Navê Şahîn Oner li pirtûkxaneyê kirin
AMED (DÎHA) - Navê xwendekarê lîseyê Şahîn Oner ê ku di encama wesayîta polîsan a zirxî lê qelîbî û jiyana xwe ji dest da ji aliyê hevalên wî ve dan pirtûkxaneyê û didin jiyîn.
Li ser navê xwendekarê lîsê Şahîn Oner ê ku di 10'ê sibatê de li semta Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê di çalakiya şermezarkirina bi armanca salvegera 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê di encama qelîbûna wesayîta zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da li Navenda Lêkolîna Ciwanan a Mezopotamyayê (MEGAM-DER) pirtûkxane hate avakirin. Ji pirtûkaxaneya li ser navê Oner hate vekirin hevalên wî pêşengî kirin û ji peydakirina pirtûkan li 12 lîseyan û weşanxeneyên cuda kampanya hate destpêkirin. Vekirina pirtûkxaneyê duh ji aliyê rêveberên BDP'ê û malbata Oner ve hate vekirin. Hevalên Oner diyar kirin Oner dê ji têkoşîna wan re pêşgeniyê bike û têkoşîna wan ronî bike.
Li aliyê din kesên dixwazin pirtûkan ji pirtûkxaneya Oner re bidin dikkarin pirtûkan bigihijînin MEGAD-DER'ê.
(bd/mae)