'Nexşeriya ku çar aliyê Sûrê bixin qereqol hat derxistin'
AMED (DÎHA) - Lijneya Wezîran ku der barê Sûrê de biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" da, li ser daxwaza Walîtiya Amedê Midûriyeta Emniyetê Lijneya Parastinê li Sûrê biryara 12 qereqol û 4 qulûbeyên ewlehiyê da. Serokê Odeya Endezyar Kadastro û Nexşereyê ya Şaxa Amedê Denîz Akdemîr ku bertek nîşanê vê biryarê da, diyar kir ku piştî Lijneya Parastinê der barê Surê de biryar girt hemû xist meriyetê.
Lijneya Wezaretê ku der barê Sûrê de biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" da, biryara ku li derdora Sûrê, 12 qereqol û 3 kulubeyên ewlehiyê bên avakirin da. Serokê Şaxa Amedê ya Odeya Endezyar Kadastro û Nexşereyê Denîz Akdemîr da zanîn ku Lijneya Parastinê îmze avêtiye bin sê biryarên skandal.
Akdemîr diyar kir ku bi vê biryarê dê derdora Sûrê cihên vekirî bi betonan bê girtin û wiha got: "Di biryara yekem de hemu molozan bavêjin qeraxê Çemê Dîcleyê. Di biryara sêyemîn de ya ji 3874'an jî pêk tê dê li Sûrê 12 qereqol bên înşakirin. Ev biryar hemû ji aliyê Lijneya Parastinê ve hatiye dayîn. Ev plan li dijî îmarê ye."
'Dîwarên şermê li dijî qanûnê ye'
Akdemîr anî ziman ku dîwarên şermê ku li gelek cihan hatine avakirin, li dijî biryara UNESCO'yê ye û wiha dom kir: "Beriya vê mudaxaleyê divê ji aliyê Wezareta Çandê ve lijneyek zansit bê avakirin, çavderiyan bike û van çavderiyên xwe jî ragihîne UNESCO'yê. Piştî ku Lijneya Parastinê dîwarên şermê ava kir şûn ve biryar girt."
'Li Sûr nexşereya qereqolan hat derxistin'
Akdemîr diyar kir ku vegerandina Sûrê ya qereqolan di biryara sêyemîn de hatiye girtin û wiha dom kir: "Piştî vê biryarê me nexşereya qereqolan ya li Sûrê derxist. Dê li taxa Fatîhpaşa 2 qereqol 2 kulubeyên ewlehiyê, li taxa Hasirliyê qereqolek, li herêma Deriyê Mêrdînê qereqolek, li taxa Savaşê qereqolek, bê çêkirin. Dê li taxa Îskenderpaşa jî qereqolek, li taxa Ziya Gokalp jî qereqolek, li Lale Bey jî qereqolek li taxa Alî Paşa jî qereqolek bê çêkirin."
'Li Sûrê tu plan nabe pêk bê'
Akdemîr anî ziman ku li cihên ku qereqol bên avakirin di lîsteya Wezareta Çandê û UNESCO'yê de cih digire û wiha pêda çû: "Lijneya Parastinê bi vê yekê biryarên UNESCO'yê îxlal dike. Li vê derê nakokiyek wisa heye. Hikûmet ji aliyekî ve dibêje ji bo parastinê ez van planan dikim, li aliyê din jî li qadên ku di bin parastinê de ye jî qereqolan înşa dike. Firekirina kolanan xirakirina cihên dîrokî ye."
'Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê derbikevin'
Akdemîr bi lêv kir ku sê biryarên ku di Lijneya Parastinê de hatine girtin, li dijî Qanûna Parastina Hebûnên Çandê ya 2 hezar û 863'yan e û wiha bi dawî kir: "Bila gelê me ecele neke, bila di aliyê hiqûqî de bên agahdarkirin. Em ê jî di wada netewî û navneteweyî de îtirazên xwe bikin. Em ê xwedî li bajarê xwe derbikevin."
(go)