Newroza Xweseriya Demokratîk-Cemîl Bayik
NAVENDA NÛÇEYAN 20.03.2014 09:02:45 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku mizgîniiya jiyana azad di Newroza par de hatiye dayîn û destnîşan kir ku Newroza îsal wê bibe înşakirina xweseriya demokratîk. Bayik diyar kir ku coşa Newrozê wê bandora xwe li hilbijartinan jî bike û ji gelê Kurd xwest, ku ji bo erêkirina xweseriya demokratîk biherike qadên Newrozê.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de Newroza 2014'an û hilbijartinên herêmî nirxand û da xuyakirin ku di Newroza îsal Newroza Xweseriya Demokratîk e.
Bayik da zanîn ku Newroza 2014’an di heman demê de wê bibe Newroza xwedîderketina li Şoreşa Rojava û got "Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd hem tê wateya xwedîderketina li rûmeta xwe hem jî tê wateya xwedîderketina li îradeya jiyana azad û demokratîk a li hemû beşan."
Bayik diyar kir ku serketina di hilbijartinên herêmî de wê bibe referandûma gelê Kurd a xweseriya demokratîk û destnîşan kir ku ev referandûm jî wê bi awayekî vekirî di Newrozê de pêk were.
Bayik ji gelê Kurd xwest ku bi vê hişmendiyê biherike qadên Newrozê û ev nirxandin kir:
"Şehîdên Newrozê ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn jiyaneke demokratîk û azad bijîn xwedî rol û risteke mezin in, bi minetdarî bi bîr tînim û Newroza gelê me û hemû gelên li herêmê dijîn pîroz dikim. Gelê Kurd li çar aliyê dinyayê Newroz bi coş û peroş û dîsa bi hesreta jiyana azad û demokratîk pîroz dike. Bêguman dê pîrzobahiya herî mezin li Amedê pêk were. Newroza Amedê dê careke din israra gelên Kurdistanê ya ji bo jiyana demokratîk û azad ji hemû dinyayê re aşkera bike.
MIZGÎNIYA JIYANA AZAD DI NEWROZA PAR DE HAT DAYÎN
Gelê Kurd bi têkoşîna bi dehan salan a ku bi Newrozan sembolîze bûye, li hemû beşên Kurdistanê xwe gihandiye îradeya jiyana demokratîk û azad. Êdî kes nikare jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd asteng bike. Şoreşa mezin a li Rojava pêş ket mizgîniya azadiya beşên din ên Kurdistanê jî dide. Her çiqas di serî de dewleta Tirk hêzên ku naxwazin gelê Kurd jiyaneke azad û demokratîk bijî hebin jî, teqez ewê ev hêzên paşverû werin têkbirin. Kurdên ku bi ruh û mêjiyê xwe azadbûne nepêkan e ku tu hêzek bikaribe jiyana wan a azad û demokratîk rawestîne û tune bike.
Rêberê Gelê Kurd di Newroza par de mizgîniya jiyana azad û demokratîk di serî de da gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn. Ji ber ku îrade û têkoşîna jiyana azad û demokratîk a ku li Kurdistanê pêş dikeve, dê berbelavî hemû Rojhilata Navîn bibe. Wê tu hêz nikaribe pêşketin û berfirehbûna vê şoreşê asteng bike. Kurdên ku xwe azad bikin wê hemû Rojhilata Navîn jî azad bikin, bi azadkirin û demokratîkirina hemû Rojhilata Navîn re jî dê jiyana xwe ya azad û demokratîk bixin bin mîsogeriyê. Îro roj diyalektîka jiyana azad û demokratîk a li Rojhilata Navîn bi vî awayî pêş dikeve. Kurd bi vê hişmendiyê ji bo jiyana azad û demokratîk li gel hemû zor û zehmetiyan têdikoşin.
KURDISTANA AZAD WÊ BI XWESERIYA DEMOKRATÎK PÊK WERE
Kurd dê Newroza 2014’an bi armanca “Rêberiya Azad, Kurdistana Azad’ pîroz bikin. Kurdistana azad jî dê bi xweseriya demokratîk pêk were. Înşakirina xweseriya demokratîk li Kurdistanê bi sazîbûna civaka demokratîk û konfederaliya demokratîk pêk tê. Sazîbûna demokratîk û derxistina holê ya îradeya demokratîk a gelekî tê wateya jiyana demokratîk û xweser. Xweseriya demokratîk li rojavayê Kurdistanê bi şêwaza sê kantonan xwe şênber kiriye û wisa pêş ketiye. Îro roj li Rojava gelê Kurd bi rêxistinbûna xwe ya demokratîk xwe bi xwe bi rê ve dibe.
XWEDÎDERKETINA LI ŞOREŞA ROJAVA PÎVANA NAMÛS Û WELATPARÊZIYÊ YE
Newroza 2014’an di heman demê de ewê bibe Newroza xwedîderketina li Şoreşa Rojava. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd hem tê wateya xwedîderketina li rûmeta xwe hem jî tê wateya xwedîderketina li îradeya jiyana azad û demokratîk a li hemû beşan. Di demek ku Şoreşa Rojava çar alî rastî êrîşan tê divê gelê Kurd jî hemû derfet û hêza xwe ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava bi kar bîne. Îro roj pîvana bi namûsbûn, rûmet û welatparêziyê xwedîderketina li Şoreşa Rojava ye. Lewre li qadên Newrozan bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava, xwedîderketina destana lehengiya li Rojava îro roj erk û peywira hemû Kurdan e.
Di vê Newrozê de Kurd êdî jiyaneke di bin desthilatdariya mêtinger de û di bin qirkirina çandî de qebûl nekin; ewê heta ku Rêbertî azad nebe azadiyeke rasteqîn jî pêk nayê biqîrin. Îfadeya şênber a bidawîbûna mêtingeriya bi qirkirina çandî azadbûna Rêberê Gelê Kurd e. Di vê çarçoveyê de bi îradeya xweseriya demokratîk israra azadkirina Rêbertiyê mohra xwe li Newroza 2014’an bixe.
Dema ku mirov bala xwe bide şiyarbûna gelê Kurd a li çar parçeyan û li dinyayê û rêxistibûniya wan mirov dibîne ku vî gelî di mijara israra ji bo jiyana azad û demokratîk li dinyayê bûye mînak. Newroz jî dê bibe nîşaneya vê yekê. Jixwe di her Newrozê de çavên dinyayê li Kurdistan û Amedê ye.
COŞA NEWROZÊ DÊ BANDORA XWE LI HILBIJARTINAN BIKE
Bêguman Newroz ji bo Kurdan semboleke neteweyî ye. Encax di warê dîroka Kurdistanê de wateya Newrozê berfirehtir û kurtir bûye. Îrade û têkoşîna ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan çiqas pêş dikeve çand û hişmendiya Newrozê jî ewqas pêş dikeve. Ev jî ji her aliyê ve tê wateya ku hêza Kurdan mezintir dibe. Bihêzbûna Kurdan jî tê wateya ku Newroz bi koktir bibe. Di vê çarçoveyê de di roja Newrozê de îradeya ku gelê Kurd dane holê, dê bibe nîşaneya asta gelê Kurd a di warê neteweyî, siyasî, civakî û çandî de gihîştiyê. Di vê çarçoveyê de dema ku mirov lê binêre coş û peroşa mezin a Newroza 2014’an dê bandora xwe bide hilbijartinan jî.
JI BO ERÊKIRINA XWESERIYA DEMOKRATÎK DIVÊ GELÊ KURD BIHERIKE QADÊN NEWROZÊ
Ev hilbijartin, ji ber ku ewê gelê Kurd îradeya xwe ya ji bo jiyana azad û demokratîk dane holê, Kurd dê bi tevlibûna xwe ya pîrozbahiyên Newrozan dê destnîşan bikin ku bê ka ew di hilbijartinên herêmî de rêveberiyek çawa dixwazin jî îlan bikin. Qanûnên dewleta tirk çi dibin bila bibin serkeftina di vê hilbijartinê de dê bibe referandûma gelê Kurd a xweseriya demokratîk. Dê ev referandûm jî bi awayekî vekirî di Newrozê de pêk were. Di vê çarçoveyê de Newroza 2014’an divê ku wekî referandûma xweseriya demokratîk were dîtin.
Bi vê hişmendiyê ji bo ku gelê Kurd nîşan bide ew xweseriya demokratîk erê kiriye lazim e ku bi herike qadên Newrozan. Bi vî awayî pêngava înşakirina xweseriya demokratîk wê di Newrozê de were destpêkirin. Bêguman dagirtina qadan a ji aliyê gelê Kurd ve û qîrîna wan a ji Rêber Apo re azadî jî dê Rêber Apo bigihîne azadiyê. Rêbertiyê ku herçend li pişt çar dîwaran de be jî azade ewê bi vê Newrozê re bi awayekî fizîkî jî azad bibe."