Newroza Amedê: Zêdeyî 600 mêvan û 400 rojnamevan
Zêdeyî 600 mêvan û 400 rojnamevan beşdarî Newroza Amedê dibin
AMED 20.03.2014 09:26:00 Li dû deklarasyona "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" a Rêberê Glê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de aşkera kir, Amed îsal jî xwe ji bo Newrozeke bi heybet amade dike.
Peymana Ocalan a Newrozê, ku wê di pîrozbahiya 21'ê Adarê de bê xwendin, bala her kesî kişand Amedê.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê zêdeyî 600 mêvan û 400 rojnamevanên biyanî û xwecihî beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Gelek heyetên ji parçeyên din ên Kurdistanê û derveyı welat wê beşdarî pîrozbahiya îsal bibin.
Li gorî daxuyaniyê hevjîna Serokkomarê Iraqê û lîderê YNK'ê Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Talabanî, ji berpirsyarên polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar û gelek payebilindên YNK'ê wê beşdar bibin. Ji PDK'ê jî wê Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingarî û Endamê Komîteya Navendî ya PDK'ê Serbest Lezgîn cih bigirin.
Wekî din ji Başûrê Kurdistanê gelek nûnerên partiyên Goran, PÇDK, Yekgirtû, Zehmetkêşan, Komala Îslamî û rêxistinên civakî yên sivîl wê di Newroza Amedê de amade bin.
Ji Spanya, Îzlanda, Almanyayê wê di asta parlamenteran de heyet beşdar bibin. Her wiha heyetên ji dostên Kurdan ên welatên Ewropayê jî wê ji vê roja dîrokî re şahidiyê bikin.
Nûnerên dîplomatîk ên Belçîka, Holanda, Danîmarka, Fransa, Îtalya, Swîsre û DYA yên li Enqereyê jî dê li Newrozê amade bin.
Serokê Koma Partiya Pêşketina Sosyalîst a li Bolîvyayê li desthilatdariyê ye (MAS) Floga Aguilar û Senatorên Bolîvyayî Roberto Rojas û Demetrio Garcia, dê weke mêvanên rûmetê yên BDP'ê li Newrozê amade bin.