1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nerazîbûnên li hemberî mûftiyê li Hewlêr pesnê DAIŞ’ê da zêde dibin
Nerazîbûnên li hemberî mûftiyê li Hewlêr pesnê DAIŞ’ê da zêde dibin,nerazîbûnên,li,hemberî,mûftiyê,li,hewlêr,pesnê,daiş,ê,da,zêde,dibin

Nerazîbûnên li hemberî mûftiyê li Hewlêr pesnê DAIŞ’ê da zêde dibin

Yek ji mûfteyên asta jor ê Sûneyên Iraqê ku yeke ji Sûneyên Iraqê niha li Hewlêr dirûne, di bernameyek ya televîzyonê de pesnên DAIŞ’ê dide û li hemberî vê yekê jî yek ji endamên encumeniya parêzgeha Hewlêr Dilêr Hisên wiha got; “Li Hewlêrê mamostayên me yên olî tên astengkirin, an jî ji kar tên dûrxistin. Belê ew Erebên ku pesnên DAIŞ’ê didin, li cihên herî baş û bilind tên bicihkirin.”

A+ A-

HANA AZAD/ HEWLÊR

Jimareyek zêde ya Sûneyên Iraqê piştî aloziyên navxweyî yên Iraqê hatine Hewlêr û li vir niştecih bûne. Beşek ji van jî weke kesên ku dilsozên bi DAIŞ’ê re jî tên naskirin. Di demên buhrî de di vê çarçoveyê de çend caran li Hewlêr semîner û konferans li dar xistine.

Pêş çend rojan yek ji mûftiyên Sûneyên Iraqê ku niha li Hewlêr rûdine Rafe Elrefay, di dema ji Hewlêrê tevlî bernameyek qenalek televîzyonek Iraqê dibe, pesnên çeteyên DAIŞ’ê dide û weke mûcahîdên dilsozên Iraqê wan bi nav dike.

‘Hêvîdikim ku malbatên pêşmerge û şehîdan vê yekê qebûl nekin’

Endamê encumeniya parêzgeha Hewlêrê ji lîsteya Tevgera Goran Dilêr Hisên têkildarî vê mijarê ji ajansa me re wiha axivî; “Hizba desthilata Hewlêr ti giringiye ji bo welatiyên me nehiştiye. Pêş çend rojan çend mamostayên olî yên xwedî zanîst û têgihiştina dijî çeteyên DAIŞ’ê de, ji ser kar hatin dûrxistin. Belê em niha dibînin ku beşek ji Ereban anîne Hewlêr û li cihên herî baş hatine bicih kirin. Evane jî bi şêweyekî pir zelal desteka dijminên mirovatiyê ku heya niha di şerê dijî wan de gelek pêşmergeyên me şehîd bûne, dikin.”

Dilêr Hisên wiha jî dewam kir; “Hêvîdarim ku malbat û xizmên pêşmerge û şehîdên me vê neheqiyê qebûl nekin. Berpirsê yekem ê ku rê dide kiryarên wiha û hatina kesên wiha ji bo Hewlêr, desthilata siyasî û ewlehiyê ya vî bajarî û partiya desthilata bajêre.”

Mûftiyê Sûneyên Iraqê Rafe Elrefay ku li stûdyoya Hewlêr tevlî televîzyona El Hedes a Iraqê bû, pesnên DAIŞ’ê dide û wan weke mûcahîd û parêzvanên Iraqê binav dike. Rafe Elrefay di axaftinên xwe de wiha dibêje: “Niha Mûsil dinava aramiyek wisan de dijî, ku ti demê aramiyek wiha nedîtiye. Bêguman em destxweşiya wan dikin. Ji ber wan kesên zilm lê hatine kirin bi ser xistine. Ew roniya çavên me ne. Êdî çewan pesnên karê wan nedin. Çewan spasiya wan nekin û bi wan serbilindî nekin. Destê wan maç dikin.”

Hêjay gotinê ye ku heya niha di destê çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî yên dîlgirtî hene. Her wiha bi hezaran jî xelkê sivîl û bê tewan bi şêweyek dirindane qetilkirin. Li aliyek din pêşmergeyê binavê Mûcem Ebdulrehman Xizir (45) Sûrçî li Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li gel çend hevalên din ên wî yên pêşmerge serê wan hatin jêkirin. Her wiha heya niha li gor daneyên hatine diyarkirin, hezar û 466 pêşmerge, her wiha gelek gerîla û şervan di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê yê ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê de şehîd bûne.

(sk)