Navê din ê rêveberiya awarte: Talan, tehcîr û bênasnamekirina bajaran
ÇAGDAŞ KAPLAN
STENBOL (DÎHA) - Desthilatdariya AKP'ê ku li rojavayê Tirkiyeyê di bin navê "veguhestina bajar de" xweza û bajaran tune dike ji bo rantê vedikê, li Kurdistanê jî bi êrîşên qirkirinê ve jî bi hezaran avahî xira kir, bi biryarên "îstîmlaqê" û "herêma karaseteê" jî hewl dide herêmê bêmirov, bajaran bênasname bilêhe.
Hikûmeta AKP'ê bi "Plana Têkbirinê" ya ku di meha îlona 2014'an de bi Musteşariya Ewlehî û Nîzama Cemaweriyê daye amedekirin û di 2015'an de jî xiste dewreyê, li bajarên Kurdistanê tenê îradeya polîtîk gelê kurd a li deverên ku "qedexe" tên îlankirin nayê hedefgirtin di heman demê de hemû bajar tên hedef girtin. Bajar bi tank, top û çekên giran ve rastî êrîşan tên di heman demê de tehcîr jî li ser gel tê ferzkirin tê bêmîrovkirin. Bi gavên "îstîmlaqkirinê" ve bêçand û bê nasname tê hiştin. Li navçeyên Cizîr, Sûr û Sîlopiyê ku hêzên dewletê zirar dan bi hezaran malan avahiyên dîrokî jî bi taybetî tên hedef girtin. Ev pêkanînên dewletê ya li hemberî bajarên kurdan nîşan dide ku bênasnamebûnekî çawa li ser kurdan tê ferzkirin.
Cizîr: 50 hezar welatî hatin koçberkirin 10 hezar avahî hatin xirakirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên qirkirinê yên ku 79 rojan berdewam kir de hêzên dewletê bi tank, top û çekên giran ve bajar xira kirin. Li gorî tespîtên ku Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyoyê (GABB) bi piştevaniya TMMOB'ê kiriye hezar û 200 mal zirarekî mezin dîtiye, 10 hezar malan jî xisar dîtine. Di êrîşan de zêtedirê 50 hezar welatî mecbûr man bajar biterikînin. Li Cizîrê malên ku zirar dîtine bêyî destura xwediyê malan bi makîneyên kar xira dikin û hewl didin ji bo projeyên TOKÎ'yê vekin.
Sîlopî: Ji 6 hezarî zêdetir avahî zirar dît
Li navçeya ku di dema qedexeya derketina derve de 29 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Di tespîtên ku hêzên dewletê kirine de hatiye dîtine 342 û kargehan avahî û 2 mizgeft hatine xirakirin, 6 hezar û 352 avahî û kargeh, 17 avahiyên cemaweriyê hinek zirar dîtine, 27 avahî jî bi temamî hilweşiyane. Piştî talan û xirakirinê Lijneya Wezîran bi qanûnê ve ji bo taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Şehît Harun Boy, Nûh, Yenîşehîr û Yeşîltepeyê "qada xeter" îlan kir û dê bê bêmirovkirin. Piştî biryara Lijneya Wezîran, Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji welatiyên Sîlopiyê re ji bo xirakirina malên xwe qebûl bikin daxwazname şand.
Di 1'ê Mijdara 2006'an de ji ber erdheja ku 250 avahiyan zirar dîtibûn, di karasetê lehiyê ya di 14'ê hezûrana 2014'an de jî di erdheja 5.5'an de ligel daxwaza rêveberên herêmî "herêma xetere" nehatibû îlankirin lê niha bi îlankirina "herêma karasetê" ve armanc ne înşakirina bajar, koçberkirina gelê herêmê û tunekirina nasnameyê ye.
Li Sûrê dîroka 7 hezar salan tê tunekirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê jî rewş heman e. Nêzî 4 meh in li Sûrê êrîş û dorpêç berdewam dike. Li navçeyê mizgefta Kurşunlu, Paşa Hamami, Mizgefta Haci Hamît û dêra ermenan a Surp Giragos jî hatin xirakirin. Ji bo navçeya ku ji aliyê hêzên dewletê ve kirin enqaz Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê biryara îstîmlaqê derxist.
Aktorê talanê dîsa TOKÎ ye
Talana bajaran jî dê wekî di bin navê projeya "veguhestina bajar" a li Stenbolê ji aliyê TOKÎ'yê ve bê kirin. Di plana îxtidarê ya ji bo Sûrê de dê bi destê TOKÎ'yê tê hedefkirin ku 11 hezar avahî bê kirin.
'Polîtîkaya talanê li her derê ye'
Mîmar Burak Kaan Yilmazsoy polîtîkayên "şerê bajaran" ku bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li hemberî bajaran hatiye destpêkirin nirxand diyar kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê di bin navê "veguhestina bajar" de TOKÎ ya ku xistibûn dewreyê niha jî bi hirceta "terorê" tê xwestin bikeva bajarên herêmê. Yilmazsoy wiha got: "Niha li rojhilat teror hincet tê nîşandan û tê armanckirin ku TOKÎ'yê bixin wê denê. Li wir tê xwestin têgehekî cuda bê afirandin. Ji bo ku Sûr a di nava mîrateyên dîrokî ya UNESCO'yê de cih digire bê xirakirin têgehê av adikin. Cerattepe, HES, Tarlabaşi li her derê operasyona talanê dane destpêkirin. Heman polîtîka pêk tê. Tenê herêm diguhere. Li cihekî nav veguhestina bajar e li ciheke din jî talana HES'ê ye. Di esasê xwe de talana bajaran li hed derê tê kirin û di encamê de jî polîtîka koçberkirinê dikeve dewreyê."
Yilmazsoy anî ziman ku li bajarên ku di êrîşan de zirar dîtine bi taybetî li Sûrê avahî çawa dikarin bên parastin xebatan dimeşînin, ji bo vê yekê Odeya Mîmaran a Amedê xebatê dimeşîne. Yilmazsoy bilêv kir ku ji bo tiştên li Cizîrê qewmî ji nifşên pêşerojê re ragihînin, ji bo fêmkirina êşên wan mirovan divê wekî Almanyayê "muzeya şermê" bê avakirin. Yilmazsoy got ku gelê Cizîr û Sûrê dikarin bi hevre vî talanê bidin rawestandin.
(sa)