1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Niha jî di konteyniran de disojin
Niha jî di konteyniran de disojin,niha,jî,di,konteyniran,de,disojin

Niha jî di konteyniran de disojin

Mexdûrên erdhejê zivistanê di konan de qefilîn, niha di konteyniran de disojin

A+ A-

ARÎF ASLAN Welatiyên mexdûrên erdheja Wanê ku zivistana dijwar di konên naylonî de derbas kirin, niha jî di germa havîne de rojên xwe di konteynirên sac de derbas dikin. Mexdûrên erdhejê yên di kele kela havînê de di konteyniran de dijîn, ji ber germa zêde dîsa yek bi yek li malên xwe yên nivxerabe vedigerin.

Li Wanê di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê de 2 erdhejên mezin û bi hezaran erdhejokên biçûk pêk hatin. Di erdhejan de 28 hezar û 500 xanî hilweşiyan û wêran bûn. Bi hezaran malbat li gel berfa zêde û zivistana dijwar di konan de man. Zivistana dijwar û serma zêde di konan de derbas kirin. Welatiyên ku di zivistana sar û dijwar de li dijî sermayê tekoşîn dan, niha di demsala havînê de jî di konteyniran de têkoşîna li dijî germayê didin. Konteynirên ku derdora wan bi têlên kelemîhatiye pêçan û welatiyên hatine hepskirin gelek zahmetiyê dikişînin. Welatiyên li kampa konteyniran dimînin jî di ketin û derketinan de rastî kontrola nasnameyan tên. Welatiyên ku zivistanek sar û dijwar li pey xwe hiştin, niha di demsala havînê de jî jiyana li konteynıran li wan bû dojeh. Welatiyên ku d nava şert û mercên dijwar de dijîn, neçar man ku dîsa li xaniyên xwe yên nîvxerabe vegerin.

'Hikûmet karê xwe nake'

Li Konteynirên Tahir Paşa welatiyên di konteyniran de dijîn ji ber germa zêde konteynirên xwe terk dikin û diçin di xaniyên xerabe de jiyana xwe berdewam dikin. Welatiya bi navê Perî Oge, li gel zarok û neviyên xwe di konteynirê de dijî. Peri Oge, bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: "Reyedaran jiyan li me herimand. Em zivistanî ji sermayê û niha havînan jî ji germahiyê perişan bûn." Welatiya ducanî Nûrcan Yaylak jî anî ziman ku ligel ducaniya xwe li derve cil û firax şuştin di nava sermayê de têkoşîna jiyanê da. Yaylak, wihagot: "Em niha ji ber germahiya havînê konteyniran terk dikin. Em zarokên xwe bi ava sar dijon jî dîsa hikmê gerhayê zêde ye.

(mae)