Neteweya Demokratîk gav bi gav tê înşakirin (DOSYA 2)
Modela bihevre jiyanê: Efrîn
NAZIM DAŞTAN
EFRÎN (DÎHA) - Kontona Efrînê ya Rojava ku rastî eleqeya zanîngehên navneteweyî û akademîsyenan tê amadekariyên avakirina zanîngehê tê kirin. Li kontona ku bi mîhrîcana hate lidarxistin çanda Rojava tê jiyandin, gund bi gund xebatên hunerê tê meşandin, kenala yekemîn a kantonê jî di merhaleya avakirinê de ye. Li kantona ku mîrateya hiqîqa netewe dewletê têk çûye komîteyên sulhê hatine avakirin û bi vî rengî pêşxistina edalete civakî tê armanckirin.
PERWERDE
Li Kantona Efrînê şoreşa ku li Rojava derketiye holê ji bo ku bê rêxibstinkirin herî zêde li ser perwerdehiyê tê sekinandin. Li kantonê bi perspektîfa neteweya demokratîk sîstema perwerdehiyê tê pêşxistin. Ji bo perwerdehiya kurdî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn li dibistanên ziman û akademiyan xwendekar tên perwerdekirin û li çar aliyê kantonê belav dibin. Heta niha li kontonê 300 dibistan hatine vekirin. Hate hinbûn ku Zanîngeha Cambridgê ji bo ku dîplomayên kantonê di platformên navneteweyî de bên qebûlkirin û perwerdehiya ji dûr ve bê dayîn daxwaza vekirina beşê kiriye. Rêveberiya kantonê jî zendûbendê xwe badaye û ji bo tu zanîngeha xwe veke amadekariyê dike.
Perwerdehiya bi perspektîfa neteweya demokratîk
Wezîra Perwerdehiyê ya Kantonê Ayten Şêx Îsa diyar kir ku beriya şoreşê ji ber pêkûtiyên rejîma Baasê bi awayekî dizî kurdî hîn dikirin. Bi şoreşê re dibistanên xwe yên yekem li gundê Durakli ya navçeya Şerayê vekirine, ji bo kurdî mamoste perwerde kirine, piştre jî li navenda Efrînê û li 8 cihan navenda zimanê kurdî û 300 dibistan vekirine. Îsa got uk piştre jî bal kişand li ser akademiyên ku ava kirina û diyar kiri ku li navendên ziman 250 mamoste gihandine. Îsa destnîşan kir ku yên ku hatine perwerdekirin dersên ziman, dîrok, cgrafya û îdeolojiyê dîtine, komîteya pirtûkan ava kirine û hemû pirtûk bi kurdî hatine derxistin. Îsa derbirî ku ji ber şerê ku li derûdorê tê jiyîn li Heleb, Rakka, Îdlîb û Efrînê gelek gelek mamoste hatine û 4 hezar ammosteyên ku hatine hemû li kantonê tevli xebatan kirine. Îsa got ku dîsa li kantonê 3 akademiyên perwerdehiyê yên bi navên Ferzad Kemanger, Şehîd Arîn û Şehîd Zozan hene.
Dê zanîngeh bê vekirin
Îsa da zanîn ku heta niha heta amadekariya zanîngehê xwendekar perwerde kirine û ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê jî niha me ji bo vekirina zanîngehê xebat daye destpêkirin. Ji bo ezmunên zanîngehan me komîte ava kir. Êdî ezmûnên ketina zanîngehê jî pêk tînin. Mînak îsal hezar û 500 xwendekar ketin ezmûna zanîngehê." Îsa diyar kir ku gelek zanîngehên taybet hatine kantonê û dixwezan beş vekin û yek ji van jî Zanîngeha Cambridge ye. Îsa bilêv kir uk rayedarên zanîngehê gotine ku ew dixwazin dîplomayên ku li kantonê tên dayîn qebûl bikin û beşê vekin û wiha axivîi: "Di serî de gotin dê wekî perwerdehiya ji dur ve bikin. Me jî gote ne wisa , derfetên we amade ye werin zanîngehê vekin. Gotin ew ê xebatê bimeşînin. Piştre jî ji Helebê gelek akademîsyen û mamosteyan serî li me dan. Gotin heke zanîngeh bê vekirin em dikarin li vir ders bidin. Me jî biryara vekirina zanîngeha Efrînê girt."
ÇAND Û HUNER
Xebatên çand û hunerê yên ku ji bo gelê Rojava xwe bigihîne van rojan xwedî roleke girîng e jî yekj i karên yekem ên Kantona Efrînê ye. Şoreşa Rojava li ser van nirxan pêş ket û hat vî astê. Kedkarên çand û hunerê yên berxwedêrî ji bo gelê Rojava hiştine piştî şoreşê jî nehatine jibîrkirin û weki nirx xwedî mîroteya wan derketine. Wezîrê Çandê Şîraz Hemo diyar kir ku hêzên dagirker di warê siyasî û leşkerî de nikarin gel têk bibin ji ber vê yekê jî êrîşî çanda wan dikin. Hema bilêv kir ku ji ber vê yekê ew jî xwedî li çand û dîroka xwe derdikevin, di vê çarçoveyê de meclîsên heRêman vekirine, di qada çand û hunerê de di bin banê wezaretê de tevli xebatan kirine.
Gund bi gund huner
Hemo da zanîn ku par mîhrîcana şanoyê li dar xistine û şoreşa Rojava bi riya şanoyê ve ji gel re vegotine, bi vî rengî şoreşa çand û hunerê di nava gel de belav kirine. Hemo wiha berdewak kir: "Niha jî li ser newayên anonîm amadekariya me ya mîhrîcaneke heye. Bi heyecan û xebata vê ve karê me pir e. Mînak berê di çanda dengbêjan de, dengbêj li maleke kom dibûn bi dorê stran digotin. Nih em dixwazin vê yekê belav bikin. Pêşengiya vî yekê jî ciwan dikin. Niha gund bi gund, navçe bi navçe digerin û vî karî dikin. Gel ev yek qebûl kir. Dîsa em ê ji bo stranan em ê koma orkestrayê ava bikin."
Nirxên gelên din jî tên jiyandin
Hemo da zanîn ku ew ê kanalekî televîzyonê ya girêdayî Wezareta Çandê vekin û ev agahî da: "Dê navê wî bibe Çinar TV. Ev kanal tenê dê der barê xebatên me de weşanê bike. Gel bi coşekeme mezin tevli xebatan dibe. Komîteyên ku me ji bo sînema, şona, muzîk, pirtûkxaneyê vekirine ve xebatên xwe didomînin. Dema ku van xebatan dimeşinin tenê çanda kurdan pêş naxin. Li vir ereb jî dijîn. Ji bo çanda wan jî xebatên ma hene."
HIQÛQ
Endamê Komîteya Edelatê Cihan Xelîl got ku li kantonê hewl didin edaleta civakî pêş bixin û bi zêdekirina komîteyên sulhê ve dixwazin di civakê de bermahiyên hiqûqa şerîat û fransiyan tevahî ji holê rakin. Xelîl bilêv kir ku rejîma Baasê bi salan e pirsgirêkên civakê çareser nekiriye û berovajî vê yekê bûye sedema pirsgirêkan û li ser civakê desthilatdariya xwe pêk aniye, ji ber vê yekê armanca wan jî ew e ku civakî bînin asta bi nirxên xwe bawer bikin û pirsgirêkên xwe bixwe çareser bike.
Li şûna hiqûqa dewletê edaleta civakî
Xelîl got ku destpêkê ji ber ku rewşa şer hebû, bi terzê hiqûqa di nava netewe dewletê xebat dena meşandin lê piştre li ser mijara edaleta civakî dê çawa pêk bê nîqaş hatine pêşxistin. Xelîl anî ziman ku rejîma Baasê bi salan pirgsirêkên gel kur kiriye û ji bo vê yekê çareserî neaniye ev yek jî di bin qilifê hikm û qanûnê de kiriye. Xelîl destnîşan kir ku di encama civîna li Dêrikê pêkanîne de esasên edaletê diyar kirine û komîteyên sulhê zêdetir kirine, bi vî riyê hewl dane pirsgirêkan çareser bikin. Xelîl wiha axivî: "Me gav bi gav xebat meşand. Hêdî hêdî ji dadgehan zêditin me di nava gel de komîteyên xwe ava kir. Em dixwazin sîstema ku li ser edaleta civakî pêş dikeve ava bikin. Em vê rêxistin dikin. Sîstema hiqûqa ku bi rêveberiya dewletê pêş dikeve nikare pirsgirêkên gel çareker bike. Di dema rejîma Baasê de hiqûqa fransiyan û ya şerîetê pêk dihet. Di vê çarçoveyê de em civînên giştî li dar dixin. Me komûn ava kir, komîteyên girêdayî wan çêbû. Ango êdî her gund dê hewl bide pirsgirêkên xwe çareser bikin." Xelîl da zanîn ku li gorî vê sucdar li şûna dadgehan dê bişînin diwana edaletê û li şûna sîstema dadgeriyê jî meclîsa edaletê hatiye avakirin û dê bi vî rengî çanda Baasê ya 50 salan ji holê rakin.
Sibê: Li Kantona Efrînê tenduristî, jin û ciwan
(sa/