1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ne kampa Nazî, kampa Tuzla!
Ne kampa Nazî, kampa Tuzla!,ne,kampa,nazî,kampa,tuzla

Ne kampa Nazî, kampa Tuzla!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - EDENE 08.05.2014 07:02:39 Karkerên çandiniyê yên mexdurên şer ku 22 sale li navçeya Tuzla ya Edeneyê dijîn, di Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê de cih girtin û vê yekê Wezaretên Karên Derve û Karên Hundir nerehet kir. Penaberên kurd yên ku di malên bi qamiş de têkoşîna jiyanê didin, ji aliyê axayên zeviyan ve li beramberî dayîna av û elektîrîkê wan di zeviyên xwe de didin xebitandin û her wiha Waliyê Edeneyê ku 4 meh berê soza rakirina polîtîkayên newekhev dabû jî, tu guherîn têde nekir.

Kurdên ku 22 al berê ji herêm Besta ya Şirnexê ji ber bombebarankirina gundê wan bi komî koçî navçeya Tuzlaya Edeneyê kirin di xaniyên qamiş de jiyana xwe didomandin. Ji bo kurdan bi hewldana NY’ê re ji ber rewşa wan ya li welatên xwe di asta ‘penaberiyê’ de ne NY’ê buro vekiribû. 285 malbatên ku li kampanên ji malên qamiş yên li sê mewkiyan yên wekê Karagoçer, Kapikoy û Tuzla Zentînlîkê dijîn, di demasala zivistanê de di nava çamurê de dijîn û havînê jî ava ku zeviyan av didin vedixwin. Ev rewşa koçberên ku bê av û bê elektîrîk dijîn, ji Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê re bû mijar û vê jî Wezareta Karê Derve û Karê Hundir nerehet kir.

KETIN Û TÊKETINA KAMPÊ QEDEXE YE!

Walitiya Edeneyê ji bo ku jiyana trajîk ya li malên qamiş nayê zanîn kamp ji çapmeniya hundir û derve re qedexe kiriye. Şêniyarê kampa Tuzlayê Ahmet Esen bertek nîşan da û got li Tirkiyeyê li hemberî kurdan polîtîkayên cudakariyê tê meşandin. Esen da zanîn ku rayedarên ku bi wan re hevdîtinan dikin, ji wan re dibêjin; Ji welatê xwe hez bikin. Hun li ser van axan nan dixwin.’ Esen wiha pê de çû: “Welatê me Kurdistane.Şukur ku em ji bo welatên xwe hatine surgunkirin jî. Ger ku me ji welatê xwe hez nekira, leşkerên tirk dê gundê me, mala me neda ber agir û emê nebûna penaber. Li vir polîtîkayên faşîzan yê dewletê li ser me tê meşandin. Ev der wek kapma Tuzlayê tê zanîn. Lê ka bên li vir bibînin. Gelo tu cudahiya vê ji Kampa Hîtler heye? ev 20 sale em di taritiyê de djîn. Aboneyên elektîrîkê bi zanebûn dane axayan. Ev kes jî dibêjin ger ku tu paletiyê neke em av û elektîrîkê nadin. Em di tariyê de dimînin. Em bi derfetên xwe bîr vedaye û em ava behrê vedixwin. Ya emê ava ku pê zevî tê avdan vexwin an jî emê bê av bimînin.”

GELO ÇI CUDAHIYA ME JI KOLETIYÊ HEYE?

Esma Îdîn jî destnîşan kir ku rojê 15 saetan merê dike û got tu cudahiya karkerên demsalî ji koleyan tune û da zanîn di rewşa ku defetên vegera gund bidinê dê ji vê jiyana paneberiyê xilas bibin û wiha berdewam kir: “Ji 1992’an heta niha em li vir dijîn. Ji me re dibêjin karkerên demsalî. Lê em havîn û zivistanê li vir di nava çamurê de djîn. Zarokên me ji xwe naçin dibistanê. Em ava bîrê vedixwin û zarokên me ji ber vê her tim nexweşin. Em her sibeh saet di 05.00’an de diçin ser erd. Êvarê 19.00’an vedigerin. Roja me tê 30 TL’yî. Em ji ber germê dipijin. Axa me hebû lê îro em bûn koleyên axayên Edenê.

RAPORÊ DEWLET NEREHET KIRIYE

Serokê GOÇ-DER a Akdenîzê Selahattîn Guvenç diyar kir ku Kampa Tuzlayê bûye mijara Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê û got: “Wezareta Karê Hundir û Derve ji rewşê neret bûne û ev bi telefonê ji me re ragîhandin. Kampa Tuzlayê di bin çavderiya NY’ê de ye û li Tirkiyeyê xwedî statuyeke kampa ku li Tirkiyeyê yek din wisa tune ye.Kampa Tuzlayê ji kurdên ku ji Bestayê koç kirine pêk tên. Kampeke yekane welatiyên ku li welatê xwe wek penaber dijine. Ev kamp ji tu saziyên dewletê fêdeyê nabînin. Ne elektîrk, ne av, ne perwerde û ne jî îbadetxaneyê xizmetê digirin. Her wiha têketina kampê jî qedexe ye. Li vir karker nekarin tiştekî bikin. Tenê diçin zeviyan û ji wir jî diçin malê. Nekarin biçin Tuzlayê û li kahweyekê runin. Ev şermeke mezin ya mirovahiyê ye. Divê ev bê dîtin. Li kampên ku ji bo Sûriyeyiyanhatiye avakirin, av, xwarin û perwerde tên dayîn. Lê ev kesên vir hêj di tariyê de dijîn. Zarokên li vir hatin dinê bûn bûk û zava. Ev kampa Tuzlayê ku ruyê reş yê vî welatiye, bû mijara Rapora Pêşveçûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê û mixabin vê jî wezareta karê hundir û karê derve nerehet kir. li me geriyan û nerehetiya xwe anîn ziman. Her wiha Walitiya Edeneyê jî ligel ku soza elektîrîkê dabû jî hêj pêk neaniye. Kamp ji 285 malbatî pêk tê. Nivûsa wê 2500 e û taritiyê de dijîn.”


Bêjeyên Miftehî