Newroz: ´Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu'
Îsal Newroz dê bi hişyariya ‘Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu' bê pîrozkirin
ALPER ATALAY Bi hatina Adarê re kurd li aliyekî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin, li aliyê din dest bi amadekariyên 21'ê Adarê Newroza 2013'an dikin. Newroz îsal dê di navbera 17 û 21'ê Adarê de bi hişyariya "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statu" bi girseyî bê pîrozkirin. Di 21'ê Adarê de jî dê fînala Newrozê li Amedê bi tevlêbûna zêdeyî milyonek mirov bê pîrozkirin.
Newroza ku nêzî 10 salin li gelek bajar û navçeyan ji aliyê milyonan kurd ve tê pîrozkirin, sala par ji ber ku hikûmetê destûr neda 8'ê Adarê û Newroz, rastî mudaxaleyan hatin û gelek bûyerên mezin derketin. Lê li gel hemû astengiyan bi sedhezaran kurdan çembera polîsan şikand û li Qada Newrozê ya Amedê Newroz pîroz kiribûn. Îsal piştî pêvajoyek nû hat destpêkirin kurdan dest bi amadekariyên Newrozê kirin. Li bendê ye ku îsal kurd bi tevlêbûnek hêj mezintir û bi peyayên hêj xurttir û zelaldir dakevin qadan. Piştî Melisa BDP’ê û Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê civîn pêk anî, plansaziya Newrozê jî kirin. BDP û saziyên sivîl ên civakî piştî hevditinên li Îmraliyê u peyamên Ocalan dê îsal Newrozê di nava 17 û 21'ê Adara 2013'an de bi hişyariya “Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re Statu" bi tevlêbûna herî xurt û peyamên herî zelal pîroz bikin. BDP'ê piştî li navendê civîn pêk anî ji bajar û navçeyan re ji hemû rêxistinên xwe re giştîname şand. Navenda BDP'ê di giştînameyê de diyar kir ku dê îsal Newrozê li 45 navendan pîroz bikin. BDP'ê di giştînameyêde anî ziman ku komîsyona ji 4 kesan pêk tê hatiye avakirin û xebatên rêxistinî û teknîkî bimeşînin.
Mîtînga Fînalê dê li Amedê bê pîrozkirin
Newroz dê îsal di navbera 17-21'ê Adarê de bê pîrozkirin û fînala Newrozê jî dê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin. Li gorî giştînameyê dê Newroz li 45 navendan bê pirozkirin. Bernameya navendê wiha ye:
Di 17'ê Adarê de: Edene, Dîlok, Aydin, Bursa, Denîzlî, Antalya, Stenbol, Îzmir, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Tekîrdag, Wan, Serekaniyê, Îskenderun, Mîlas, Farqîn.
Di 18'ê Adarê de: Çewlîk, Dêrsim, Colemerg, Îdir, Qers, Mûş, Erxenî, Qoser, Lice.
Di 19'ê Adarê de: Agirî, Êlih, Bedis, Erzirom, Mêrdîn, Riha, Bismil, Pazarcix,
Di 20'ê Adarê de: Semsûr, Xerpêt, Meleti, Sêrt, Bazîd, Elbistan, Sîlopî, Tetwan, Gever,
Di 21 Adarê de jî dê fînala mîtînga Newrozê li Amedê pêk bê.
Beriya mîtingên Newrozê dê civinên gel bên lidarxistin, li her bajar û navçeyan dê komîsyon û komîte bên amadekirin û e komîde dê dest bi amadekariyên teknîkî û rêxistinî bikin.
Di dowîz û pankartan de daxwazên kurdan ên sereke dê cih bigirin. Komîteyên bên avakirin dê 7 roj berê serî li rayedaran bidin. Li bajarên ku HDK lê bi rêxistin e, dê mîtîng di pêşengiya HDK'ê de pêk bên.
(mae)