1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nerazibunên li dijî Hikûmeta Iraqê
Nerazibunên li dijî Hikûmeta Iraqê,nerazibunên,li,dijî,hikûmeta,iraqê

Nerazibunên li dijî Hikûmeta Iraqê

Lî Hewlêrê nerazîbûnên lî dîjî Hukmeta Iraqê ya ketîna li ser sînorê Suriyê des pê kir

A+ A-

Lî Hewlêrê nerazîbûnên lî dîjî Hukmeta Iraqê ya ketîna li ser sînorê Suriyê des pê kir. Li ser vê yekê Serokê Herêma Kurdîstanê Mesut Barzanî, Şêwirmendê Wezareta Pêşmergan a Herêma Kurdîstan Enwer Osman û Cîgirê Serokê Lîsteya Lîsteya Hevpeymanê ya dî parlementoya Iraqê Muhsîn Seydû nerazîbunên xwe aznîn zîman û gotîn: ”Ev ketîna hikmeta Iraqê ya sînorê Suriye bê destûrîye û nayê pejiradin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbunên lî dijî hukemeta Iraqê ya ketina ser sinorê Sûriyê dest pê kîr. Li ser vê yekê Serokê Herêma Kurdîstanê Mesut Barzanî, Şêwirmendê Wezareta Pêşmergan ya Herêma Kurdîstan Enwer Osman û Cîgirê Serokê Lîsteya Lîsteya Hevpeymanê ya dî parlementoya Iraqê Muhsîn Seydû nerazîbunên xwe azîn zîman. Seroke Herêma Kurdîstanê Mesut Barzanî wîha got: “Tu pîsgirêkên min bî Serokê Iraqê Nurî Malîkî re nînin. Jî ber ku Malikî bere gelek lî Kurdîstanê maye û xwe wekî dostê kurda nîşandide. Kurd jî dî Iraqê de pêkhateyekî serkî ye û rolekî giring dî avakirina Iraqê de hilgirtine. Ez dîkarim bêjim nakokî û aloziyê navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ji ber sedema pêkneanîna destûr, budceya pêşmerge, madeya 140, qanûna petrolê û bi cîh ne anîna rêkeftina Hewlêrê ye. Hinek kes wiha nîşan didin ku navbeyna min û Malikî de pisgirêkên kesî hene. Bila herkes vê yeke baş bizane ku çi pisgirêk di nav bera min û Malikî de nîni. Ev zêhniyeta ku li dijî diyalogê ye û alîgirê çek û zordariyê ye em vê yekê na pejirînin, ji ber ku ew zêhniyet bo gelê Kurdistan û Iraqê metirsî ye.”

Cîgirê Serokê Lîsteya Hevpeymana Kurdîstanê Muhsîn Seydûn jî wîha got “ Arîşeya Suriyê mîjareke navxweyî a wî welatî ye, lê ew hêzên Iraqê ku Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî ji navçe Nasriye bo navçeyê Rebihe a li ser sînora Suriyê şandiye, jî ber pêşmergehên herêma Kurdîstanê lî wê Navçeyêne da ku pisgirêk di navbera wan de derkevin û serî li derketina pisgirêka were vekirin. Serokê Iraqê dîxwaze çavê raya giştî ber bi van pisgirêkan ve bibe da ku pisgirêkên nav xweyî werin veşartin.

Şêwirmendê Wezareta Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Osman wiha got” Şandina hêzên artêşa Iraqê jı bo ser sînorê Suriye û Iraqê li dijî destûrê ye, ji ber ku li gor peymana divê di vê mîjarê de agahiya Serokê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyê hebe û piştra hêz bişînin ser sînor.

Osman da zanîn ku wan daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye ku hin tu pisgirêkan ru ne dayî hêzên xwe ên Kerkûk, Sadiye û Celewlayê vekişînin. Lê tevi hemû daxwaz û bangaziyên me heta niha wan ew hêzên xwe venekêşandine û hin hêzên din şandine wan navçeyan. Duh di navbera artêşa îraqê û pêşmerge li ser hatina wan ya ser sinor di navbera Herêma Kurdistanê û Suryê de alozî derketibûn li ser vê yeke ji Serokwezirê Iraqê Nurî Malikî gef li Herêma Kurdistanê kiribûn

(po/mae)