Nexşeya HES û Bendavan a Tirkiye û Kurdistanê hat weşandin
Navenda Nûçeyan - Anf Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê diyar kir, ku hikûmeta AKP'ê serî li qirkirina çandî û ekolojîk dide û polîtîkayên rê li ber pirsgirêka avê vedikin, dimeşîne. Komeleyê li gorî agahiyên DSÎ, nexşeya HES û Bendavan weşand. Li gorî vê nexşeyê hejmara HES û Bendavên li Bakurê Kurdistanê temam bûne û plana çêkirina wan tê kirin 290 ye. Hejmara HES û Bendavên temam bûne, di rewşa înşaetê û projekirinê de ne jî 1487 e.
AV: ÇAVKANIYA BINGEHÎN A ŞER Û PÊŞEROJÊ
Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê, ji daneyên Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) sûd wergirt û li ser HES û Bendavan nexşeyek weşand.
Komeleyê ragihand ku av di roja îro de veguheriyeke pirsgirêkek global û hişyarî da ku li Tirkiye û gelemperiya cîhanê pirsgirêka avê wê bibe pirsgirêka bingehîn a pêşerojê û çavkaniya bingehîn a şer û pevçûnan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi projeyên HES û Bendavan re çavkaniyên ava paqij ên li Tirkiyeyê ji holê tên rakirin û hat gotin, "Xwegihandina van çavkaniyan tên astengkirin an jî ev çavkanî tên qirêjkirin. Ji ber madenkarî, santralên termîk û bermayînên pîşesaziyê, çavkaniyên me yên avê û çemên me diherimin, bi jehrî dibin û ev yek bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan û jiyana xwezayî dike. Kontrolên heyî jî têrê nakin, bi kêr nayên. Tirkiye her roj bi projeyên xwe re çavkaniyên me yên avê û çemên me gemarî dike."
'MEZINTIRÎN POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ DI DEMA AKP'Ê DE RÛ DA'
Di daxuyaniya komeleyê de hat destnîşankirin ku mezintirîn polîtîkaya qirkirinê ya li hemberî çeman di 15 salên dema hikûmeta AKP'ê de derketiye asta herî bilind û hat gotin, "Ji roja ku Serokwezîrê demê Erdogan got, 'Av diherike Tirk lê temaşe dike, em ê êdî lê temaşe nekin' û vir ve, li ser çemên me bi hezaran projeyên HES û Bendavan hatin meşandin, polîtîkayên talankirina cografya, hebûnên me yên xwezayî, çandî û qadên me yên jiyanê, zêde bûn. Û mixabin di rewşa heyî de ji ber van polîtîkayên şaş û qirêj, hema bêjin hemû çemên me yên diherikîn, sekinînin. Saziyên weke DSÎ, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê yên Tirkiyeyê, veguherîn dijminê herî mezin ên xwezaya me."
HEJMARA HES Û BENDAVAN: 1487
Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê bersiva serlêdana xwe ya li Midûriyeta Giştî ya DSÎ parve kir û ev agahî da: "Hejmara giştî ya HES û Bendavên temam bûne, hînê tê çêkirin û di asta projeyê de ne 1487 e. Li gorî daneyên 31'ê Kanûna 2014'an, hejmara HES û Bendavên li gelemperiya Tirkiyeyê temam bûne û enerjî hilberandine 503 ye. Ji van projeyan 65 jê DSÎ, 438 jî ji aliyê sektora taybet û şirîkan ve hatine çêkirin û tên xebitandin. Hejmara projeyên HES û Bendavan ên tên çêkirin 4 jê DSÎ, 139 jê sektora taybet bi giştî 143 ye. Hejmara HES û Bendavên di asta projeyê de ye û tê payîn ku di dema pêş de werin çêkirin 841 e. Ji van 82 yên DSÎ, 759 jî yên sektora taybet in."
Nexşeya ku komeleyê li ser HES û Bendavan derxistiye bi vî rengî ye:
PROJEYÊN BENDAVÊ HERÎ ZÊDE LI DERYA REŞ IN
BAJAR HEJMARA PROJEYÊN HEJMARA PROJEYÊN YÊN DI ASTA HEJMARA GIŞTÎ
HATINE TEMAMKIRIN DI ASTA FÎZÎBÎLÎTE ÎNŞAETÊ YA
SKHA Û LÎSANSÊ DE NE PROJEYAN
DE NE
Trabzon 35 49 9 93
Artvîn 16 58 10 84
Gîresûn 26 31 11 68
Erzîrom 21 35 7 63
Mereş 33 16 5 54
Antalya 19 27 8 54
Edene 22 21 3 46
Rîze 14 25 3 42
Hejmara HES û Bendavên li Bakurê Kurdistanê temam bûne, di rewşa înşaetê yan jî projeyê de ne::
BAJAR HEJMARA PROJEYÊN HEJMARA PROJEYÊN YÊN DI ASTA HEJMARA GIŞTÎ
HATINE TEMAMKIRIN DI ASTA FÎZÎBÎLÎTE ÎNŞAETÊ YA
SKHA Û LÎSANSÊ DE NE PROJEYAN
DE NE
Elezîz 8 6 2 16
Meletî 9 12 6 27
Dêrsim 5 4 0 9
Çewlik 5 13 4 19
Wan 6 21 2 29
Mûş 2 5 2 11
Bedlîs 2 14 2 18
Colemêrg 3 17 0 20
Amed 6 5 0 11
Mêrdîn 1 0 0 1
Sêrt 4 5 4 13
Şirnex 1 12 0 13
Êlih 2 7 0 9
Erzîngan 13 11 5 29
Agirî 0 3 0 3
Qers 10 10 0 21
Erdexan 2 5 3 10
Îdir 1 1 1 3
Semsûr 12 10 3 25
Riha 2 1 0 3