Nisêbînê silav li Rojava kir
Di konsera gel a li Nisêbînê de xweseriya li Rojava hate silavkirin
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tugluk ku di konsera gel a ji hêla Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê ve hatî lidarxistin de, rayedarên dewlet û hikumeta hişyar kir û wiha got: "Dawî li îşkenceya li ser birêz Ocalan bîn in." Hevserokê Giştî ya KCD'ê Ahmet Turk jî, xwesertiya kurdan a li 6 bajarên li Sûriyê îlan kirin silav kir û wiha got: "Em hemû kurdên li gund, qeseba, navçe û bajêrên Kobanî, Dêrika Hemko, Amûdê, Efrîn, Qamişlo silav dikin. Hezar silav ji we re."
Şaredariya Nisêbînê li hewşiya Navenda Çanda Mîtannî bi dirûşmeya "Em bi hunera azad diqîrin" konsera gel li darxist. Di nava wan de Hevserokên Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Halîl Aksoy, Erol Dora, Endamê Daîmî ya KCD'ê Seydî Firat, Endamê PM'ê ya BDP'ê Mehmet Demîr, rêveberên BDP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, şaredarên navçe û bajarokan, Serokê Federasyona Rakirina Turabîdin a Sûryanî Sabrî Akbaba, Serokê Komeleya Sûryaniyên Nisêbînê Maravgî Çinar, Şaredarê berê ya Bajarê Mezin a Amedê Ferîdûn Çelîk jî hebû bi hezaran kes beşdarê konsera gel bûn. Di qadê de bênavber dirûşmeyên wek ê "Bijî Serok Apo"," Ocalan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehît namirin" hatin berz kirin. Her wiha bi avahiya Navenda Çanda Mîtannî ve li ser alên Konfederalîzmê û PKK'ê "Bijî Serok Apo, PKK" hatibû nivisandin, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha panqarta "Ji Îmraliyê bi Şemzînanê, ji Nisêbînê heta Qamişloyê, heta serkeftinê berxwedan" li qada qonserê hate vekirin.
Konser, ji bo têkoşerên di riya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hunermendê di bin Navenda Çanda Mîtannî de xebat dimeşîne Hunermend Demhat Botan bi stranên xwe girseyê coşand. Pişt re Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, bi kurdî axaftinek kurt kir. Gokkan, diyar kir ku kes nikare Nisêbînê û Qamişloyê bi sînoran ji hev cûda bike. Gokkan, da zanîn ku lewra kurdên li van bajaran dijîn bi têkoşîna azadiyê tu car sînoran qebul nekirin e. Gokkan, anî ziman ku ji ber vê yekê ji wan re bin xetê û ser xetê tê gotin. Gokkan, derbirî ku ji ber vê yekê kes nikare civaka kurd ji hev cûda bike. Gokkan, wiha got: "Wekî Qamişlo Nisêbîn jî Kurdistan e û dê Kurdistan bimîn e." Gokkan, bal kişand ser tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku kurd tecrîta girankirî ya li ser Ocalan wek e rûreşiya cîhanê bi nav dike.
Tugluk: Em hikumeta AKP'ê hişyar dikin dawî li îşkenceya ser birêz Ocalan bîn in
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tugluk jî, diyar kir ku kurd di Rojhilata Navîn de di pêvajoyeke girîng de derbas dibe û da zanîn ku berxwedena gel a bi rûmet û mafdar dê azadiyê bîne. Tugluk, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û bibîrxist ku gelê kurd pêkanîna îşkenceyê ya li ser Ocalan wek e çala mirinê bi nav dike. Tugluk, ev tişt gotin: "Birêz Ocalan giyan, vîn, nasname, berxwedan û serokê gelê kurd e. Em ji vir ya rayedarên hikumet û dewletê hişyar dikin, dawî li îşkenceya ser birêz Ocalan bîn in. Heta birêz Ocalan azad nebe dê raperîna me bidom e. Lewra azadiyek din nasnakin, heke bibe dê azadî bi birêz Ocalan bibe. Heke gel ji yekî re bibêje 'Serokê min' divê hûn pê re biaxivin, ew mihatab bigirin. Tu çareya wê tune ye. Bi tecrîtkirina Ocalan re hûn nikarin têkiliya gelê kurd jê bibir in." Tugluk, bang li gelê kurd jî kir û got: "Divê gelê kurd li hember pêkanînên tecrît û îşkenceya li ser birêz Ocalan bi hîstiyartir bin. Lewre em dizanin ku aşitî, biratî û azadiya gel bi azadiya birêz Ocalan re tê."
'Ji xweseriya Kurdistana Rojava re hezar silav'
Tugluk, bal kişand ser xweseriya kurdan a di 6 bajarên li Sûriye jî û wiha got: "Di Rojava de bi kedek, berxwedanek mezin xweserî hate îlan kirin. Û em jî bi wan re kêfxweşî, xirûrek mezin a mafdarî dijîn. Em ji vir berxwedana wan silav dikin, em diqîrin ku em li cem wan in. Em dibêjin 'hezar caran silav ji we re'." Tugluk, destnîşan kir ku ev xweserî ne wekê hin kes ku dibêjin bê ked, bê têkoşîn û bê berxwedanek hatiye bidestxistin, li dijî wê di encama têkoşînek hezar salan azadiya xwe bi dest xistin e. Tugluk, anî ziman ku ev rewş hikumeta AKP'ê aciz kiriye û wiha got: "Serkeftina Rojavayê Kurdistanê hezim nakin, lewra li gorî wan kurd divê her tim kole bimîn in, dema mijar kurd bin demokrasî tê jibîr kirin."
'Kurd dixwazin di çar perçeyan de azad bibin'
Tugluk, da zanîn ku êdî kurd ne kurdên berê ne û destnîşan kir ku di bin pirê de gelek av herikî ye, êdî kurd dizanin tê çewa tevbigerin. Tugluk, ev tişt gotin: "Kurd dixwazin di çar perçeyê de jî azad bibin. Dê Bakûrê Kurdistanê jî têkoşîn, berxwedana bi rûmet a bi salan bi azadî encam bibe. Yên dibêjin 'kurd nikarin biser bikevin dikevin hêviyek vala. Lewra kurd li her derî dibêjin 'an azadî an azadî'. Ev slogan ne sloganek ji rêzê ye."
'Ev sal dê bibin sala kurdan'
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku gelê kurd heta roja îro ji bo azadiya xwe gelek berdelan daye û hatiye vê astî. Turk, da zanîn ku ev yek jî bi saya serê Serokê Gelê Kurd pêk hatiye. Turk, destnîşan kir ku bi salane zilmê weke biratiyê li ser kurdan ferz kirine û wiha got: "Em biratiya zilmê qebul nakin. Lewra ev tê wateya koletiyê qebul bikin e. Têkoşîna azadiyê roj bi roj pêştetir dikeve. Ev sedsal û ev sal, sedsal û sala kurdan e." Turk, anî ziman ku êdî kurd sînoran nasnakin û kurdên li Sûriyê wiha silav kir û got: "Em ji vir silavên germ ji hemû kurdên gund, qeseba, navçe û bajarên Qamişlo, Amûdê, Efrîn, Dêrika Hemko, Kobanî re dişîn in, hezar silav ji we re. Yekîtiya kurdan hatiye astek gelek baş û divê ev yekîtî bidom e. Ji bo perçeya mezin a Kurdistanê jî azad bibe, kedek û têkoşînek mezin hatiye dayîn. Divê em vê têkoşîna xwe xûrtir bikin."
'Durûtiya hikumeta AKP'ê careke din jî derket holê'
Turk, anî ziman ku hikumeta AKP'ê siyasetek qirêj dimeşîn e. Turk, ev tişt gotin: "Îro durûtiya Serokwezîr Erdogan û hikumeta AKP'ê bi serkeftina xweseriya Rojavayê Kurdistanê re careke din derkete holê. Ji ber ku li dijî xweseriya ku li Rojavayê pêk hatiye derdikeve. Fikir û ramana wan fetisandina kurdan, perçekirin û perçiqandina kurdan e. Lê em dê destûr nedin wan. Gelê me dizane êdî dê çi bike. Kurd weke li Nisêbînê li her derê li ser linga ye û azadiya xwe diqîre." Turk, bal kişand ser tecrîta girankirî ya li ser Ocalan û diyar kir ku gelê kurd dê tecrît û îşkenceya li ser Rêberê kurd, bi berdelên bi salane daye rabike. Turk, anî ziman ku dîsa bi van berdelan qeyda koletiyê bişkêne û got: "Serkeftin nêzîke û em dibêjin 'an azadî an azadî'."
Silavkirina li Nisêbînê li Qamişloyê bi fişekên hewayî bersiv hate dayîn
Di dema axaftin û piştî axaftinan bênavber fişekên hewayî hatin avêtin û xweseriya li Sûriyê hate silav kirin. Li Qamişloyê jî ku 3 kîlometre ji Nisêbînê dûr e û hemû bajêr tê xûyan, bi avêtina fişekên hewayî bersiv hate dayîn.
Piştî axaftinan Hozan Comert derket ser dikê û axaftinek kurt kir. Hozan Comert, got: "Ji Serok Apo, ji partiyê hêvî û baweriya xwe nebirin. Em dê bi felsefeya Serok Apo û quweta we ya bi hêz bigihijin azadiya xwe." Pişt re stranên xwe got û girse li ber stranê govend gerandin. Konsera gel, bi merşa "Herne pêş" bi dawî bû.
(ea/mae)