Ne konbajar e, waregeha esîran e!
BEKÎR GUNEŞ/HULYA EMEÇ Welatiyên ku ji bajarên herêmê wekî 'karkerên demsalê' hatine navçeya Yenîşehîr a Bûrsayê di konbajara ku hatine bicihkirin de di nava pirsgirêkên mezin têkoşîna jiyanê didin. Di konbajara ku 300 malbatên ji 2 hezar û 500 kesan pêk tê dimîne de ceyran û av tuneye. Ava ku ji bîrên ji aliyê welatiyan ve hatiye kolandin de jî, ji ber ku ava tuwaletan û kîmyasalên ku di erdên çandiniyê yên nêz de hatine bikaranîn tevlî dibe, dema tê vexwarin, dibe sedema gelek nexweşiyan. Di konbajarê de ji serê 70 kesan tuwaletekî dikeve. Dîmenên ku ji konbajar xuya dibe, dişibe wargehên dîlgirtiyan.
Ji bajarên Amed, Mêrdîn, Êlih, Rihayê û gelek bajarên din ên herêmê her sal nêzî 2 hezar û 500 welatî ji bo karkeriya demsalî tên Gundê Çardak a girêdayî Navçeya Yenîşehîra Bûrsayê. Malbatên ku ji bo di erdan de bixebitin tên Bûrsayê, li vir ji bilî ku rastî cudatiyê tên, her wiha neçar in ku di nava şert û mercên giran de bijîn. Ji ber ku di konbajarê de ceyran û av tune ye nikarin pêdiviyên xwe yên xwezayî bi cih bînin û di rojê de bi 20 TL yewmiye têkoşîna jiyanê didin. Karkeran ji bilî pirsgirêkên li konbajarê dijîn, li ser erdan dema dixebitin ji ber germahiya hewayê jî zehmetiyan dikişînin. Di konbajara ku 2 hezar û 500 dimînin de bi taybetî jin û zarok di seat 05.00'ên sibê radibin û 40 derece di bin germahiya rojê heta 18.00'ê êvarî dixebitin. Karkeran ji ber ku av tuneye, bi sondajê ji binê erdê di navbera 7 û 20 metreyan avê derdixîne, lê ava ku derdikeve him bi herî ye, him jî ji ber ku ava tuwaletan ên nêzî wir hatine avakirin diçe binê erdê û tevlî ava bîran dibe, dema tê vexwarin dibe sedema nexweşiyan. Ji bilî ava tuwaletan her wiha kimyayên ku di erdên çandiniyê yên nêzî wir wekî gubre tên bikaranîn jî tevlî ava bîran dibin. Tiştekî sosrete ku ligel di konbajar de av tuneye, kanî hatine çêkirin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê didin. Pêdiviya ceyranê jî bi jeneratoran tên pêşwazîkirin.
70 kes tuwaletekî bikar tînin
Di konbajaran de jinan ji aliyekî ve li cihên ku kolandine tenûrên xwe bi cih kirine û nan dipêjin ji aliyê din jî bi ava sondajê yên qirêj firaq û kincan dişon. Rewşa zarokan a li konbajarê gotina "Zarok li her derê zarok e" tîne bîra mirov. Zarokên karkerên demsalê ligel hemû zehmetiyan ji xwe re dilîzin, baz didin û dikenin. Di konbajarê de 70 kes tenê tuwaletekê bikar tîne, banyo û mitbex jî li heman cihê hatine avakirin. Welatiyên ku ji ber meha Remazanê rojiyê digirin, ji ber ku ceyran tune ye, di bin tariyê de fitarên xwe vedikin, nimêja xwe jî ji neçarî bi destmêja ku bi ava sondajê ya qirêj digirin. Welatiyên ku me bi wan re axivî, bertekên xwe yên tund li ber vê rewşê nîşanî didin û diyar dikin ku sûcê wan ew e ku; ji ber ku ne Sûriyeyî an jî Fîlîstînî ne, kurd in, rastî van pêkanînê tên.
'Heke serokwezîr û serokomar vê ave vexwe, ez ê jî vexwim'
Îsa Alûkmen (55) ji bo karkeriya demsalî ji Amedê hatiye Bûrsayê û niha di konbajara Gundê Çardakê hatiye avakirin de dimîne. Welatî Alûkmen bertekên tund li hemberî rewşa ku li wan layiq tên dîtin dide û diyar dike ku niha li vir perîşan bûne. Alûkmen meterê ku ava bi herî rakir jor û nîşanî me da, wiha got: " Ez bang li serokwezîr û serokomar dikim; heke hûn vê avê vexwin, ez ê jî vexwim. Em hemû ji ber vê yekê nexweş ketin. Min ji serokwezîr, serokomar, CHP û hemû rayedarên herêmî re nivîsand, lê kes nebû alîkarî me. Lempeyek a kûçeyan jî tune ye. Ji tirsa em bi şev nikarin derkevin derve. Ji me re dibêjin, 'Em ê ceyranê bidin we, lê hûnê serê her konê 2 hezar û 500 TL pere bidin.' Ez ê ji ku bibînim ewqas pere, lê ne xema kesekî ye. Ji dema kurd bin, ne xema kesekî ye. Ji me re dibêjin 'bimirin.' Di navbera me û heywanan de tu cudatî nabînin. Me wekî heywanên bar hildigirin di xebitînin, dema ku em nikaribin kar bikin ji me re dibêjin, 'bimirin.' AKP'ê dibêje, 'Em birayên hev in.' Çi biratî çi hal, li vir mala me şewitî."
'Em mîletekî ku rastî kedxwariyê tên'
Recep Cacû ê (60) ku ji Dêrîka Çiyayê Mazi ya Mêrdînê 3 meh berê bi tevî 9 kesên ji malbatê hatine Bûrsayê, diyar kir ku ew li pey nanê xwe ketine û hatine vir, lê kes xwedî li wan dernakeve. Cacû anî ziman ku ew neçar mane û wiha got: " Em mîletekî ku her tim rastî kedxwariyê tên, in. Heke xwedî li me derketibana em qet nedihatin vir. Em tî û birçî dimînin, hemû zarokên me nexweş bûne. Ji ber ku ava paqij tune ye, em ava qirêj him vedixwin, him serê xwe dişon, him destmêj digirin. Em çi bikin, em mecbûr in. Em di bin zilmekî pir mezin de ne. Bila rayedar dengên me bibihîzin."
'Li hemberî kesên li konbajar dijîn cûdatî heye'
Serokê BDP'ê ya Bûrsayê Mehmet Dîlek jî li ser mijarê da zanîn ku ew bi rayedarên li navçeya Yenîşehirê hevdîtin pêk anîne û da zanîn ku rayedar li hemberî pirsgirêkên karkeran bêhestiyar in. Dîlek, destnîşan kir ku li ser parlementerên BDP'ê pirsgirêkên karkeran birine rojeva meclîsê û wiha got: "Di meclîsê de pirsname hate dayîn. Di bersiva ku hate dayîn de tê gotin ku hemû pirsgirêkên konbajar hatine çareserkirin, hemû pêdiviyên wan hatine pêşwazîkirin. Lê di rastiya xwe de tiştek wisa tune ye. Di 25'ê Tîrmehê de carekî din me bi qeymeqam re hevdîtin pêk anî. Qeymeqam got ku piştî ji her malbatê 2 hezar TL depozîto bigirin, dikarin ceyranê bidin. Lê piştî 2 mehan ji xwe dê payîz were û karker ji vir her in. Qeymeqam di vê navberê de çawa dê îhale çêbike, kengî ceyranê bide me fêm nekir. Ji ber ku kesên li wir dijîn kurd in, him ji rayedarên wir him jî gelên navçeyê bi çavakî cudatî li wan dinêrin. Kesên li konbajar de dijîn ji ber ava qirêj nexweş ketine. Di lêkolîna Odeya Bijîşkan a Bûrsayê de ev yek derket holê. Rayedarên Bûrsa û Yenîşehîr ji wê ditirsin û difikirin ku heke av û ceyran bidin kesên di konbajar de dijîn, dê li vir niştecîh bibin. Heke kesên di konbajar de dijîn, ji welatiyên Derya Reş bibana, dê heta ocaxa tendûristiyê jî bihata avakirin. Lê ji ber ku kurd in, rastî hemû cudatiyan tên."
'Şerma wan e...'
Alîkarê Serokê BDP'ê ya Bûrsayê Sûat Ertugrûl jî anî ziman her tim diçin konbajarê û bi pirsgirêkên karkeran mijûl dibin. Ertûgrûl diyar kir ku bi taybet jî ji Mêrdîn û Amedê tên Bûrsayê û destnîşan kir ku kesên wekî karkerên demsalî tên piraniya wan zarok in û ev zarokan dibistanan dihêlin û ji bo kar tên van deran. Ertûgrûl bilêv kir ku hejmara kesên di konbajar de dimînin bi qasî nifûsa bajarokekî ye û wiha got:"Ji bo vê yekê hewce ye ocaxa tendûristiyê û pêdiviyên civakî yên din bihata pêşwazîkirin. Lê feraseta hukumetê wisa ye; 'heke em li vir av û ceyranê bidin, ev der ji bo niştecihiyê dê vebe.' Hukumeta ku arsayên nêzî me bi 49 salan ji bo alîgir û biyaniyan dide kirê, ji kurdên ku welatiyê vir in, ceyran û avê pir dibîne. Ev ne yê van mirovan, şerma wan e. Ji ber ku mirovên tên vir xîzmetê dikin. Heke mirovên ji Kurdistanê neyên vir, dê mahsûlên vir dê li erdê bimîne."
(ab/mae)