1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ne veguhestina bajar, veguhestina rantê ye'
'Ne veguhestina bajar, veguhestina rantê ye',ne,veguhestina,bajar,veguhestina,rantê,ye

'Ne veguhestina bajar, veguhestina rantê ye'

"Xizmet ne ji bo mirovan e. Em dixwazin her tişt ji bo mirovahiyê be."

A+ A-

Reveberê Mala Gel a Çîgli ya Îzmirê Goksel Înce, der barê Projeyên Veguhestina Bajarvaniye de diyar kir ku armanca van projeyan a sereke ne veguhestina bajarvaniyê ye, dijberi vê yekê rantxwariyê ye û wiha got: "Xizmet ne ji bo mirovan e. Em dixwazin her tişt ji bo mirovahiyê be."

Di serdema hikûmeta AKP'ê de projeyên veguhestina bajarvaniyê zêde pêş ket. Bi vê projeyê re gelek malbatên xizan ên li taxên dervê bajar di nava xizaniyê de dijîn xaniyên wan hatin hilweşandin û li kolanan û ber dîwaran man. Li gelek taxên metrepolan ku bi piranî xizan û kurt lê dijîn ji ber van Projeyên Veguhestina Bajarvaniyê welatî mexdûr dibin. Reveberê Mala Gel a Çîgli ya Îzmirê Goksel Înce, der barê Projeyên Veguhestina Bajarvaniye de ji ajansa me DÎHA'yê re axivî. Înce, diyar kir ku armanca van projeyan a sereke ne veguhestina bajarvaniyê ye, dijberi vê yekê rantxwariyê ye û wiha got: "Xizmet ne ji bo mirovan e. Piştî ku Wezareta Derdor û Bajarvaniye di zagona hêjmar 6306'an de guhertin çêbû, me li ser qadên ku Veguhestina Bajarvaniyê pek bê, lêkolîn pêk anî. Bi vê zagonê li cihê veguhestina bajar pêk bê, rant pêş dikeve. Li ser navê "Projeya Veguhestina Bajarvaniyê" xweza wêran dibe û zerar ê didin mirovan û derdorê. Dixwazin gelek cihan wekî qadên afetê îlan bikin. Dixwazin bi vê zagonê mafê hilweşîna xaniyan têxin destê xwe. Li herêmê ku wekî ji erdhejê re ne xurtin lêkolîn nekirine. Bêyi ku lêkolînê bikin biryara hilweşandinê didin. Rayedar li şûna ku li malan bigerin û agahiyê kom bikin, li gorî rantê tev digerin û biryara hilweşîne didin.

'Ji bo Geliyê Sulukule û Dikmenê jî heman soz dabûn'

Înce, diyar kir ku li tevahiya Îzmirê lêkolîn kirin û li gorî lêkolînê û wiha got: "Li 5 herêman biryara vê projeyê hatiye girtin. Li taxên Aktepe, Yeşildere, Cennetçeşme, Ege û Bayrakli, herêmen projeyê hatin îlankirin. Herêma Bayrakli nû hate êrêkirin. Dê di demek nêzîk de geşedanên nû pêk bên. Me bihîst ku dê li vê herêmê Projeya Veguhestina Bajarvaniyê dê bi destê Wezareta Deddor û Bajarvaniyê pêk bê. Lê Şaredarî jî li vir xwedî heq û maf e. Li herêma ku proje pêk bê, dê bi destê şaredariyê rant pêş bikeve. Di civînên gel ên agahdariyê ku ji aliyê şaredariyê ve pêk tên, tê gotin ku dê malê bi malek din taqas bikin. Ji ber ku li Sulukule ya STenbolê û Dikmena Enqereyê jî heman soz dan gel. Lê sozên wan vala derketin. Dîsa welatî mexdûr bûn û bi têkoşînê mafê xwe bi dest xistin. Veguhestinen li Îzmirê pêk bên jî dê heman encamê ava bikin.

Divê hem welati mexdûr nebin û hem jî zerarê nedin xweza û derdorê. Divê li ser vê esasê belgeyên niviskî bidin welatiyan.

Înce, da zanîn ku soza "Mal bi mal bidim" ne li gorî hiş û aqilan e. Divê veguhestin li gorî berjewendiyên mirovahî û derdorê be. Ger ku ne wisa be dê xizmeta kapîtalizmê bike. Bi TOKÎ'yan re xwestin welatiyan di avahiyan de hepsbikin. Bi van projeyan herî zêde xelatiyên xizan zêde mexdûr dibin. Kapîtalîzmê herêmên xizan ava kirin û niha bi destê xwe dike vê varê wan hilweşine. Hemu hewldanên wan li ser rantê pêş dikeve. Dê xweza û derdorê wêran bikin."

(mae)