1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navê Barzanî qebûl nekirin
Navê Barzanî qebûl nekirin,navê,barzanî,qebûl,nekirin

Navê Barzanî qebûl nekirin

Bêtehamuliya li dijî kurdan: Konteynir qebûl kirin navê Barzanî qebûl nekirin

A+ A-

Vakfa Alîkariya Mirovahiyê ya Barzanî, ji bo alîkariyê bide welatiyên Wanê di 19'ê mijdarê de 226 konteynir şandin Wanê. Piştî 40 roj di ser şandina konteynirê re derbas bûn hêj nû konteynir li welatiyan hate belavkirin. Lê balkêş e konteynirên ku li welatiyan tên belavkirin wêne û navê Mesût Barzan jê tê jêkirin.

Li Wanê piştî di 23'ê cotmehê de erdheja hêza wê 7.2 pêl û di 9'ê mijdarê de erdheja hêza wê 5.6’ pêl pêk hat, Vakfa Alîkariya Mirovahiyê yağ Barzanî di çarçoveya alîkariyê de di 19'ê mijdarêde 226 konteynir ji welatiyan re şand. Piştî di ser alîkariya barzanî re 40 roj derbas bûn, hêj nû konteynir li welatiyan hate belavkirin. Konteynirên ku Barzanî şandibûn û li Qada Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatibûn rawestandin, piştî 40 rojan hêj nû li taxa Buzhaneyê bi cih kirin.

Rayedarên dewletê di serî de daxwaza Mesut Barzanî ya "Bila navê min li Qada Konteyniran bikin" hatibû redkirin. Niha jî konteynira ku polîs lê nobetê digirin a hêjmar 81'ê nav û wêneyê Mela Mustafa Barzanî û nivîsa "Xizmeta ji gelê xwe re şerefek mezin e" hate rakirin û jêzikirin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî