Newala Qesaba û rûbirûhatin
Îro li cihê gora komî ya li Newala Qesaba derketiye holê û di nav de ku kadroyê pêşeng ên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî heye bi giştî 300 kes hatine çalkirin, ji bo berpirs bên darizandin wê meşek pêk were. Saturday, March 28, 2015 at 7:45 AM SÊRT - ZANA AKSÛ - ANF Îro li cihê gora komî ya li Newala Qesaba derketiye holê û di nav de jê kadroyê pêşeng ên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî heye bi giştî 300 kes hatine çalkirin, ji bo berpirs bên darizandin wê meşek pêk were.
Kuştinên kiryarnediyar û gorên komî ku di encama polîtîkaya qirêj a dewletê ku bi salan li Bakurê Kurdistanê meşan de, pêk hatin, dewlet ji rûbirûhatina vê tirsek mezin dijî, li şûna ku kuştin û komujiyan ronî bike serê vê rastiyê digire.
BI SEDAN KES HATIN ÇALKIRIN
Li Botanê piştî sala 1986’an ku avabûnê dewletê yên wekê JÎTEM û her wekê din komkujî pêk anîn û bi sedan sivîl û PKK’iyên ku jiyana xwe ji dest dan, bi awayekî komî çalkirin. Gelek welatiyên ku ji aliyê JÎTEM’ê me ji malên wan an jî kolanan hatin girtin û hatin qetilkirin, gelek caran pêwîst nedîtin ku bikin bin axê, avêtin ser sergoyan. Piranî beyî ku wecîbeyên wan yên olî bên cih bi komî avêtin ser sergoyan, bi kepçeyên aîdî şaredariyên demê bi komî hatin çalkirin. Yek ji van mînakan a herî şênber ya Newala Qesabane. Di sala 1915’an de Ermeniyên hatin qirkirin û ji sala 1984’an û şûn ve nêzî 300 Kurd ku di nav de cenazeyê Mahsum Korkmaz û yek ji pêşengên kadroya PKK’ê Mehmet Oktay jî heye.
Newala Qesaban. Navê vê newalê ji ber ku sewal lê dihatin serjêkirin, ev nav lê hatiye kirin. Niha wek cihên ku mirovên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, tê zanîn. Paşeroja wê ji sala 1915’an de bi qetilkirina gelên Xiristiyan û Kurdan destpê dike. Hûn li Sêrtê ji kê bipirsin ji we re vê newalê vedibêje.
Cenaze û hestî, cil û bergên gerîlayan hê li sergoyê li Newala Qesaban e. Dewlet ji bo serê komkujiyê bigire, destpêkê akademiya polîsan li wir çêkir, piştre jî rêya hawirdorê ya Newala Qesaba çêkir.
Dayikên 28’ê Adara 2014’an di dema meşê de hestî û cil û bergên PKK’iyan li sergo dîtin, bûn şahidê zindî yên polîtîkayên qirêj yên dewletê. Dê û bavan bi destê xwe ew hestî berhev kirin û xistin bin axê. Lê niha 300 cenaze û bi hezaran cesedên ku tê gotin ji Ermeniyan mane, li wir in.
Di navbera 22’ê Îlona 1984 û 20’ê Sibata 1989’an de ji gerîlayên li Botanê jiyana xwe ji dest dane Ahmet Gornu, Metîn Ergîn, Alî Tan, Fevzî Selkî û Eyup Yucehan cenazeyê wan ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.
BELGEYÊN SEXTE ÇÊKIRIN
Rayedarên artêşa Tirk ku cenaze nedan malbata, belgeyên zexte jî derdixin. Bi îmzeya dayika gerîlayê bi navê Mehmet Oktay yê cenazeyê wî li Newala Qesabane, ewraqa sexte hat çêkirin û wek cenaze hatiye teslîmkirin hat nîşandan. Lê wek tê zanîn tu cenaze nehatibû dayîn û piranî avêtibûn ser sergo.
‘Girteka Teslîm Tesellum EK-A
Terorîstê di 10’ê Tîrmeha 1987’an de li gundê Dagyelî ya Dihê di pevçûneke bi hêzên ewlehiyê re mirî hatiye girtin, dayika terorîst serî li Dozgeriya Sêrtê daye û cenaze tespît kiriye, terorîstê mijara gotinê ye kurê Abdullah, Mehmet Oktay yê di 1954’an de ji dayik bûye ji gundê Baggoze ya Dihê ye, dayika wî Halîm Oktay teslîm girtiye, ev ketiye bin girteka teslîm tesellumê.11’ê Tîrmeha 1987’an.
Yê teslîm kiriye Yê amadebûn, teslîm girtin
Yurdakul Yagci Atîla Can Halîm Oktay(TÛ)
J.Astsb.Kd.Uçvş. J.Astsb.kd.Çvş. Dayika wî”
Tîmê Krîmînal K. Tîmê Narkotîk K.
SERLÊDAN BÊ BERSIV MAN
Ligel ku gorên komî ji aliyê her kesî ve dihat zanîn û ligel serlêdanan hestiyên li newalên niha li wirin.
Têkildarî cenazeyên li sergone de tu xebata dewlet û partiyên siyasî tune. ÎHD’a Sêrtê di sibata 2011’an de ji bo Newla Qesba bê vekirin û ew der bikeve bin parastinê li Dozgeriya Komarê ya Sêrtê serlêdana sûckirin. Lê ligel ewqas serlêdanên fermî tu tiştek nehat kirin. Hestî û cil û berg hêj li ser sergotne. Hevşaredariya Sêrtê projeyek wan hebû li wir abîdeyekê çêbikin. Dema ev abîde bê çêkirin, wê xebat ji bo tespîtkirina hestiyan bê kirin an na . Rewş ne zelale.
Xebatên ÎHD’ê yên derbarê tespîtkirina kesên hatine qetilkirin de hîna didome.
Lîsteya kesên cenazeyê wan avêtin ser sergoyê Newala Qesaba
Nav-Paşnav Cihê ji dayikbûnê Dîroka mirinê Cihê pevçûnê
Mehmet Sevgat Curnê Reş 28.4.1987 Nisêbîn
Suleyman Erdem Dihê 5.5.1987 Nisêbîn
Orhan Alpaslan Agirî 10.10.1988 Qilaban
Ferhan Îl Nisêbîn 7.3.1985 Nisêbîn
Cevdet Gunerhan Çewlîk 7.3.1985
Mehmet Agarsan (Nasir) Pirsûs 20.6.1985 Şemzînan
Yaşar Kahraman(Cuma) Şemzînan 17.7.1985 Şemzînan
Halîl(Celal) Amed 17.7.1985 Şemzînan
Abdulmecit Yilmaz (Rubar) Şemzînan 17.7.1985 Şemzînan
Hamit Avci (Hasan) Kercos 16.8.1985 Şemzînan
Salman Kars(Şerif) Colemêrg 1.5.1986 Şemzînan
Xezal (Hazal) Sevilgen Şirnex
Donar Akay (Îbrahîm)
Mehmet Sevîlgen 15.1.1986
Ramazan Kaplan (Celal Hoca) 1.5.1985 Bedlîs
Ali Ugur Motkî 30.4.1985 Ziyaret Baykan
Abdulkadîr Bîlîm (Fahri) Stewr
Ahmet Çelik ÊLIH
Hamit Doymak (Azad)
Zubeyir Yildirim Sibat 1986
Îsmaîl Sûriye
Ahmet Taygur
Îrfan Eren
OmerAydar Berwarî 1984
Omer Aykur Hezex
Vasîfî Kiliç Mîdyad
Hamît Bafî Mêrdîn
Leyla Farqîn
Mehmet Dag
Hasan Akan Hezex
Sofi Omer Dihê
Îbrahîm Savaş Şirnex
Îbrahîm Kurt Şirnex
F(b)ahri Aslan Şirnex
Yusuf Gun Şirnex
Murat Kaya Cizîr-Gundê Yeşîl Yurt
Veysî Yildirim
Nu. Rêzê Dîroka bûyerê cihê bûyerê nasname
01 22’ê Îlona 1984 Şirnex -Karageçit Kerim Baytar, Amed, 1956
02 24’ê cotmeha 1984 Şirnex -Milli J.krk. Çetîn Akkurt, Mêrdîn, 1961
03 8’ê Mijdarê 1984 Şirnex -Karageçit Saît Kaplan, Bervari, 17 yşl.
04 07’ê Sibatê 1985 Şîrvan-Hurmuz Ahmet Aydin, Mêrdîn, 1964
05 07’ê Sibatê 1985 Şîrvan-Hurmuz Abdulfettah Onan, Sason, 1960
06 07’ê Sibata 1985 Şîrvan-Hurmuz Ekrem Gunduz, Êlih, 1960
07 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Seyithan ....ay, Wan
08 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Adife Sakık, Muş, 1966
09 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Enver Duvarci, Sêrt
10 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Ahmet Îbîn, Êlih, 1952
11 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Ahmet Alî Demîr, Çewlîk, 1964
12 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Huseyin Yilmaz, Antep
13 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Mehmet Şah Gunduz, Amed
14 09’ê Adarê 1985 Sason-Hedonin Murat Seyrek, Muş
15 16’ê Adarê 1985 Şirnex-Dereler Sadik Orek, Şirnex
16 28’ê Adarê 1985 Şirnex-Dişlinar Medenî Keleşoglu, Amed, 1965
17 02’ê Gulana 1985 Dihê-Akdîzgîn Bedrettin Timurtaş, Dihê, 1961
18 02’ê Gulana 1985 Dihê-Akdizgin Abdullah Elçîçek, Dihê
19 05’ê Gulana 1985 Şirvan-Karaca Îsmaîl Bozkuş, Agirî, 1956
20 05’ê Gualan 1985 Şirvan-Karaca M. Sait Y,ldirim, Midyad, 1961
21 11’ê Gulana 1985 Dihê -Damlabaşi Hasan Cabadak, Mêrdîn, 1955
22 11’ê Gulana 1985 Dihê-Damlabaşi Alî Kaya, Midyad, 1962
23 11’ê Gulana 1985 Dihê -Damlabaşi Alî Sevîlgen, Dihê
24 11’ê Gulana 1985 Dihê -Damlabaşi Nurettin Oruç, Cizîr, 1960
25 21’ê Hezîrana 1985 Şirvan-Yagcilar Haydar Dundar
26 29’ê Hezîrana 1985 Dihê-Findik Hanım Yaverkaya, Curnê Reş, 1959
27 29’ê Hezîrana 1985 Dihê-Findik Fadil Tunç, Dihê, 1955
28 29’ê Hezîrana 1985 Dihê-Findik Hasan..... Dihê
29 06’ê Tîrmeha 1985 Dihê-Akmeşe Kazim Surgeç, Dêrsîm, 1965
30 06’ê Tîrmeha 1985 Dihê-Akmeşe Bedri Ozer, Dihê, 1965
31 22’ê Tîrmeha 1985 Dihê-Kuyucak Emin Sarik, Qubîn, 1960
32 22’ê Tîrmeha 1985 Dihê-Kuyucak Çiçek Selcan, Dêrsim, 1959
33 22’ê Tîrmeha 1985 Dihê-Kuyucak Cemal Tunç, Berwari, 1965
34 25’ê Tîrmeha 1985 Şirnex-Dereler Nuri Aslan, Mêrdîn, 1964
35 11’ê Îlona 1985 Şirnex –Kana Komirê Muslim Çetin, Dîlok 1964
36 13’ê Îlona 1985 Şirnex -Dereler Yusuf......
37 22’ê Îlona 1985 Şirnx -Yogurtçular Fazli Yildirim, Dîlok, 1959
38 2’ê Îlona 1985 Şirnex-Yogurtçular Rahime Kahraman Dêrsim, 1960
39 17’ê Kanûna 1985 Şirnex -Gormeç Osman Şanli, Mêrdîn, 1953
40 04’ê Çileyê 1986 Şinrex -Dereler Hasan Çelik, Şirnex, 1965
41 04’ê Çile 1986 Şirnex -Dereler Oktay Aydin
42 16’ê Sibata 1986 Dihê -Çirpili Ali Aksu, Dihê, 1950
43 03’ê Adara 1986 Hawêl-Obali Ahmet Ergîn, Qubîn, 1960
44 03’ê Adara 1986 Hawêl -Obali Nacî Goktepe, Amed, 1958
45 03’ê Adara 1986 Hawêl-Obali nasname nehat tespîtkirin
46 07’ê Adara 1986 Şirnex -Dereler Omer Babat, Colemêrg, 1958
47 28’ê Adara 1986 Şirnex -Seslîce Mahsun Korkmaz, Hezo, 1959
48 16’ê Nîsana 1986 Şirnex -Seslîce Kalender İlhan, Şirnex, 1967
49 22’ê Gulana 1986 Dihê-Tunekpinar Abdulkadir Hançer, Riha, 1957
50 22’ê Gulana 1986 Dihê -Tunekpinar Abdullah Acar, Şirnex, 1959
51 22’ê Gulana 1986 DihêTünekpınar Ekrem Guven, Amed, 1966
52 26’ê Tebaxa 1986 Şirnex-Seslice Cemil Barkin, Şirnex, 1972
53 22’ê Adara 1987 Şirnex -Balveren Yusuf Bayram, Şirnex, 1950
54 29’ê Adara 1987 Şinex -Balveren Gurgun Savaş, Şirnex, 1959
55 07’ê Tîrmeha 1987 Dihê-Kasimi Ekber Bidav, Pertek, 1960
56 10’ê Tîrmeha 1987 Dihê -Dagyeli Mehmet Oktay, Dihê, 1954
57 24’ê Tîrmeha 1987 Dihê -Bozatli Mazun Acar, Midyad, 1948
58 24’ê Tîrmeha 1987 Dihê -Bozatli Ramazan Erbek, Dihê, 1968
59 13’ê Îlona 1987 Şirnex-Turkmen Nasname nayê zanîn
60 25’ê Cotmeha 1987 Şirnex -Balveren Nasnameya nayê zanîn
61 31’ê Kanûna 1987 Şinex -Kayaboyun Mehmet Kizil, Şirnex, 1972
62 31’ê Kanûna 1987 Şirnex -Kayaboyun Nasname nayê zanîn
63 31’ê Kanûna 1987 Şirnex-Kayaboyun Nasname nayê zanîn
64 08’ê Sibata 1987 Hezo -Kolludere Hamit Dagtekin, Qubîn, 1962
65 08’ê Sibata 1987 Hezo -Kolludere Fevzi Selki, Farqîn, 1963
66 08’ê Sibata 1987 Hezo -Kolludere Eyuphan Yuce, Farqîn
67 08’ê Sibata 1987 Hezo -Kolludere bi nasnav Murat ji Dêrsîmê
68 08’ê Sibata 1987 Hezo -Kolludere bi nasnav Reşit ji Sûriyê
69 10’ê Cotmeha 1987 Şirnex Çobandere Abdurrahman Motor, Hezex, 1955
70 11-12’ê Tîrmehê Hezo -Kolludere Ahmet Gornu (Rizgar)
71 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Kasim Kocamak (Ugur)
72 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Metin Ergîn (Hamit)
73 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Alî Tan
74 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Mehmet Samih Eren
75 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Cemal Tepe (Hakki)
76 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere İbrahim Turak
77 11-12’ê Tîrmeha 1988 Hezo-Kolludere Mehmet Melki
78 20.11.1988 Dihê-Peyamli Edîp Goker
79 24.11.1988 Şinex-Kizilsu.... Nasname ne diyare
80 05.12.1988 Şirnex-Alkemer Murat Kapaligoz
81 05.12.1988 Şirnex-Alkemer Veysî Guzel
82 20.2.1989 Dihê-Salkimbagları Nasname nayê zanîn
DIVÊ BIXIN BIN PARASTINÊ
Em di pêvajoya çareseriyê de ne lê em ji bo ku aştiyeke mayîn de pêk bê, di wê baweriyê de ne ku rastî derketin holê. Mafê ti kesî tine ku bêje; wa em li lihev tên, çi pêwîste em evqas êşan ji nû ve vekin. Divê yên ev komkujî kirine hesab bidin.
Divê Newala Qesaban bi sedan kes lê hatine çalkirin, bên parastin.