1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Neviyên Derweşê Evdî di nobeta berxwedanê de ne
Neviyên Derweşê Evdî di nobeta berxwedanê de ne,neviyên,derweşê,evdî,di,nobeta,berxwedanê,de,ne

Neviyên Derweşê Evdî di nobeta berxwedanê de ne

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Di 95’emîn roja berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin de, li gundê hemberî Kobanê çalakiya nobetê berdewam dike û ji her derê cîhanê malovaniya mêvanan dike. Êzidî Gozo Mecît ku ji bo wek temaşevanên hovîtiyê nemîne ji Ermenistanê hat diyar kir ku dem dema yekitî û bihevrebûnê ye.

Berxwedana Kobanê di roja 95’emîn de berdewam dike û her wiha li aliyê din yê sînor jî çalakiya nobetê bi mehane berdewam dike. Ligel Kurdistan û Tirkiyeyê ji her çar aliyê cîhanê welatî berê xwe didin gundê Mehser û Miseynterê ya Pirsûsê. Di berxwedana nobetê de ji kesên ku cihê xwe girtiye yek Gozo Mecît yê êzidî yê 60 salî ye. Mecît got ji bo hovîtiya DAIŞ’ê temaşe neke tevli nobetê bûye.

Gozo Mecît êrîşa çeteyan a Şengalê bibîr xist û wiha got: “Ez gelek keyfxweşim ku hatime vir. Ez dîsa gelek keyfxweşim ku yekem alîkarî ji aliyê birayên kurd ve ji bo êzdiyan hatiye kirin û komkujî di nêvî de hiştine.”

'Dilê min qebûl nekir'

Mecît bertek nîşanî PDK'ê ya ku gelê Şengalê bê parastin hiştin da û wiha axivî: “Ya girîng ne avakirina dewletê ye. Ya girîng bi hev têkoşîn meşandine û di nîvê rê de nehiştine. Li Şengalê Êzdî hatin qetilkirin. Bi hezaran dîl hatin girtin. Dilê me li dijî vê hovitiyê ber xwe nade. Ez jî hatim vir ku li dijî DAIŞ’ê şer bikim û tevli berxwedanê bibim. Gelê kurd gelekî xwedî li rûmeta xwe derdikeve ye. Li Iraqê dewleta me hebe jî yekitiya me tune. Lê em dibînin ku têkoşîna li bakurê Kurdsitanê wê qezencên çawa bidest bixe.”

Dem dema yêkîtiyê ye

Mecît da zanîn ku ji bo Kobanê û Şengalê ji Ermenîstanê hatiye û wiha pê de çû: “Koka me yeke. Ez kurdekî êzdî me. Çi ji destê min bê ez ê bikim. Şengal kirin qurban. Fermana wê dan. Em ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin. Ez bang li gelê kurd dikim. Kurd û êzidî yek in. Em ê heta kengî li dijî van fermanan serî bitewînin. Emê heta kengê dîgirtî bimînin. Dem dema yekitiyê ye. Bi hezaran jinên êzidî firotin. Ji bo heman tişt neyê serê Kobanê ez hatim vir.”

(bd/wk)