Nivîskar ji bo Kobanê dê li sînor nobetê bigirin
ZEYNEP KÛRAY - STENBOL 22.10.2014 07:02:35
Nivîskar ji bo Kobanê ya ku ev 37 roj e di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ye dê li sînor nobedê bigirin. Murathan Mungan, Vîvet Kanattî û Seyma Kaygusuz jî di nav de gelek nivîskar ji bo ku sînorên di navbera gelan de hatine xêz kirin rabikin û pevçûnên mezhebî rawestînin, dê korîdoreke mirovahî ya remzî ava bikin.
Nivîskar dê 25’ê cotmehê roja şemiyê biçin Pirsûsê. Xwediyên fikra ku li sînor nobetê bigirin nivîskar Asli Erdogan ku ji ANF’ê re axivî û got: “Bi giştÎ nivîskar bi nivîs û gotinên xwe hene.Di hawireke wisa ku hemû gotin bi şer tên çewistandin de me xwest em jî di alî fizîkî de bêjin em hene û ji ber vê emê li sînor bin. Dema cîranê min bê kuştin û ez vê ji nedîtîve bêm, ez dibim hevkarê vê cînayetê.
Ali Erdogan bi ser navê ‘SOS KOBANÊ’ 10 roj berê bang li nivîskarên Ewropa û Tirkiyeyê kir ku li sînor nobetê bigirin. Nivîskarkên ji bo korîdor bo Kobanê vebibe îmze berhevkirin niha jî dê li sînor nobetê bigirin.Erdogan diyar kir ku DAIŞ’ê ne tenê Kobanê em hemû dagir kirine û wiha pê d eçû: “Dereng be jî nivîskaran biryarek ewisa girtiye. Ev gelek girÎnge. Heta em ligel hev nesekinin em nekarin vê xelekê bişîkinin. Bi sedan kes ji bo ku bi Kobaniyan re bên cem hev hatin sînorê Murşîtpinarê û têl derbaskirin. Vê gelek bandor li ser min kir.
Li ser vê min jî banga nobetê li nivîskaran kir. Zêdetir ji nivîskarên Ewropayê piştgirî hat. Gelek nivîskarên PEN a Fransa û Îngîlîstanê û parlamenterê Îzlandayê Bîrgîtta Jonsdottîr bi min re kete têkiliyê. Mayîna me ya li vir jî sîmgeyî ye. Bi giştî nivîskar bi gotin û nivîsên xwe hene. Ev gotin hemû bi şer tên çewisandin.
JIYAN YA KU TE BI WATE DIKE YE
Erdogan da zanîn ku ev hewldan gelek dereng maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nivîskar mixabin gelek dereng man. Em di nava xwe de rêxistin nebûn. Lê ji ber ku dereng bûye, tu tişt naguhree. Vekirina korîdorê ya fîîlî, rastiya şer naguherîne. Ji bo ku bariyerên di navbera Kurd û Tirkan de bên rakirin divê îro em bikevin nava tvgerê. Tu nekarî jiyanê bi wate bikî, jiyan te bi wate dike.”
DEMA MIROV MIJARA GOTINÊ BE SÎNOR NAYÊN NASKIRIN!
Erdogan bi lêv kir ku roja şemiyê nivîkar Murathan Mugan, Sema Kaygusuz, Hatîce Meryem, Gaye Boralioglu, Ayşegul Tozenen, Vivet Kanetti, Seray Şahiner, Menekşe Toprak, Can Oz, Işil Ozgenturk û Sine Ergun, İlkay Akkaya dê li herêmê bên gel hev.Erdogan destnîşan kir ku sînor, sînorên sextee û got: “sînor ji aliyê dewletan ve hatine avakirin. Dema mirov bibin mijara gotinê ev sînor nayên naskirin.
BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E
Erdogan wiha got: “Yên ku Kobanê wek meseleya xwe nabînin, dixapin. Ev çîrok li pêş hemûya ne. Mînak felaketa Somayê.Ev hikûmet dê rojekê bibe mirina te jî. Piştgiriya hikûmetê ya bo DAIŞ’ê ne veşartiye. Li pişt me mirov tên kuştin. Ev ji nedîtîve dîtin sûce. Bêdengî hevkariya sûce. Ez naxwazim bêdeng bim û bibin hevkarê sûc.”