Nexşeya Kurdistanê li vî bajarokî tê dîtin
‘Dema me pirs kir, şêniyên gund gotin ev şehîdên ku nehiştin koka Êzîdxanê ji rûyê dinyayê rabe.’
ŞENGAL - ANF/HEYSEM MISLIM Dema mirov dikeve axa Şengalê yekser ew dîmenên jin, zarok, kal û pîr li pey hev dimeşiyan û berê xwe dabûn Rojava , ew korîdora mirovahiyê ku dused hezar Êzîdî tê de ji destê çeteyên hov yê dijminê mirovahiyê hatibûn rizgar kirin. Di bîra her kesî de wek mîxekî pola hatiye çandin her di bala mirovan de ye. Gundê bala min kişandî bajarokê Xanesorê ye, ku di kolana wê yê sereke de, li her aliyê rêyê bi dehan wêne daliqandin e. Dema me pirs kir, şêniyên gund gotin, ‘ev şehîdên ku nehiştin koka Êzîdxanê ji rûyê dinyayê rabe, wan kesan xwe ji me re kirin mertal heta em û zarokên me bi silametî xwe xelas bikin.’
Kolan derdora 1 km dirêj e. Em tê de meşiyan, dema ku me bala xwe da navên gund û bajarên şehîdan ji Kobanê bigire heya Efrîn, Qamişlo, Amed, Wan, Dêrsim, Mako, Mehabad hwd. tê de hebûn. Te digot qey neqşeya Kurdistan li pêş te ye û tu dixwînî. Di şexsê van şehîdan de Kurdistan li Şengalê kom bû.
Bajarokê Xanesor gundek nû hatiye avakirin li deşta Qeraxê çiyayê Şengalê. Rêjîma Seddam Hisên di salên 1975’an de ava kiriye. Bi navê ticemih ango kombûn ew jî pîlaneke dijî Êzîdiyan pêk hat, da ku ji çiya dakevin û bikevin bin kontrola rejîma Baas. Ew gundên li ser çiyayê Şengalê vala kirine û hemû li gundên nû bi cih kirin e. Bêhtirî bîst tecemih ava kirine, bajarokê Xanesor yek ji wan e. Nifûsa bajarokê Xanasorê berî fermanê derdora 35 hezar kesî bûye. Dema ku em di nav bajarok re meşîn avahiyên nû hatî lêkirin hebûn. Piraniya avahiyan bi rengekî gulover hatibûn avakirin. Ew jî xwediyê malan dixwestin heta avahiyên xwe wek rojê ava bikin. Wekî tê zanîn li gel Êzîdiyan roj pîroz e. Niha jî xelkê xwe piştî aramî û saziyên xizmetê hatin avakirin hêdî hêdî vedigerin ser warê xwe.