Nerazîbûnan hişbir û tiryakê anîn ber tunebûnê
AMED 09.07.2014 07:01:06 Li Amedê di çarçoveya li dijî madeyên narkotîkê yên wek esrar û hwd. ku temanê bikaranîna wê daketiya 10’an li zeviyên ku esrar dihat çandin niha fêkî û sebze tê çandin.
Muxtarên taxan, li dijî madeyên narkotîkê ku êdî zarok jî bi kar tînin xwestin çareseriyên mayînde û navendên rehabîlîteyê bên vekirin. PKK’ê jî li çoltera Licê, Hanî, Pasûr, Pîran û Hazro li hember çandinî û bazirganiya madeyên narkotîkê tedbîrên tund girt. Înîsiyatîfa Gel a Amedê jî di meha Adarê de belavok bi dîwarên mal, dibistan û mizgeftan û li hember çandiniya madeyên narkotîkê kampanya da destpêkirin. Piştî vê biryarê li herêmê çandiniya madeyên narkotîkê ji sedî 95 kêm bû.
Li navenda Amedê jî bikaranîna esrarê ku zêde bûye muxtaran diyar kirin, êdî zarok jî ji bo bikaranîna madeyên narkotîkê tên fêrkirin û xwestin çareseriyek jêre bê dîtin.
Muxtarê Camîî Kebîr Suleyman Koyuncu anî ziman ku ji bo li taxan cihên ciwan aktîvîteyên civakî pêk bînin tune ne, bi talûkeya narkotîkê re rû bi rû ne û wiha domand, "Bi rastî jî ji bo mirov ciwanên me ji narkotik û talûkeyên din biparêze pêwîst e em wan di aktîvîteyan de bînin cem hev.”
BILA LI TAXAN NAVENDÊN REHABÎLÎTASYONÊ BÊN AVAKIRIN
Muxtarê Taxa Fatîh a Rezan Davut Yurtçu jî diyar kir ku li taxê yek ji pirsgirêka sereke bikaranîna madeyên narkotîkê ye û xwestin di vê mijarê de şaredarî û walîtî ji bo ciwanan qadên rehabîlîtasyonê ava bikin. Yurtçu got, "Madem ev ciwan pêşeroja me ne, çima di aliyê xwedîderketina wan de hewldanên me çênabin.” Yurtçu da xuyakirin ku li parkan dema dibînin zatok esrarê bi kar tînin pir xemgîn dibin.
PARK BÛNE CIHÊ BIKARANÎNA NARKOTÎKÊ
Muxtarê Taxa Şehîtlîk Fahrettîn Guler jî destnîşan kir ku her diçe li taxê bikaranîna madeyên narkotîkê zêde dibe û wiha domand, "Li taxa me ji ber bikaranîna narkotîkê û xesbkaran êdî mirov nekarin bigerin. Parkên me hene, lê bele welatî ji tirsan nekarin biçinê. Ji ber bûye cihên ciwanên narkotîkê bi kar tînin.”
CIWAN LI ÇEMATEM TEDAWÎ DIBÎNIN
Li Amedê ÇEMATEM a di bin banê Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê de hatiye vekirin ji bo zarok û ciwanên dixwazin dev ji bikaranîna madeyên hişber berdin yekane navenda spartinê ye. Li nexweşxaneyê ligel tedawiya derman a psîko-sosyal jî tê kirin.
Ligel vê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de di mijara têkoşîna li hember madeyên narkotîkê de wê maseyek bê avakirin.
LI ŞÛNA ESRARÊ FIRENGÎ, ÎSOT Û BAMYE DIÇÎNIN
PKK’ê jî li çoltera Licê, Hanî, Pasûr, Pîran û Hezro li hember çandinî û bazirganiya madeyên narkotîkê tedbîrên tund girt. Înîsiyatîfa Gel a Amedê jî di meha Adarê de belavok bi dîwarên mal, dibistan û mizgeftan û li hember çandiniya madeyên narkotîkê kampanya da destpêkirin. Piştî vê biryarê li herêmê çandiniya madeyên narkotîkê ji sedî 95 kêm bû.
Di vê navberêde bi taybet li herêmên wek Licê, Hazro û Pasûrê li cihê ku berê madeyên narkotîkê dihat çandin niha firengî, îsot, xiyar û bamye tên çandin.