Navê Mustafa Muglali rakirin
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê navê Orgeneral Mustafa Muglali yê ku di sala 1943'an de fermana kuştina 33 kurdan da, ji kişlaya li Qelqeliyê yê bû sedema bertekên mezin, hate rakirin.
Li navçeya Qelqeliyê navê Orgeneral Mustafa Muglali yê ku di sala 1943'an de fermana kuştina 33 gundiyên kurd da, ji kişleya leşkerî ya Qelqeliyê hate rakirin. Dema navê Muglali yê ku qetliyama "33 gulê" ya ku bû mijara helbesta helbestvanê navdar yê kurd Ahemd Arîf, li Qelqeliyê dan kişlaya leşkerî, di serî de gelê navçeyê û gelek kesên civakê bertekên mezin nîşan dabû. Piştre ji bo navê Muglali bê guhertin gelek kapmanya hatibûn lidarxistin û ketibû rojeva Meclîsê jî. Dema Komîsyona Mafê Mirova ya Meclîse bi boneya teqînek çûbû navçeyê jî rapora amadekirin de diyar kiri bû ku gelê navçeyê jî navê Muglali naxawzin.
Ji bo navê Muglali ji kişlayê rakin doz jî hatibûn vekirin, hate zanîn ku navê Muglali du roj berê ji kişlayê hate rakirin. Hate zanîn ku tabeleya navê Muglalî nivîsî du roj berê di saetên derengê şevê de hate pakij kirin. DÎHA (dt/mae)