1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Newroza 2013´an dê bibe Newroza Rizgariya Demokratîk´
´Newroza 2013´an dê bibe Newroza Rizgariya Demokratîk´,newroza,2013,an,dê,bibe,newroza,rizgariya,demokratîk

´Newroza 2013´an dê bibe Newroza Rizgariya Demokratîk´

Karayilan: Newroza 2013´an dê bibe Newroza Rizgariya Demokratîk

A+ A-

BEHDÎNAN Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ku Newroz dê careke din bibe destpêka hemle û pêvajoyeke nû ya dîrokî û got: “Rêbertiya me dê pêvajoyeke wiha di vê rojê de îlan bike. Ji ber ê jî ji niha ve xuyaye ku dê Newroza 2013 bibe Newrozeke cûda. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di beşa din a hevpeyvîna ku da ANF’ê de mijarên weke Newroz, aşkerekirina rapora Komîsyona Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ya derbarê komkujiya Roboskîyê de, û komkujiya Parîsê nirxand. Karayilan xwest komkujiyên Roboskî jî û Parîs jî demek beriya demekê bên aşkerekirin û got: “Çawa hesasiyetên Tirkiyeyê hene, hesasiyetên gelê Kurd jî hene. Divê ev jî ber çavan bên girtin.”

*Komîsyona Qilabanê ya girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Rapora Komkujiya Roboskiyê aşkered kir. Hûn vê raporê çawa dinirxînin?

Weke ku tê zanî di dîroka gelê Kurd de gelek pêvajoyên bi êş, tradejî û bi komkujiyan ên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin hene. Lê bûyerên van demên borî qewimîn hê rojanetir in. Ez bawer nakim ku ger komkujiya Roboskî an jî Parîsê bên nixumandin, bingehê aşitiyeke mayinde pêş bikeve. Jixwe ji bo aşitiyeke mayinde divê alî ji hev bawer bin. Bi rastî jî biratî wiha dibe. Ger niha Meclîs rabe rastiya Komkujiya Roboskiyê veşêre, bi vî awayî aşitî pêş nakeve. Tişta ku komîsyona meclîsê kiriye, veşartina rastiya bûyerê ye. “

DIVÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ JÎ ZELAL BIBE

Dîsa komkujiya Parîsê heye. Divê komkujiya Parîsê aşkere bibe. Kê kir? Ji bo çi kir? Divê ev hususiyet aşkere bibin. Aşkere ye ku bi awayeke bi plan, organîzekirî û ji bo hin armancên diyar hatiye kirin. Divê kesên ku vê êrîşê pêk anîne bêne aşkerekirin. Bi vî awayî dikarin wijdana gelê Kurd rehet bikin û baweriya wan qezenc bikin. Çawa hesasiyetên Tirkiyeyê hene, hesasiyetên gelê Kurd jî hene. Divê ev jî ber çavan bên girtin. Ji ber vê jî divê tiştek bi awayê “ger aşitî pêk bê, bila ev ji bo xatirê aşitiyê bê veşartin” bînin rojevê, ev yek nabe. Ne rêbazeke rast e. Divê tu tiştek neyê piştguhkirin.

KOMÎSYONA RASTIYAN

Ji ber vê jî em dibêjin bila komîsyona aşkerekirina rastiyan bê avakirin. Em ji bo vê yekê jî dibêjin hin tiştên ku divê aliyê din bikin hene. Ger komîsyon neyê avakirin û meclîs derbarê pêvajoyê de biryar û vîna xwe aşkere neke, mirov nikare bêje dê pirsgirêka sedsalî çareser bibe. Mînak li Efrîkaya Başûr ji bo aşkerekirina rastiyê û bexşandinê rêbazeke çareseriyê hate pêkanîn.

Mînak, cinayetên kiryar nediyar hene. Heta niha ewqas windahî hene. Heta roja îro tu tiştek ji bo malbatên wan nehatiye gortin, divê tiştek ji bo vana bêjin. Ma ger sibê çareserî çêbû, dê careke din Dayikên Şemiyê biçin li qadan rûnin? Gelo wê demê ji bo vê aşitiyê nabêjin ev çi aşitî ye? Ji ber vê jî pêwîstî bi rêbazeke ji binî ve heye. Ev yek teqez e. An ne, jixwe bingeha çareseriyê çênabe, ji ber wê jî pêngavên ku bên avêtin jî dê bê bingeh bin.

EM JI BO BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ LI DIJÎ QIRKIRINAN TÊDIKOŞIN

* Herî dawî ji ber nêzîkbûna Newrozê gelo tiştek ku hûn ji gelê Kurd re bejin heye?

Divê ez pêşî 16’ê bi bîr bînim. Weke tê zanîn, 16’ê Adarê di dîroka gelê Kurdistanê de roja komkujiyeke mezin e. Komkujiya Helepçeyê bi xwe pêkanîna qirkirina ku mêtîngeriyê li hemberî gelê Kurd pêş xistiye. Eez hemû şehîdên Kurdistanê yên ku di vê komkujiya bi çekên kîmyewî yên ji aliyê mêtîngeriya faşîst ve li hemberî gelê Kurd pêk hat, bi rêzdarî û minnetdariyeke mezin bi bîr tînim. Em soz didin ku em ê ji bo bîranîna wana hemû Kurdistanê azad bikin, em ê li hemberî hemû qirkirinê li ser rûyê cîhanê rûmeta mirovahiyê biparêzin û em ê berxwedana mirovahiyê xurt bikin, bi vî awayî bersiva komkujiyê bidin. Di roja me ya îro de jî hîna bermayên Qirkirina Helepçeyê bi temamî tune nebûne. Heta roja me ya îro polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdistanê nehatine rakirin. Ji ber vê jî em ji bo bîranîna şehîdên xwe yên Helepçeyê li têkoşîna rûmeta mirovahiyê û azadiyê li dijî qirkirinên li Kurdistanê xurt dikin.

GIRÎNGIYA MEHA ADARÊ

Meha adarê di dîroka Kurdistanê de ji komkujî, qirkirin û berxwedanên bi heybet tije ye. Serîrakirin û berxwedana bi heybet a Kawayê Hemdem Mazlum Doganan ku li hemberî qirkirina cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê rastiya meha Adarê û Newrozê danî holê. Di meha adarê de li aliyekê komkujiyên mîna Komkujiya Qamişlo û Komkujiya Helepçeyê pêk hatin, li aliyeke din jî berxwedaneke dîrokî ya bi heybet heye. Ji ber wê jî Newroz rojeke nû ye û li hemberî hemû kokujiyan bûye cejna azadî ya dîrokî.

NEWROZ DÊ CAREKE DIN BIBE DESTPÊKA HEMLE

Ez ji niha ve ji dil û can Newroza gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Newroza 2013 dê li Kurdistanê bibe destpêka “Hemleya Rizgariya Kurdistanê û Avakirina Jiyana Azad”, Rêbertiya me dê pêvajoyeke wiha di vê rojê de îlan bike. Ji ber ê jî ji niha ve xuyaye ku dê Newroza 2013 bibe Newrozeke cûda. Newroz dê careke din bibe destpêka hemle û pêvajoyeke nû ya dîrokî...

NEWROZA 2013 DÊ BIBE NEWROZA RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AZADIYA RÊBER APO

Di vê qonaxa dîrokê ya girîng de ji ber ku dê şahidiya destpêkeke nû bike, Newroza 2013 bi rastî jî bi gelek wateyan hatiye xemilandin. Ji ber wê jî divê gelê me Newroza 2013 ne weke Newrozên berê, divê ji hemû Newrozên din cûdatir binirxînin. Divê her kes li her cihê ku lê ye tevlî pîrozbahiyan bibe. Divê bi tu awayî guhê xwe nedin gotgoteyên bi awayê “dê bê provakekirin, ev dê bê kirin, ew dê bê kirin” ku ji bo lewazkirina tevlîbûnê tên pêşxistin, hemû Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan ji heft heta heftê salî dabikevin qadan, xwedî li pêvajoya avakirina jiyana azad û çareseriya demokratîk xwedî derbikvin, li her derê azadiya Rêber Apo biqîrin. Bi vî awayî Newroza 2013 dê bibe Newroza rizgariya demokratîk û azadiya Rêber Apo. Ger gelê me bi awayeke xurt xwedî li Newrozê derbikeve, ev yek tê wê wateyê ku dê bi awayeke xurt li pêvajoyê jî derbikevin.

BANGA TEVLÎBÛNA NEWROZÊ

Ji ber vê jî divê hemû gelê Kurdistan û dostên Kurdistaniyan ên ku aşitîxwaz, yên ku jiyaneke azad û demokratîk dixwazin, yên ku çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd dixwazin û yên ku azadiya Rêber Apo dixwazin bi awayeke xurt tevil bibin û vîna xwe deynin holê, dirûşimên azadî û çareseriya demokratîk biqîrin û helwesta xwe ya demokratîk li ber çavê hemû cîhanê aşkere bikin.

Bi vê baweriyê ez bang li hemû gelê me dikin ku tevlî hemleya Newroza 2013 bibin û dibêjim Newroz pîroz be.