Newrozê şev ronî kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Agirê Newrozê li kolanên bajarên herêmê heta derengê şevê geş bû. Li Amed, Êlih, Cizîr û Dêrikê bi hezaran kesên ku li taxan kom bûn agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Girsê posterên Rêberê PKK'ê vekirin û ji bo Ocalan azadî xwestin.
AMED
Bi sedan kesên ku li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a 5 Nîsana navçeya Rezik a Amedê li hev kom bûn, agirê Newrozê pêxistin û bi girseyî Newroz pîroz kirin. Girseya ku li dora agirê Newrozê govend girtin, bênavber dirûşmeyên di lehê PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de berz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî avêtin û piştî demekê bi girseyî heta Konê Çareseriya Demokratîk a Parka Koşuyoluyê meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Tolhildan" "Newroza te pîroz be ey serok Apo" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girse piştî gihişt Konê Çareseriya Demokratîk komek ciwan dîsa ji vir heta Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşiyan û li vir dîsa agirê Newrozê pêxistin.
ŞIRNEX-CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî beriya ku sibê bi girseyî Newroz bê pîrozkirin li taxan agirê Newrozê geş bû.
Bi sedan kesên ku li taxên Yafes, Cudî û Nûrê li hev kom bûn, bi def û zurneyan agirê Newrozê pêxistin. Bi sedan kesên ku li dora agirê Newrozê govend girtin dirûşmeyên "Bijî serok Apo û "Bijî Newroz berz kirin." Dîsa komek ciwan li Girê Aşikan bi agir “Apo” nivîsandin. Li qada Botaşê ya taxa Nûrê jî bi sedan kesên ku di navde endam û rêveberên BDP'ê Şaredarên BDP'ê amade bûn govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan û alên PKK'ê hatin vekirin.
ÊLIH
Li herêma TOKÎ ya Êlihê jî bi sedan kesan Newroz pîroz kir. Girsê li ber def û zirneyan govend gerand û Newroz pîroz kir. Dîsa bi hezaran kesên ku li Mazatê li hev kom bûn, agirekî pir mezin pêxistin û heta derenge şevê govend gerandin. Girsê bê navber dirûşmeya "Newroza te pîroz be ey Serok Apo" berz kirin û fîşekên hewayî avêtin. Girsê cejna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û heta derengê şevê govend gerandin. Li taxa Îpragaz jî bi hezaran kesên ku li hev kom bûn agirê Newrozê pêxistin û heta derengê şevê bi dirûşme û govendê Newroz pîroz kirin.
DÊRIK
Li navçeya Dêrika Mêrdinê jî Newroz ji aliyê sedan kesan ve hate pîroz kir. Bi sedan kesên ku li taxa Cevîz Pinar li hev kom bûn, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin. Girsê li ber agirê Newrozê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", “PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.
(mae)