1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Neşwa Rojhilat ji çeteyan hate paqijkirin
Neşwa Rojhilat ji çeteyan hate paqijkirin,neşwa,rojhilat,ji,çeteyan,hate,paqijkirin

Neşwa Rojhilat ji çeteyan hate paqijkirin

A+ A-

HESEKÊ – Şervanên YPG/YPJ’ê taxa Neşwa Rojhiat (Şerqî) ji çeteyan bi temamî paqij kirin.

Şervanên YPG’ê piştî ku çerxeriya stratejîk a Neşwa Şerqî ji çeteyan rizgar kir, di nava 2 rojên dawî de şerên giran di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê qewimîn. Di encamê de çetEyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin.

Li gorî agAhiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji qadên şer ragîhandine, şervanên YPG’ê piştî çemberkirina bajarê Hesekê, li taxa Neşwa Rojava û Neşwa Rojhilat şerên giran di navber hêzên YPG’ê û çeteyan de rûdan. Di encama opersyona 2 rojên dawî de taxa Neşwa Rojhilat jî bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di opersyonê statyoma Basil Esed(Medina Riyadi) û derdora ketin bin kontrola hêzên YPG’ê.

Di taxa Neşwa Rojhilat û Rojava de temamî ji çeteyan hatin qapijkirin û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

Di encama operasyonê de şervanên YPG’ê panzêrên çeteyan, doşça, tirimpêlên ku wekî hamer bi dest hatine çêkirin û gelek çekên sivik û giran ên çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê.

Di herêmê de ku ji çeteyan hatiye paqijkirin hemleya paqijkirina mayînan ji aliyê tîmên YPG’ê yên taybet hatiye destpêkirin.

(ekîp)

ANHA