din jî xwe gihand qada paş lê ew jî di serê xwe de birîndar bibû. Her kes bi rakirina herdu birîndaran re mijûl bû. Lê ajokarê panzêrê xuya nedikir. Herdû şervana bersiva wê pirsê nedidan. Demek derbas bû û ajokar nehat.
Çeteyan bombeyek di kuna pêşiya ajokar re avêtinê û bombe di hundir de teqiya, herdu şervan di serê xwe de birîndar bibûn, lê ajokar jî şehîd ketibû. Gelhat niha ji qadê xuya nake. Ku ve çû gelo? Kesî hevalê Gelhat dît. Ew li ku derê ye. Li ser bêtêlê pê re deng bikin. Ew bersivê nade.
Gelhatê Fermandar bi tena serê xwe ketibû kolana ku çalakî lê hatibû lidarxistin. Ew çûbû pêşberî dijmin. Kolana ku beriya 5 kêliyan şervan tenê bi riya panzêrê diketinê, Gelhat li ser piyan bi tenê tevî M16 a xwe ketibûyê.
Gule li pey hev teqiyan û tenê qîrîniyek ji şervaneke YPJ`ê Viyan Delîla derket. Gelhat birîndar e. ka erebe. Bi lez yek biçin û wî rakin. Ajokarê kal Şahîn Îbrahîm weke ku bêje çi dibe bila bibe ezê hevalê Gelhat derxim wisa ruyê wî ji xwînê sor bibû li tirimpêlê siwar bû, bi leza biruskekê li ber çavên me heliya. Cenaze derxist û vegeriya kolana paş. Lê rêka wî jî bibû hedefa çeteyan. Hîna negihiştibû serê kolanê yê duyemîn sekvanekî guleyek li serê wî da. Terimpêl tevî herdu cenazeyên tê de li dîwarekî qelibîn û wisa sekinî ma. Şervan reviyan ku herdu hevalan ji tirimpêlê derxin. Bi hêviya ku karibin herduyan bi lez bighînin nexweşxaneyê û derman bikin. Lê dem derbas bibû. Herdu jî di wan kêliyan de şehîd ketibûn.
Çalakiya han li wir rawestiya. Di nişkê ve deng ji wê eniyê qut bû. Bêdengiyeke bi tirs xwe berda ser atmosfera wir. Tevî ku şervana nedizanibû rewşa fermandarê wan çawa ye lê her tişt ket nava bêdengiyê heya di hin şervanan hêza rakirina çeka xwe nemabû. Êdî Fermandar Gelhat şehîd bibû. Piştî seatekê balefire li wê nuqteya çeteyan dabû û li wir derdora 11 çete di bin de hatibûn kuştin. Ji wê çalakiyê niha bi tenê şopa ruxandina wê avahiya ku çeteyan xwe tê de bicihkiribûn maye. Lê bîranîna Gelhat û şervanên xwe yên têkoşer ji wê kolanê her xwe dide der.
Koma Helebê
Lehengên vê berxwedanê Xemgîn Heleb, Hemza Kobanê, Rizgar Zagros, Rênas Zeredeşt, Cûdî Şevîn, Agir Kobanê, Piling Efrîn. Grupa Helebê di nava şerê Kobanê de û bi taybet li eniya Rojhilat bibûn navnîşana berxwedana bi lehengî.
Weke şervanên ku tecrubeya xwe di şerê bajaran de hene, şervanên YPG`ê ku di nava şerê bajarê Helebê de mabûn ji bo şerê Kobanê hatin şandin. Hijmarek ji şervanên ciwan û xwîngerm bûn ku Xemgîn Heleb, Hemza Kobanê, Rizgar Efrîn, Rênas Zeredeşt, Cûdî Şevîn, Agir Kobanê, Piling Efrîn, Destîna Qendîl û Hozan Efrîn di nava wan de gihiştin asta şehadetê.
Grup bi hev re derbasî Kobanê nebû. Destpêkê ji wan şehîd Agir, şehîd Hozan û şehîd Hemza berê tên yên din jî piştre derbas dibin.
Yek ji wan Şehîd Cûdî Şevîn roja derbasbûna xwe wiha dianî bîra xwe: ” Me sînor derbas kir, ketina lingê me xaka Kobanê û dengê fîşekan bi hev re bû yek. Me wext nedît em silav bidin hevalan, çawa rext û çek dane me, em beziyan çeperan ji bo alîkarî bidin hevalan. Carne dihate bîra me em ji hevdû bipirsin gelo hevalên gurûpê yên berî me hatine saxin? Me dengê hinek ji wan li ser cîhazê lasilkî bihîst wê çaxê me fêm dikir ku sax in û ji xwe me hevalê Hozan nedît û şehîd ket.
Çawa ew grup dighêje Kobanê demildest li eniya rojhilat cihê ku êrîş lê giran in û metirsîdar e hatin bi cih kirin. Wan şervanan jî ji aliyê xwe ve des bi çêkirin çeperên şerê kolanan û danîna planên derbelêdan û xweparastinê kirin. Avahiyên li eniyê bi hev de kun kirin ji bo çûn hatina di kolanan de ku ji sekvanên dijmin re vekirîne nemîne. Perde li kolanan vegirtin dîsa jî ji bo çûn hatin ji dijmin veşartîbe. Sekvanên xwe di nav avahiyan bi rengên ku saxlem bin bi cih kirin û wisa jî hemu şervanên di eniyê de di nava şerê han de fêrî terz û tektîkên şerê kolanan kirin. Heya ku ew neketin eniyê şervanan nedizanî di bin top û rêzên fişekan ên dijmin de çi bikin, heya hin ji wan di derî û teqeyan de bersiva dijmin didan wiha heya ku ew grup gihişt û dest bi şer kir.
Şehîd Agir her digot: “Em destûr nadin ku çete bi Kobanê şabin û ewê poşman bibin ku ketin Kobanê”. Şehîd Rizgar bi vê gotina xwe “li Kobanê wê çarenûsa çeteyan binkeftin be” şehîd Agir temam dikir. Gotinên şehîd Agir û Rizgar îfadeya ruhê gurûpê hemû dikir.
Tevî ku şervanên di destpêka ciwantiya xwe de bûn lê belê heya asta fermandartiya taximeke leşgerî jî erkdar bibûn. Şervanên grupa han li eniyê belav bibûn û tenê hin ji wan li gel hev bûn. Di her çalakiyekê de cihê xwe digirtin û beriya her çalakiyekê her yekî bi xwe re digot: “Gelo îcar wê kî ji grupa me bibe qurbanê ruhê berxwedêr”.
Di her çalakiyeke ku bi hev re diketinê de yek ji wan dibû navnîşana berxwedana wê çalakiyê. Destpêkê Hozan û Destîna piştre Agir, Rênas, Rizgar, Xemgîn, Hemze, Cûdî û Piling yeko yeko li ser şopa hev ber be şehadetê ve çûn. Her yekî ji wan piştî şehadeta hevalê xwe soza pêkanîn xeyalê wî dida. Niha li quncekî wê taxê eserekî wan şervanan maye. li pey Cûdî Şevîn Êldefa wî heye, li pey Xemgîn û Hemza çepera wan ku her digot emê dev jê bernedin, enqazên hawanên ku bi ser wan de dihatin û kincekî leşgerî ku yê wan bû, li pey Rizgar xwîna wî ya sor ku li ber çepera wî li dîwar mabû heye û wiha yeko yeko şopeke xwe di wan kolanan de hiştine.
Niha bi tenê Sîpan Efrîn, Tekoşer Efrîn û Agîd Kobanê ku çend caran birîndar bûne di şerên Kobanê de ji grupê mane. Ew jî bi armanca pêkanîna xeyalên hevalên xwe yên şehîd tê dikoşine.
Li gorî “rapora tespîta destpêkê ya ziyanên Kobanê” ku ji aliyê Lijneya Kordînasyona Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Muhendizan a Tirkiyê (TMMOB) ve ji bo konferansa Kobanê ya li Amedê hatibû li darxistin hatibû amadekirin, di encama şerê ku li taxê ru daye 459 mal bi temamî xerab bûne û îmkanên jinûve avakirina wan nîn in, 402 mal muhtemele bêne avakirin û bi tenê 18 mal zirar nedîtine. Her wiha ji 290 kargehanjî 185 saxlem mane.
(dc)
ANHA