1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navên girtiyên jiyana xwe ji dest dan
Navên girtiyên jiyana xwe ji dest dan,navên,girtiyên,jiyana,xwe,ji,dest,dan

Navên girtiyên jiyana xwe ji dest dan

Navên girtiyên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn

A+ A-

Navên 13 girtiyên di şewata li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn. Cenazeyên nayên nasîn hêj li girtîgehê tên girtin û malbat dê ji bo mînakê xwînê bidin.

Navên 13 girtiyên li koguşa C-15'an a Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ya ku kapasîteya wê 275 lê nêzî 1200 kes lê dimînin jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn. Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê tê girtin. Piştî Waliyê Rihayê Celalettîn Guvenç bang li malbatan kir, malbat hînbûn ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û li ber girtîgehê qêrîn bilidin bûn. Guvenç, li piştî barîkata polîsan ji malbatan re axivî û got: "Min jin Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir re ragihandin" û diyar kir ku serê sibê li girtîgehê Wezîrê Dadê û mufetîş dê lêkolînan bikin û wiha got: "Niha rewşa girtîgehê asayî ye. Tu têkiliya bûyerê ya siyasî tuneye. Li girtîgehê bûyer di navbera gardiyan, leşker û girtiyan de nîn e. Bûyer di bin kontrolê de ye." Walî Guvenç, xwest ku kesên xizmên wan di koguşa C-15'an de neyî li ber girtîgehê biçin û wiha axivî: "Ji ber ku cenaze nayên nasîn em dê ji malbatan minakên xwînê bigirin pişt re em dê cenazeyan bidin malbatan." Pişt re ji bilî malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest dan, malbatên din ji ber girtîgehê veqetiyan.

Serdozgerê Komarê yê Rihayê Mustafa Yalçin jî diyar kir ku li girtîgehê her tişt di bin kontrolê de ye û anî ziman ku malbat dikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.

Cenaze hêj li baxçeyê girtîgehê di torbeyan de tên girtin û ji ber ku cenaze nayên nasî dê ji malbatan minakên xwînê bên girtin û piştî otopsiya cenazayan dê teslîmî malbatan bên kirin.

Navên kesên di koguşa C-15'an de jiyana xwe ji dest dan wisa ne: Şukru Uldes, Fuat Yildiz, Sînan Ozalp, Mehmet Satiş, Suphî Koksal, Yunus Eskîlî, Mehmet Emîn Gerçek, Huseyîn Kiskaç, Mehmet Kemal Kiliç, Taner Şîmşek, Bakir Tek, Mehmet Aslantay û Îbrahîm Halîl Kaya.

Li aliyê din hate hînbûn ku serê sibê Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn û Wezîrê Ewlehî Civakî û Kar Faruk Çelîk dê bên Rihayê.

(bd)