Nihat Tezer: Folklor Zanisteke ku bi gel tê naskirin
09:06 02.11.2013 OMER ÎKE
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Der barê xebatên Folklorê yên li navenda Çanda Dicle û Firatê ya Amedê Mamosteyê Govendê û di heman demê de Endamê Koma Govendê ya Dicle û Firatê a Amedê Nihat Tezer li ser folklarê axivî û got: "Xwedîderketina li folklor û hezkirina karê folklorê bi min re hestek gelek cuda ye. Folklor weke parçeyek ji jiyana min ya rojane ye."
Endamê Koma Govendê a Dicle û Firatê a Amedê Nîhat Tezer bersiv da pirsên Ajansa me DÎHA'yê yên der barê govendê û çanda kurdî de. Tezer, diyar kir ku dema mirov wate û rola folklorê û govendê zanibe û hewl bide fêm bike; dikare di hunera kurd de rol bigire û bide fêmkirin jî û got: "Folklor zanîsteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku di welatê xwe de dijî berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman lêkolîn dikin. Her wiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de bi aliyê çandê lêkolin û çareser dike."
Tezer, anî ziman ku folklor zanîsteke ku hemû bûyer û kêrhatinên çandî di nava xwe de digire û wiha axivî: "Tiştên ku di dîrokê de hatin û heya niha di roja me ya îro de dijîn, di heman demê de bûyer û tiştên herî bi bandor û nûjen lê çêbûye. Gihaye gel e. Folklor ji çîrok, meselokên kurdî, stranên û destanên gel pêk hatiye. Bawerî û jiyana xweza û gelekî digire nav xwe."
'Tevî hemû êrîşan gelê kurd dest ji çand xwe bernedaye'
Tezer, destnîşan kir ku, ji dîrokê haya niha gelê kurd her tim bi bi lîstikên qirêj hatine qapandin û êrîşên herî dijwar birine ser çanda wan û dîroka wan hatiye wendakirin û wiha berdewam kir: "Li hemû parçeyên Kurdistanê kurd li ser axa xwe bûne penaber û ji xweza û çanda xwe dûr ketine. Tevî hemû êrîşan gelê kurd dest ji çand xwe bernedaye û xwedî li çanda xwe derketiye. Rexmê hemû êrîşan ji kurdan lîstik û çanda xwe ya gelêrî daye jiyandin. her dem sazî û neteweya kurd xwedî li çand û lîstikên xwe yên gelêrî derketiye û parastiye."
Nihat Tezer der barê hezkirina xwe ya folklorê de ev tişt gotin: "Xwedîderketina li folklor û hezkirina karê folklorê bi min re hestek gelek cuda ye. Her wiha folklor weke parçeyek ji jiyana min ya rojane ye. Her wiha dema ku ez zarok bûm, dema me xwarin dixwar ku muzîkekê lê dida ez yekser radibûm min dilîst. Dema ku li gundê me şahî çêdibûn û yan jî govend dihat girtin bi taybet bav û kalên me dilîstin temaşekirina wan jiyanek cuda bû. Bi lîstina wan gelekî kêfxweş dibûm û ez diçûm min destên wan digirt."
'Folklora kurdî berfireh e'
Tezer di dewama axaftina xwe de wiha got: "Folklor rastiya çanda me ya kurdî dide nasandin. Dema ez dilîzim di aliyê hest û fikran de ez nikarim hest û fikran binîm ziman bi lîstina govend û foklorê binim ziman û ifade bikim. Her wiha dema dilîzim ji hemû tiştên negatîf ji min dûr dikevin û tiştên pozitîf dijîm. Hûnera kurdî û beşên govendê bingeha folklorê xebat bidim meşandin û çanda Kurdî bidim jiyan kirin. Her çiqas ku em dersên folklorê didin û dilîzin jî em nehatine asta merhela folklorê, ji ber ku folklora kurdî ew qas berfireh e ku tiştên ku em niha dikin di nava wê de tiştek biçûk e. Weke lîstikvanekî kurd hemû lêkolinê xwe li ser folklorê dikim û hewl didim ku weke awayê akademîk kar bikim. Her wiha niha xebatên min li ser cil û berg, çîrok, govendên kurdî ne.
Nîhat Tezer debirî ku ew govendên herêma Amed, Riha, Semsûr û gelek lîstikên herêmên din yên cur bi cur dilîzin.
(yş/mae)