1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Newroza 2012àn destpêkek nû ye
`Newroza 2012àn destpêkek nû ye,newroza,2012,n,destpêkek,nû,ye

`Newroza 2012àn destpêkek nû ye

Karayilan: Newroza 2012 ji bo Kurdan destpêkek nû ye

A+ A-

Hewlêr - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama ji II. Konferans Neteweyî ya Ciwanên Kurd re şand de got; “Di vê qonaxa dîrokî ya girîng de û di van şert û mercên herêma Rojhilata Navîn de eger yekîtiya neteweyî di nav me Kurdan de pêş bikeve, serkeftin ji sedî sed a me ye” û wiha berdewam kir; “Bi taybetî van rojên Newroza 2012’an ji bo ciwanên Kurd, ji bo tevahî gelê Kurd divê bibe destpêkeke nû. Ji bo ku gelê Kurd jî di herêmê de biser bikeve, bibe xwedan statu, bibe xwedan cih û war, bi şeref û rûmeta xwe, bi şêwazekî azad û wekhev bijî divê em bi ruhê Newrozê, bi ruhê serkeftin, azadî û yekîtiyê têkoşînê bilind bikin, berxwedana Newrozê geş bikin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama ji II. Konferans Neteweyî ya Ciwanên Kurd a di 15’ê adarê de li Hewlêrê dest pê kir re şand de konferansa ciwanan pîroz kir û got; “Ev Konferansa we, civatek pir hêja û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tiştê ku siyaseta Kurdistanê heya niha nikaribû pêk bianiya, we pêk anî.”

Karayilan got; “Hûn, bi şêwazekî pir şareza û zana tiştekî nû pêş dixînin. Bi taybetî ji bo Konferansê li gel vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê, rayedar û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê, vexwendina tevgera me tiştekî pir aqilane ye. Ez ji bo vê nêzikatiya we, we ciwanên Kurd û tevahî rayedarên Herêma Kurdistanê spas dikim. “

Peyama Karayilan a li ser navê Serokatiya Konseya Rêveber a ji Konferansa Ciwanan re hate şandin wiha ye:

Hevalên Hêja, Ciwanên Birûmet!

Ez bi navê tevahî tevgera me, civata we II. Konferansa Neteweyî Ya Ciwanên Kurdistanê pîroz dikim. Hemû beşdarvanên Konferansê û tevahî ciwanên Kurdistanê jidil û can silav dikim, di xebata we de ji bo we serkeftinê dixwazim.

TIŞTA SIYASETA KURDAN NETA NIHA NEKARÎ BIKE, WE KIR

Dahatû û Hêviya Gelê Me Hemû Ciwanên Delal!

Ev Konferansa we, civatek pir hêja û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tiştê ku siyaseta Kurdistanê heya niha nikaribû pêk bianiya, we pêk anî. Bi rastî siyaseta giştî bi salane dixwaze komcivîneke neteweyî pêşbixe, lê heya niha ew derfet çênebû û ev gav nehatiye avêtin. We wekî ciwanên Kurd, di vê mijarê de pêşengî kir û par li Amedê I.Konferansa xwe ya neteweyî li dar xist. Îro jî li Hewlêrê lidarxistina II.Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurdistanê gaveke pir birûmet e. Ji bo me hemûyan, ji bo tevahî siyaseta Kurd peyameke girînge, bangek e û wekî talîmatekê ye. Em dizanin, jinên Kurdistanê jî bi heman şêwazî civiyan, konferansa xwe ya neteweyî li dar xistin û ji bo yekîtiya neteweyî bangeke girîng weşandin.

KONFERANS PIR HÊJA Û WATEDAR E

Di vê dema dîrokî de û bi taybetî di rojên komkujiya Helebçeya Şehîd de, ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê civandina Konferansa we gelek watedar e. Ji ber vê, ez bi giştî sekna we û ev gava we avêtî pir pîroz dibînim, pir hêja û birûmet dibînim. Bi vê mebestê ez careke din bi taybetî we hemû ciwanên Kurd bi hezkirin silav dikim û pîroz dikim.

JI BO VEXWENDINÊ SPAS DIKIM

Ciwanên Hêja!

Hûn, bi şêwazekî pir şareza û zana tiştekî nû pêş dixînin. Bi taybetî ji bo Konferansê li gel vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê, rayedar û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê, vexwendina tevgera me tiştekî pir aqilane ye. Ez ji bo vê nêzikatiya we, we ciwanên Kurd û tevahî rayedarên Herêma Kurdistanê spas dikim.

Ev civata we, gaveke pir hêja û birûmet e. Ev sekina we raber dike ku ciwanên Kurd hestên neteweyî xurt dijîn, li kevneşopiya xwe xwedî derdikevin û ji bo bîranînên şehîdên qehreman li ser rêya rast in. Lewre ev sekina we hêviyeke mezin dide gelê Kurd ku dahatûya gelê Kurd, dahatûyeke ronak e. Hêviya gelê Kurd ji dahatûyê, divê hêviyeke mezin be. Ji ber ku îro ciwanên Kurd bi sekin û gavên davêjin, raber dikin ku ne ciwanên vala ne û li Kurdistanê ciwanên ku soza dahatûyekê didin, hêviyeke mezin temsîl dikin, mezin dibin. Ev bi xwe û bi tena xwe nîşana serfiraziyê ye.

Hevalên Hêja!

Îro herêma me Rojhilata Navîn dikele. Şer û nakokiyên di herêmê de her roja dibore hîn geş dibe û gumana ku fireh bibe û dirêj bibe, heye. Sîstema li herêmê ji binî de hildiweşe. Bêguman di herêmê de wê sîstemeke nû avabibe. Ev rewşa nû ya li herêmê pêş dikeve, ji bo gelê me jî hêviya dahatûyeke ronak dide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li tevahî Kurdistanê şert û mercên erênî pêş dixe. Îro Başûrê Kurdistanê, ji her demekê bêhtir xwedan derfet e. Ji bo destkeftiyên xwe mayînde bike û di serî de kêşeya Kerkûk, ji bo tevahî pirsgirêkên xwe çareser bike, derfet hîn zêde pêş dikevin. Rojavayê Kurdistanê, niha di qonaxa azadî û avakirina Xweseriya Demokratîk de ye. Li ser esasê pêşveçûnên di hundirê Sûriyê de, îro gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de ji bo azadî û serfiraziyê têkoşînê bilind dike. Li Bakurê Kurdistanê, gelê me di Newroza îsal de hewl dide ku derketina herî mezin pêş bixe û ji bo azadiya Kurdistana Bakur gavên nû yên çareseriyê bavêje. Pêşveçûnên heyî raber dikin ku li Bakurê Kurdistanê bilindbûn û geşbûn wê pêş bikeve. Heman demê Rojhilatê Kurdistanê jî îro ji her demekê bêhtir di nava lêhûrbûn û kûrbûnekê de amadekariyên xwe pêş dixe.

SERKEFTIN JI SEDÎ SED A ME YE

Di vê qonaxa dîrokî ya girîng de û di van şert û mercên herêma Rojhilata Navîn de eger yekîtiya neteweyî di nav me Kurdan de pêş bikeve, serkeftin ji sedî sed a me ye. Serkeftin wê ji sedî sed a gelê Kurd be. Ji bo pêşxistina stratejiyeke hevbeş, ji bo pêşxistina siyaseteke neteweyî, ji bo avakirina saziyên neteweyî û pêşxistina rêveberiya neteweyî gava Kongreya Neteweyî pir zêde pêwîst e. Vê yekê bi şêwazekî ku ger nebe nabe xwe daye pêş.

Ciwanên Hêja!

Ev Konferansa we, ji bo Kongreya Neteweyî ya giştî bangek e. Peyamek e. Her kes divê peyama we dayî, bigirê dîqatê. Ji bo ku êdî di herêma Rojhilata Navîn de gelê me jî bigihe mafên xwe, gelê me jî di herêmê de cih û warekî xwe avabike, sîstema xwe pêş bixe derfet çêbûne, mecal heye û dem demeke zêrîn e. Ji bo ku em vê dem û mecalê bikar bînin, pêwîst e yekîtiya neteweyî pêş bikeve.

Gelî Ciwanên Birûmet!

PKK BI CIWANTÎ DEST PÊ KIR

Ez wekî şexs û em wekî tevger bi ruhê ciwan pir bawer dikin. Em wekî PKK dibêjin ku “me bi ruhê ciwanî dest pê kir, em ê bi ruhê ciwanî jî bi ser bikevin.” Ji bo wê, Rêberê me Rêber Apo di perspektîfa şoreşê de ruhê ciwan û jin wekî pêşeng dibîne û rolek mezin dide ciwanên Kurd. Di têkoşînê de bi rastî li kîjan welatî ciwan li xwe xwedî derketiye, li netewa xwe xwedî derketiye, li wir serkeftin jî çêbûye. Lewma ez pir kêfxweş im ku hûn wekî ciwanên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji Kurdên derveyî welat îro li platformeke hevbeş civiyane. Ev raber dike ku wekî dahatûya gelê Kurd ciwanên Kurd, xwedan armanc û xwedan helwest in.

‘DIVÊ EM XWE BIKIN YEK’

Divê hûn wekî ciwanên Kurdistanê, di vê civata pîroz de hemû pirsgirêkên xwe bi şêwazekî zelal gotûbêj bikin û ji bo çareseriya wan biryarên pêwîst bigirin. Çareseriya pirsgirêkên we, avakirina dahatûya azad e. Ku ciwan azad bin, azad bifikirin û azad tevbigerin wê welat azad bikin û dahatûyê ronahî bikin. Diyar e ku di dahatûyê de bi rol leyîstina we, bi rol leyîstina ciwanên Kurd wê gelê Kurd serkeftinên mezin bigire. Lê niha tiştê ji bo me pêwîst; em xwe bikin yek, yekîtiya xwe xurt bikin, bi xwe bawer bikin, li ser hêza xwe ya zatî têkoşîna doza xwe bilind bikin û ber bi serkeftinê ve bimeşin.

NEWROZA 2012 JI BO KURDAN DESTPÊKEK NÛ YE

Bi taybetî van rojên Newroza 2012’an ji bo ciwanên Kurd, ji bo tevahî gelê Kurd divê bibe destpêkeke nû. Ji bo ku gelê Kurd jî di herêmê de biser bikeve, bibe xwedan statu, bibe xwedan cih û war, bi şeref û rûmeta xwe, bi şêwazekî azad û wekhev bijî divê em bi ruhê Newrozê, bi ruhê serkeftin, azadî û yekîtiyê têkoşînê bilind bikin, berxwedana Newrozê geş bikin. Divê em bi vî şêwazê hêviyên gelê Kurdistanê bi heqîqet û bi rastî bikin.

Ez, îro ji her demekê bêhtir di vê dema dîrokê de bi serkeftina ciwanên Kurd, bi serkeftina gelê Kurd bawer dikim. Bi vê hêvî û baweriyê careke din ez bi navê tevahî rêveberiya tevgera me we hemû beşdarvanên Konferansê silav dikim, rêz û hezkirinên xwe pêşkêşî we dikim û ji bo we tevan bi ruhê serhildana Newrozê serkeftinê dixwazim.”

ANF NEWS AGENCY