"Navê Amedsporê biguherin"
AMED - Cumali Atilla yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, ji rêveberiya Amedsporê xwest navê tîma xwe biguherînin û wan têxin rêveberiya qulûbê, an jê ew ê piştevaniya qulûbê nekirin û alîkariyê qut bikin. Li ser van gefan, rêveberiya qulûbê li dijî Atilla derket û bertek nîşan da.
Cumali Atilla yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, ji bo butçeya piştevaniyê ya ji aliyê şaredariyê ve ji bo Qulûba Sporê ya Amedê tê dayîn şert danîn pêşberî qulûbê. Atilla, ji rêveberiya qulûbê xwest navê Amedsporê biguherînin. Qulûbê berê bi navê Diyarbakir Buyukşehir Belediyesi Sporê fealiyetên xwe dimeşandin. Lê di 8'ê Cotmeha 2014'an de piştî qulûb ji bin banê şaredariyê derket, navê xwe wek Tîma Futbolê ya amedsportîfê guherand. Amedspor a di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de di rêên jorîn de ditêkoşe, hîn jî tesîsên ji aliyê Şaredariya bajarê Mezin hatine tahsîskirin bi kar tîne.
‘ME JÎ TÊXIN RÊVEBERIYÊ'
daxwaza qeyûmê tenê ne ev e. Di heman demê de dixwaze ji şaredariyê jî hin kes di rêveberiya cih bigirin. Qeyûm Atilla li avahiya şaredariyê bi Serokê Lijneya Rêveberiya Qulûba Amedsporê Nurullah Edemen û heyeta 7 kesî ya ji rêvberiya lijneyê pêk tê hevdîtin çêkir. Qeyûm, ragihand ku ew dixwaze navê qulûbê bê guherandin û di rêveberiya tîmê de cih bigirin. Li ser vê Serokê Qulûbê Edemen, got ev kar bi xwestekê nabe û guherandina navê tîma ku ji aliyê bajêr ve tê hezkirin ne rast e.
Piştî qulûbê diyar kir ku, ji derve daxilbûna rêveberiyê nepêkan e, qeyûm Atilla jî wiha got: "Heke nebe, ewçax em ê nikaribin piştevaniyê bikin."
‘DIVÊ RÊZ BÊ GIRTIN'
Têkildarî mijarê me bi Serokê Amedsporê Edemen re hevdîtin çêkir. Edemen, dest nîşan kir ku vê pêşdaraziya qeyûm ne rast e û divê ji bo navê Amedsporê yê gel jê hez dike rêzek wan hebe. Edemen wiha bertek nîşan da: "Şaredarî budçeyekê ji qulûbên sporê yên amator vediqetînin û bi vî awayî dahateke qulûban çêdibe. Bi vê budçeyê helbet em hinekî rihet dibûn. Şaredarî di çarçoveya qanûnên heyî de piştevaniya me dikir. Ev rewş ne tenê ji bo me ye. Li hemû bajarên Tirkiyeyê, rêveberiyên herêmî piştevaniya qulûbên sporê dikin. Divê şaredarî, bi pereyên gel piştevaniya tîma gel bike. Taliyê ev qulûb, tîmeke futbolê ye. Divê daxilî siyasetê neyê kirin. Yanî ez li gor dilê xwe nikarim navê qulûbê bikim Edemen Spor."
Edemen, got qulûba wan li gor derfetên xwe li ser piya disekin û anî ziman ku, ew ê bi piştevaniya dînamîk û gelê bajêr zaf rihet bibin.
Lezgîn Akdenîz - dîhaber