1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Necdet Ozel fermana Roboskî ji mala xwe daye!
Necdet Ozel fermana Roboskî ji mala xwe daye!,necdet,ozel,fermana,roboskî,ji,mala,xwe,daye

Necdet Ozel fermana Roboskî ji mala xwe daye!

A+ A-

Dadgeha Leşkerî pêwistî bi şopandina Komkujiya Roboskî nedît. Alîkara Hevserokên BDP'ê Beştaş got, "Komkujî nekirin, bi tenê li demeke guncaw a sergirtinê geriyan." Bi metna biryarê ya Dozgeriya Leşkerî re fermî bû ku Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel biryara komkujiyê li mala xwe daye.

Di lêpirsîna Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an de ku 34 Kurd ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, Dadgeha Leşkerî hikum da ku "ti qisûra artêşê tineye" û biryara neşopandinê da.

Dozgeriya Leşkeriyê biryar da ku pêwistî bi lipeyketina leşkerên gumanbar Îlhan Boluk, Yildirim Guvenç, Aygun Eker, Halîl Erkek û Alî Riza Kûgû nîne.

Alîkara Hevserokên BDP'ê ya ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Meral Daniş Beştaş ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku biryara neşopandina lêpirsîna Roboskî ji aliyê Dozgeriya Leşkeriyê tê wateya komkujiyeke nû.

'LÊKOLÎN NEKIRIN, LI DEMEKE GUNCAW GERIYAN'

Beştaş got, "Ev biryar bi ti awayî ve nayê qebûlkirin. Biryar tê wateya jinûve pêkanîna komkujiyê. Biryar, mafdarkirina berpirsyarên komkujiyê ye; biryar tê vê wateyê."

Beştaş bibîr xist ku lêpirsîn du sal in bi dizî tê meşandin û got, "Lêpirsîneke veşartî bû. Em ne bawerin ku ti lêkolîn hatibe kirin. Bi tenê, li demeke, li kêliyeke guncaw geriyane û ew dem jî ev dem e; bi taybetî biryara Balyoz, Ergenekon a bi zanebûn anîn rojevê, kaos û nîqaşên li ser dadgeriyê...Ti ji van ji biryarê cihê nînin."

Beştaş diyar kir ku di biryarê de bi awayekî zelal tê gotin, "Personelê TSK (Artêşa Tirk) wezîfeya xwe kirine" û got, "Bombekirin jî li erka operasyona derveyî sînor a ji aliyê Desteya Wezîran ve hat morkirin, tê sipartin. Yanî li gorî biryarê, di çarçoveya fermanan de komkujî hatiye kirin, sûc nehatiye kirin. Di nava hevokên xwe de zêdegaviyê jî dikin û dibêjin 'Roboskiyan sûc kirine."

DADGEHA LEŞKERÎ, DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN Û DMME...

Beştaş diyar kir ku bi vê biryarê re Tirkiyeya ku komkujiyan ceza nake, careke din cihê xwe di nava dîroka hiqûqê de girtiye. Beştaş ragihand ku ewê li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêzên Hewayî îtiraza xwe bikin û got, "Emê serlêdanê ji bo temamkirina prosedura hiqûqî bikin. Dûre emê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û piştre jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."

SEROKÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ OZEL BIRYARA KOMKUJIYÊ JI MALA XWE DAYE!

Bi metna biryarê ya Dozgeriya Leşkerî re fermî bû ku fermana qetilkirina 34 Kurdan li Roboskî, ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Necdet Ozel ve hatiye dayîn. Dozgeriyê da xuyakirin ku Ozel li ofîsa xwe ya kar, operasyon erê kiriye.

Li gorî nûçeya t24, Dozgeriya Leşkerî ya der heqê Komkujiya Roboskî de biryara 'neşopandinê' daye, di heman demê de biryar daye ku pêwistî bi lipeyketina leşkerên gumanbar Îlhan Boluk, Yildirim Guvenç, Aygun Eker, Halîl Erkek û Alî Riza Kûgû nîne.

Di metna biryarê de cih ji amadekariyên ji bo bombekirina 28'ê Kanûna 2011'an re jî hat veqetandin û derket holê ku Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Necdet Ozel operasyon li mala xwe erê kiriye.

Di metna biryarê de hat gotin, "Serokê Duyemîn ê Fermandariya Giştî, bi armanca erêkirinê mijar ji Serokê Fermandariya Giştî yê ji ber civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) li biryargehê nebû bi telefonê ragihandiye, Serokê Fermandariya Giştî xwestiye nexşeya li ser agahiyên mijara gotinê ji ofîsa wî ya kar a li mala wî re bê şandin, nexşe ji ofîsa wî ya kar re hatiye şandin, ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ve tevgera hewayî hatiye erêkirin û ev kar û bar saet li dora 20:00 bi encam bûye."

ELÇÎ: EMÊ DOSYAYÊ BIBIN BER DESTÊ DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li hemberî biryara Dozgeriya Leşkerî ya neşopandina Komkujiya Roboskî nerazîbûn nîşan da.

Elçî diyar kir ku biryara neşopandinê li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin û got, "Dozgeriya Leşkerî ku di bûyerê de xwedî berpirsyariyê ye, nekarî sûcekî bi vî rengî bi awayekî bê alî bimeşanda. Sekneke ku jê dihat hêvîkirin nîşan da. Biryara neşopandinê ji bo me rewşeke nedihat hêvîkirin nebû, ji ber ku em ne li benda biryareke cuda ji saziya bûyer kiriye, bûn. Emê prosedura qanûnî ya der barê bûyerê de temam bikin. Di rojên pêş de emê serî li Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Giştî ya Artêşê bidin. Eger bersiveke neyînî ji vê serlêdana me re jî bê dayîn, emê mijarê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn."

Mehmet Encu yê di operasyona hewayî de kurê xwe û birayê xwe winda kir got, "Dema dosya ji dadgeriya sivîl hat girtin û radestî dadgeriya leşkerî hat kirin, me dizanîbûn ku wê encameke wiha jê derkeve. Biryara neşopandinê, ne biryareke em nelibendê bûn.

Ev bûyer komkujiyeke ku bi fermana Serokwezîr û Serokê Fermandariya Giştî hatiye kirin e. Bila Serokwezîrê û Serokê Fermandariya Giştî vê baş bizanibin; eger li vê dunyayê hesabê wê nedin, emê li dunya din hesab ji wan bipirsin. Emê têkoşîna xwe dewam bikin."