1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nexşeya avasaziya Kobaniyê tê amadekirin
Nexşeya avasaziya Kobaniyê tê amadekirin,nexşeya,avasaziya,kobaniyê,tê,amadekirin

Nexşeya avasaziya Kobaniyê tê amadekirin

Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobaniyê ku di konferansa Amedê de hate avakirin, dê nexşeya avasaziya Kobaniyê derxîne

A+ A-

ŞÎLAN MIHEMED

KOBANÎ – Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobaniyê ku di konferansa Amedê de hate avakirin, dê nexşeya avasaziya Kobaniyê derxîne. Kordînasyon dê nexşeyê pêşkêşî Konferansa Navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê ku dê di 1’ê tîrmehê de li Ewropa bê lidarxistin bike.

Bi armanca amadekirina xerîteya avasaziya Kobanê û pêşkêşkirina wê ji Konferansa Navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê ku dê 1’ê tîrmehê li Ewropa bê lidarxistin, Kordînesyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê ku di ecama Konferansa Amedê ya Jinûve Avakirina Kobanê hate destnîşankirin, komeke endizyarên ji Kobanê û Amedê erkdar kir.2015-5-29-KOB-KODINISYONE-JI-NU-VE-AVKIRIKNE-KOBANE-GIROPAK-ENDIZYEREN-ARGDERKIR-JI-BO-AMDIKIRINE-NEXSYEK-AVHISAZ (2)

Têkildarî mijarê Endamê Kordînesyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê Xalid Bergel diyar kir wan endizyarên bi navê Herdem Doxrul û Remezan Akkoç ên ji Bakurê Kurdistanê û Endizyar Nezmî Mihemed ê ji Kobanê erkdarkiirne da ku xerîteya avasaziya ya ji bo jinûve Avakirina Kobanê amade bikin û ji bo konferansa Navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê ku dê di 1’ê tîrmehê de li Ewropa bê lidar xistin pêşkêş bikin.

Giringiya xerîteyê vegot

Derbarê girîngiya xerîteya avasaziya Kobanê Bergel da zanîn ku Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya di asta Navnetewî de dê di 1’ê tîrmehê bê lidarxistin û wiha dom kir: ˮJi ber vê yekê pêwîste xerîteyek avasziyê di nava destê me de hebe. Di xerîteyê de hemû xal bêne şîrovekirin, her wiha asta wêraniyê bê nîşandan. Di xertîteyê de em ê sîstema herî baş ji bo jinûve avakirina Kobanê pêşkêş bike. Di konferansê de her kesên dixwazin alîkariyan pêşkêş bikin dê li xerîteyê binerin.ˮ

‘Ninûnyên jinûve avakirina Kobanê amade kirine’

Bergel, da xuyakirin ku koma endizyaran ku ji 3 endizyaran pêk tê hin nimûne ji avakirina Kobanê amade kirine û wiha dom kir: ˮ Em wekî komîte me ninûneyekî li gorî rewash gelê herêmê, her wiha cihên kesek têde bi qadî 50 ji sedî be erê bikin û ji konferansa Navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê re pêşkêş bikin.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Bergel wiha got:ˮEm jî hêvî dikin ku konferansa Jinûve avakirina Kobanê gaveke piratîkî be û Kobana nû ava bike.ˮ2015-5-29-KOB-KODINISYONE-JI-NU-VE-AVKIRIKNE-KOBANE-GIROPAK-ENDIZYEREN-ARGDERKIR-JI-BO-AMDIKIRINE-NEXSYEK-AVHISAZ (1)

Derbarê xebatên koma endizyaran jî Endizyarê Remezan Akkoç ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ew niha xerîteyên avasaziyê ji Kobanê re amade dikin û got: ˮDema em wê biqedînin, em ê di warê piratîkî de dest bi xebatan bikin. Niha di nava destê me de 3 nimûne hene, em ê yekê ji wan hilbijêrin, da ku Kobanê baştir bê avakirin.ˮ

Akkoç, da zanîn ku li gorî plana wan dê ji erdên malê giştî ku li başûrê Kobanê ne dest bi xebatan bikin.Ji bajarê nû dê 50 ji sedî heremeke kesk be.2015-5-29-KOB-KODINISYONE-JI-NU-VE-AVKIRIKNE-KOBANE-GIROPAK-ENDIZYEREN-ARGDERKIR-JI-BO-AMDIKIRINE-NEXSYEK-AVHISAZ (2)

‘Pêwîstiya me bi alavan heye’

Endamê Koma Endizyaran û Cîgirê Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyana Kobanê Nezmî Mihemed jî da zanîn ku ew wekî endizyar ji ber kêmbûna alavan zehmetiyan dikşînin û got: ˮ Me di civîna Melcîsa Rêveber a Kobanê de alavên kar ên taybet xwestin û me xwest ku hemû endizyarên Kobanê bêne fêrkirin da ku li ser wan alavan bixebitin û em dest bi kar bikin.ˮ

(dc)

ANHA