Newroz li 13 navçeyan hate pîrozkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeyên Farqîn, Pîran, Bîsmîl, Elkê, Dihê Qislê û Mazgirtê, Newroz bi girseyî hatin pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.
BÎSMÎL
Li navçeya Bismîlê ya Amedê, bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Parlementerê BDP'ê Akin Bîrdal, Parlementera berê ya Parlementoya Ewropa Feleknaz Uca, Şaredara Bismîlê Cemîle Emînoglu û gelek kes tevlî pîrozbahiyên Newroz bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Koma Agire Jiyan û Kadîr Çep berdevam dike. Di qada Newrozê pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet an azadi an azadi" hate daliqandin. Di qada Newrozê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehid namirin" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê M. Şah Polat axaftine kir û wiha got: "Newroz bi berxwedana Mazlum Dogan hate vê astê. Newroz li hemberî kesên alçak û zilmê serhildan e" Pişt re Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknaz Uca û Parlementerê BDP'ê Akin Bîrdal jî axaftin kirin.
ELKÊ
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hezaran kes li qontara Çiyayê Kota hatin cem hev Newroz pîroz kirin. Li qada pîrozbahiya Newrozê serê sibê xebate hate kirin. Gelê Elkê ber bi nîvro ve bi sê aliyan de ber bi qada Newrozê ve herîkîn. Polîsa tedbîrên fireh girtin. Gelê bi cil bergên xwe yên neteweyî tevlî mitîngê bûyîn bi dewol û zurnayan govend girtin. Di qada Newrozê de pankarta "Ji bo jiyaneke bi rûmet an azadi an azadi" hate daliqandin û gelek pankartên din jî li cihên cuda yên qadê hatin daliqandin. Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan, Hesabgirê Giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz, Serokê Rêxisitna BDP'ê yê Şirnexê Abît Îke, Şaredarê Elkê Yusuf Temel û gelek kesên din tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseya li ber Şaredariya Elkê hate cem hev heta qada Newrozê meşiya. Di meşê de slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Komîtiya Amedekar a Newrozê Recep Hakseven derket ser dikê Newroz gelê Elkê pîroz kir. Pişt re Şaredarê Elkê Yusuf Temel ji bi kurdî axaftinek kir û cenja Newrozê li hemû gelê kurd kir. Pişt re Hesabgirê Giştî yê BDP'ê Salîh Yildiz jî axaftine kir. Yildiz, diyar kir ku Newroza 2011'an dê bibe Newroz azadiyê.
MELEZGÎRT
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên ku yekem car li Mazgêrdê hate lidarxistin bûn. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Berdevkê Demî yê KCD'ê Cemal Coşkun axivî û bal kişand li ser wateya Newrozê. Coşkun diyar kir ku agirî Newrozê bi Mazlum Dogan re bûye yek û Mazlum Dogan jî ji Mazgêrdê ye. Coşkun dest nîşan kir ku li ser gelê kurd lîstikên qirêj têne plankirin û bi taybetî jî bi şexsê Kemal Kiliçdaroglu elewîtiyê bi kar tînin. Heke Kiliçdaroglu kurd an jî elewî ba dê di riya Mazlum Dogan û Kerbelayê de bimeşiya. Piştre bi stranên zazakî govend hate gerandin.
FARQÎN
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li Qada Azîzoglu hatiye lidarxistin bi beşdariya Endamê MYK'ê ya BPD'ê Meral Daniş Beştaş, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Abdullah Eflatun hate pêkanîn. Li qadê pankartên, "An çareserîya demokratik an serxwebun" û posterên pêşengên PKK Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Mahsum Korkmaz (Agît) hatin daliqandin. Her wiha alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin vekirin. Girseya ku tevli pîrozbahiyê bûye bê navber sloganên "Newroz'a te pîroz be ey serok Apo" û "Biji serok Apo" berz kirin. Di vê demê polîsê ku dixwest dîmen bikişîne rastî perteka ciwanên agir vêdixistin hat. Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê koma govendê ya Şaredariya Farqînê hunara xwe pêşkeş kir û rastî eleqeyek baş hat.
Di axaftinên li vir hatin kirin de Newroza gel hate pîrozkirin û banga bilindkirina têkoşîna azadî hate kirin.
QISLÊ
Li Nazimiyeyê jî cara yekem li Qada Cumhuriyetê Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kesan peyama aştiyê dan. Parlamenterê BDP'ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs bal kişan li ser polîtîkayên cerdevaniyê ya ku tê xwestin li Nazimiyeyê pêk bê û got ku ev şebekeya sûc nêrîna AKP'ê ya ji bo pirsgirêka kurd nîşan dide. Lê şêniyên Nazimiyeyê nebûne amûrê vê polîtîkaya qirêj a AKP'ê. piştî axaftinan komên herêmî derketin ser dikê û welatiyan bi stranên wan govend gerandin.
DIHÊ
Bi sedan kes bi meşê ketin qada pîrozbahiyê. Bi sedan kes li gel 3 nokteyên lêgerînê yên polîsan derbasî qada Newrozê bûn. Bi sedan kesan pankarta "Ji bo jiyane bi rûmet an azadi an azadî" vekirin û alên BDP'ê Newroz pîroz kirin. Jin û zarok jî bi cilên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Polîsan li derdora qada Newrozê tedbîrên fireh girt.
PÎRAN
Li navçeya Pîranê ya Amedê jî bi munasebeta Newrozê bi tevlibûna nêzî hezar kesî li Qada Çeşme ya li ber avahiya BDP'ê ya Navçeyê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Endamê Meclîsa BDP'ê Ahmet Yildirim û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Pîranê Şefik Bîrkan jî tevli pîrozbahiyê bûn. Piştî lêgerîna polîsan girse kete nava qadê. Gelek jin bi kincên neteweyî tevli pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê gelek pankartên Newrozê û posterê Şêx Seîd hate dalîqandin. Di bernameya Newrozû ku bi rêzgirtinê destpê kir e de, Endamê Meclîsa BDP'ê Yildirim axaftinek kir û da zanîn ku balkişand ser mîrateyê azadiyê yê Şêx Seîd. Yildirin, got ku lazime ji bo azadiyê hemû kurd gelek bixebitin û îsal bibe sala azadiyê.
Li Enqereyê jî xwendekarên Zanîngehê Cejna Newrozê bi girseyî pîroz kirin. Xwendekarên li ber Fakulteya Perwerdehiyê kom bûn dirûşmeyên "Newroz pîroz be" berz kirin.
SASON
Li navçeya Sazonê ya Êlihê jî yekem car agirê Newrozê hate pêxistin. Newroz li qada vala ya kêleka Garaja Şaredariyê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de pankartên "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî, cejna we pîroz be" hate vekirin û dirûşmeya "Newroz pîroz be" hate berzkirin. Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, endamên meclisa BDP'ê jî di navde bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz û rêveberên BDP'ê agirê Newrozê geş kirin. Pîrozbahiyê pişt re bi rêzgirtinê dest pê kir. Parlementer Bengî Yildiz, axaftinek kir û diyar kir ku êdî kes nikare li ser axa wan mafê wan binpê bike û ew dê heta dawî li nirxên xwe xwedî derkevin. Piştî axaftinan girsê xwe di ser agirê Newrozê re avêt. Di pîrozbahiyê de stranbêj Ozan Burusk bi stranên xwe girse coşand.
MELEZGÎRT/DINÛG
Li bajaroka Dignug a Milazgirê jî bi girseyî avahiya BDP'ê hate vekirin û pişt re Newroz hate pîrozkirin. Di vekirina avahiya BDP'ê ya Dinnûgê de Parlementerên BDP'ê yê Mûşê Nurî Yaman, Sirri Sakik, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde gelek kes amade bûn. Girseya beşdarî vekirina avahiya BDP'e ya Dinûgê bûn, pişt re li qada vala agirê Newrozê pêxistin û bi girseyî Newroz pîroz kirin.
GÊXÎ
Li navçeya Gêxiya Çewlêkê yekemîn car e agirê Newrozê bilind dibe. Rêxistina BDP'ê ya Gêxî ya ku mehek berê li navçeyê hate vekirin organîsazyona pîrozbahiyê kirin û li qada ber avahiya BDP'ê ya vala pîrozbahî pêkhatin. Li gel rêveberên BDP'ê gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Polîsan tedbîrên gelek berfirh girtin û kesên tevlî pîrozbahiyê bûn bi muzîkê govend giritn. Di qadê de pankrata "An azadî an azadî" hate daliqadin. Piştî hilkirin agirê Newrozê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê Suna Kaya axivî û Newroz gel pîroz kir û wiha got: "Piştî 20 salan avahiya BDP'ê hate vekirin û agirê Newrozê hate hilkirin. Ev yek gelek girîng e." Di pîrozbahiyan de sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Newroz" hatin berzkirin.
XINIS
Li navçeya Xinisa Erziromê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Girseya ku pîştî lêgerînê derbasî qada Newrozê bû, bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" berz kir. Bernameyê bi konsera Koma Gimgimê destpê kir. Li qada Newrozê bi flama, poster û pankart hatin vekirin. Rêveberê BDP'ê yê Navenda Giştî Hasan Îltem li vir axaftinek kir û da zanîn ku gelê kurd cardin bi pîrozbahiyên Newrozê daye nîşandan ku ji bo Xweseriya Demokratîk bi israr e. Pîrozbahî bi stranên Dengbêj Kazo bi dawî bû.
EGANIS
Newroz, li bajaroka Eganisa Erdîşê ya Wanê jî şevêdin bi coş hate pêşwazîkirin. Ciwan û jinên ku kincên neteweyî li xwe kiribûn, derdora agirê Newrozê govend gerandin û slogan berz kirin. Girseya ku tevli pîrozbahiyê bûye bê navber sloganên "Bê serok jıyan nabe", "Bijî Serok Apo" berz kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Ciwanan heta derengî şev govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
(ft/lg/sa/mae)