1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Neçar man vegerin Mexmûrê
Neçar man vegerin Mexmûrê,neçar,man,vegerin,mexmûrê

Neçar man vegerin Mexmûrê

A+ A-

MEXMÛR 05.09.2014 07:08:13 Welatiyên Kampa Mexmûrê ya Şehîd Rustem Cûdî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin tehliyekirin, dest bi vegera kampê kirin. Beşeke kesên tehliyeyê Hewlêr, Duhok û Kerkûkê hatibûn kirin, ji ber ku hikûmeta herêmî ti alîkarî neda, neçar man vegerin kampê.

Di nava kesên vegeriyan kampê de malbata Nesîbe Bûldan jî cih digirt û tiştên ku piştî tehliyeya kampê jiya vegot. Buldan got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê li ser bajaroka Mexmûrê zêde bû û ku ji bo ku komkujiyeke wek a Şengalê neyê jiyîn neçar man me jin, zarok, kal û pîran ji kampê derxin. Gelek malbatan neçar man biçin Ranya, Hewlêr, Duhok û Kerkûkê. Gelê me niha li dibistan û mizgeftan dimînin. Em wek malbatî neçin Ranya yanî aliyê Hacîawa. Gelek malbat neçar man li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê an li cem xizmên xwe bimînin an jî xanî kirê bikin. Em li cem malbatekê man. Bi me re em bû 40 kes. Di pêvajoya ku em man de me ji hikûmetê tu piştgirî negirt. Yanî li wir êdî em derfetên me yên mayînê nema.Gelek aliyan dixwestin em bikişînin cem xwe. Yek jin PDK bû. Jixwe dixwestin kamp belav be. Lê em gel dê destûrê nedin vê. Em bi awayekî hêsan û rehet dê nebin amûrê polîtîkaya asîmîlasyonê ya dijmin.

EM Ê TU CAR TESLÎM NEBIN

Bûldan wiha pêde çû: “Ev 20 sal e me eziyetên mezin dîtin. Lê li gel vê me jiyana xwe berdewam kir. Ev 5’emîn kampa ku me bi destê xwe çêkiriye. Di nava van 20 salan de me her tiştê ku tê hişê mirovan jiya. Zarokên me li ber çavên me kuştin, em tî û birçî hiştin. Beriya êrîşên DAIŞ’ê li ser kampa me ambargo hebû. Ev nêzî 5 mehan bûn xurek nedidan me. Em tu car teslîm nebûn û em ê nebin jî. Jixwe niha PKK li pişt me ye û ewlehiya me ew digirin. Ne tenê li Mexmûrê li gelek cihên Başûrê Kurdistanê yekane hêza ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşe PKK ye. Me hemûya diparêze.

PDK’Ê XWEST ME NEÇARÎ XWE BIKE

Nesîme Bûldan da zanîn ku ew ê teslîmî tu kesî nebin û got ku penabertiya wan a siyasî didome û ji ber vê yekê jî dê di daxwazên xwe yên siyasî de bi israr bin û wiha berdewam kir: “Heta niha hikûmetê alîkarî neda me û tenê sedemek vê heye. Wan digotin belkî dê me tî û birçî bihêlin û me hewcedariyê kesên din bikin. Lê ev wisa ne hêsan e. Em wisa hêsan dest jê bernadin. Em 20 sal e em penaber in. Em ne dibin welatiyên Başûr û ne jî dibin yên Tirk. Em bi xwe vê qebûl nakin. Ez bi awayekî aşkera dikarim bêjim ku ez nêzî 20 rojan li Hewlêrê mam tu kesî alîkarî neda me. Ji ber vê yekê em neçar man vegerin kampê. Ez nizanim dê DAIŞ êrîş bike yan na. Lê ez neçar hiştim vegerim mala xwe. Berê jî xurek nedidan me. Niha jî nadin. 5 meh bû xurek nedidan me.Me bi derfetên xwe debara xwe dikir. Niha yek ji pirsgirêka herî mezin ya kampê ava vexwarinê ye. Em zehmetiyên mezin dikişînin. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber avê nexweşî çêdibin. Ez dayikek im lê ji bo paqijiya zarokên xwe avê nabînim.

NY XWEDÎ PEYWIRÊN XWE DERKET

Nesîbe Bûldan destnîşan kir ku got ku ger ku dibin çavderiya NY’ê de kampek bê çêkirin dê biçe û got : “Jixwe em êdî nikarin di bin van şert û mercan de bijîn. Av tune. Zivistan nêzîk bû. ji ber vê divê ji bo kampa nû lez bikin. An jî ev gel dê perîşan bibe. Lê ger ku kampa nû neyê çêkirin, ez ê li Mexmûrê bimînin.Piştî 20 salan şûnde ez êdî naxwazim di kon de bijîm. Niha rewşa gelê me yê Ranyayê ne baş e. Li Mizgeft û dibistanan dimînin. Rewşa wan gelek dijwar e. Em êdî naxwazin êşê bikişînin. Me heta niha serî netewand em ê ji vir şûnde jî netewînin.

HEWCEDARIYA SEREKE AV E

Fatma Kurd jî anî ziman ku tu kesî alîkarî nedaye wan û wiha berdewam kir: “Ji ber vê me zehmetiyên mezin kişandin. Ji ber ku kesî alîkarî neda me, em neçar man biçin cem nasên xwe yên Hewlêrê. Niha jî me biryar da ku em vegerin malên xwe.Em vegeriyan malên xwe lê derfetên me yên jiyanê ne wek berê ye. psîkolojiya penaberiyê xwe ji zor e. Zarokên min niha ji tirsan bi şev ranazên.

Kurt di dawiya axaftina xwe de pirsgirêkên avê anî ziman û got: “Niha ava vexwarinê tune. Ava berê dihat kampê niha hatiye birîn. Bîrên hinek malan hene. Em ava xwe wir digirin. Ava bîran jî tûj e. Niha kamp gelek germ e. Gelek baxçe hişk bûne. Yanî li gel bêavbûn û germahiyê em jiyanê didomînin.”


Bêjeyên Miftehî