"Ne artêşa Tirk gerîla operasyon li dar dixin"
Fermandarê gerîla: Ne artêşa Tirk, gerîla operasyon li dar dixin
Behdînan - Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Sabrî Tenduriek der barê şer û taktîkên nû yên HPG’ê yên li Bakûrê Kurdistanê got; “Înîsiyatîf di destê me de ye. Çapameniya Tirk dibeje "operesyon hene" nexêr em opersyonan pêş dixin. Li Şemzînan, Çelê , Şitazin em opersyonên şoreşgerî pêş dixin. Ew dernakevin opersyonê, opersyonên wan nîn e, nikarin derkevin, em li hember wan operesyon pêş dixin û diçin ser wan, li tevayî hedefê wan didin. Ev pêvajo li ser vî bingehî tê berdewamkirin û dê berdewam bike jî.”
Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Sabrî Tendurek der barê pêşketin û bûyerên li Bakûrê Kurdistan û bi taybet li Colemêrg û navçeyên wê Şemizînan-Gever-Çelê diqewimine de nirxandin kir û diyar kir; “Heta kîlometreyek derdorê Şemzîna ev 16 rojin di bin kontrola gerîlayan de ye, artêşa Tirk gavek pêş de navêtiye, bi sedan windahî dane.”
Tendûrek got; “Weke tê zanîn rexmê hemû hewldanên me yên baş di salên derbasbûyî de, gelek caran em ketin pêvejoya bêçalektîye û me firsend da artêşa Tirk. Weke hemû gelê me raya giştî jî dizane dewleta Tirka ev pêvejoyên me yê bêçalaktiye weke firsend dît, wekî bêhêztîya me dît. Dixwazin wisa nîşan bidin ku em lewaz in, em nikarin şer bikin. Ji ber vê yekê jî hertim xwest tevgera me tasfiye bikin.
NIYETÊN ME YÊN BAŞ HEBÛN LÊ XWEST BI AWAYÊN CÛDA BI KAR BÎNIN
Tendurek wiha berdewam kir; “Li ser Rêbertiya me ev saleke ku tecrîdek girankirî tê meşandin. Her wiha li qadêm sîyasî li ser gelê me opersyonên giran tên meşandin. Hemû rêbazên kirêt bi kar tîne. Zivistana borî dîsa li qadên çiyayan opersyon li dar xistin. Gelek hevalên me şehîd ketin. Derket holê niyeta dewleta Tirk ya xirab heye. Di vê çerçoveyê de tevdigere û nêzikatiyê wan li ser vî bingehî ye. Wek tevger me berê jî gotibû û em dibêjin em ê xwe biparêzin û em xwe diparêzin. Li ser vî esasî di sala 2011 de dest pê kir û niha jî berdewam dike. Weke tê zanîn di hêla taktîk de tiştên ku dihat xwestin di sala 2011'an de derneket holê û pêş de neçû. Mirov dikare bêje ev pengava niha tê avêtin berdewamiya pengava 2011'a ye. Gerîlayê Kurdistanê ti carê li hember artêşa Tirk lewaz nebûye, lewaz jî nîn e. Niyetên me yê baş hebûn xwestin bi awayên cûda bi kar bînin.”
TEVAHIYA COLEMÊRGÊ
Fermandarê gerîlayan Tendurek bal kişand ser çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan û tevahiya Colemêrgê û got; “Îro ev pengava ku li Şemizînan, Çelê, Şitazin hatiye destpêkirin, armanca wê ew e ku bandora artêşa Tirk li qadên çiyayî yên Kurdistanê bişkîne û însatîfe bixe destê xwe û di destê me de ye. Dibejin" gerîlayan xwestiye êrişî bajêr bikin em ev deşîfre kiriye " ev ne rast e. Planlsaziya me ev bû; di qadên çiyayî de bandora xwe bidin avakirin û însatîfê bixin destê xwe. Em dikarin bêjin ev jî pêk hat.”
DERDORA ŞEMIZÎNAN DI BIN KONTROLA GERÎLAYAN DE Y
Tendurek wiha domand; “Ev 16 roj in rêya di navbera Şemzîna û Rûbarokê di bin kontrola gerîlayan de ye. Ruxmî hemû hewldanan artêşa Tirk nekariye pêş bikeve. Heta kîlometreyek derdorê Şemzîna ev 16 rojin di bin kontrola gerîlayan de ye, artêşa Tirk gavek pêş de navêtiye, bi sedan windahî dane.”
MESELEYÊ BEREVAJÎ DIKIN
Tendurek bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn jî û diyar kir ku ev daxuyanî ne rast in û got; “Meseleyê berovajî dikin. Sedemê bêdengiya wan ew e ku zehmetiyan dikişînin, di rewşek ne baş de ne, nikarin pêş ve biçin, ji ber wê jî xwe bê deng dikin. Mirov dikare bêje îro gerîla di qada Şemzînan de bi bandor e û bandoriya xwe didomîne. Ev demek li Şemizînan çêbû û îro jî li Çelê berdewam dike. Li Çelê di şevekî de di saet 11'an de li 19 cihan de gerîlayên Kurdistanê li artêşa Tirkan xistin. Gerîlayan li vir derbeyên mezin lê xist, li cihn cihan bi temamî ji holê rakirin. Cihê ku li rastî êrîşê û hat rakirin qereqola Rindikê bû. Li ser rêka Çelê û Colemergê bû. Hevalên me êrişê kirin û ketin qaraqolê. Hemû bîna û heta banyoya wê rûxandin. 6 panzêrên wan hatin rûxandin û bi temamiya qereqol ket destê gerîlayan.”
EM OPERASYON PÊŞ DIXIN
Fermandarê gerîlayan got; “Înîsiyatîf di destê me de ye. Çapameniya Tirk dibeje "operesyon hene" nexêr em opersyonan pêş dixin. Li Şemzînan, Çelê , Şitazin em opersyonên şoreşgerî pêş dixin. Ew dernakevin opersyonê, opersyonên wan nîn e, nikarin derkevin, em li hember wan operesyon pêş dixin û diçin ser wan, li tevayî hedefê wan didin. Ev pêvajo li ser vî bingehî tê berdewamkirin û dê berdewam bike jî.”
Fermandar Tendurek bal kişan ku artêşa Tirk û hukûmeta AKP’ê wendahiyan ji raya giştî vedişêre û got; “Ji bo binketinên xwe veşêrin, windahiyên xwe veşêrin, wisa nîşan didin ku qey ew opersyonên pir mezin dikin, ji raya xwe re wer didin diyarkirin. Yên van opersyona pêşdi xin em in, gerîlayê kurdistane ye, ye ku ketiye qilifê xwe ew in, newêrin ji baragehê xwe derkevin dîsa jî ew in.”
LI HEMBERÎ TEKNÎKÊ SERKEFTINA GERÎLAYAN
Tendûrek wiha berdewam kir: “Li ser vî bingehî pêvajo tê berdewamirin û dê berdewam dike. Ev çalakî pengava Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Me gotibû em ê li Kurdistane de Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin destpêkirin. Ev şer gel ê şoreşgerî li seranserê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda tê meşandin. Li hin herêmên biçûk de çalakiyên me dest pê dike, heta mezin li ser vî bingehî tê berdewamkirin. Artêşa Tirk hem di taktîk û hem jî di ruhê xwe de, hem jî di rê û rêbazê xwe yê şer de tu şansê xwe yê serkeftinê tune. Tenê avantajek wan heye teknîka ji derve girtine û îro jî dixwezin bigirin. Hemû bîr û baweriya wan ew e. Dixwazin bi wê teknîkê xwe biparêzin. Dixwazin bi wê teknîkê şer bikin, hemû sermaya wan ew e. Ji bo wê ewqas li pey Amerîka ketin û diçin cihê din. “
Fermandarê gerîlayan got; “Gerîlayê Kurdistanê îro hatîye wê astê teknîka artêşa Tirk pûç bike. Ev di pratîka Şemzînan, Şitazin û hemû derê de derket holê. Ev şerê îro dewam dike de gerîlayên Kurdistanê serkeftî ye, tu binkeftinek wan tune ye.”
ANF NEWS AGENCY