Nivîskar û ramanwerê îtalyanî Umberto Eco mir
Nivîskar û ramanwerê îtalyanî Umberto Eco ku ev demek bû ji ber nexweşîna kanserê dihat dermankirin di 84 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xweda
Umberto Eco ku bi romanên xwe yên bi navê ”Navê Gulê” û ”Şemlûlika Foucaultê” li seranserê cîhanê nav da di 84 saliya xwe de ji vê jîyanê koç kir.
Umberto Eco di heman demê de pisporê estetîzma Serdema Navîn û şanasiyê (semiyolojî) bû, ev demek bû ji ber nexweşîna kanserê dihat dermankirin. Umberto Eco yek ji kesên herî grîng ên çanda hemdem bû. Eco, şevê din li gor saeta welatê xwe di 22.30 de li mala xwe ji vê jîyanê koç kir.
Eco, yek ji ramanwerên herî grîng ên sedsala 20an tê pejirandin. Li gel gelek xelatên navneteweyî, xwediyê nîşana dewletê ya Îtalya, Fransa û Almanyayê bû. Berhemên Eco ku li gelek zimanan hatibû wergerandin cara dawî pirtûka wî ya bi navê ”Hejmara Sifir” hate weşandin.
Umberto Eco di sala 1932 an de li Îtalyayê, li bajarê Alessandrîayê ji dayîk bû. Eco ji sala 1971î û vir ve li Zanîngeha Bolognayê weke profesor kar dikir. Romana wî ya bi navê ”Navê Gulê” bûbû fîlma sînemayê û Sean Connery di rola sereke ya vê fîlmê de lîstibû.
”EZ ROMANÊN XWE DAWIYA HEFTIYAN DINIVÎSIM”
Eco, xebatên xwe yên lîsansa bilind û doktoraya xwe li ser rêbaza Thomasîtiyê û nêrîna estetîk a vê rêbazê kiribû. Li ser dîroknas, fîlozof, pisporê Serdema Navîn James Joyse lêkolînên berfirek kirin.
Di hevpeyvîneke xwe de Eco wiha gotibû: ”Ez felsefevan im; ez romanên xwe bi tenê dawiyên heftiyan dinivîsim”.
Di sala 1962'de li Zanîngeha Torinoyê doçent, di sala 1969'da jî li Zanîngeha Floransayê di beşa ragihandina dîtbarî de bû profesor. Di sala 1971î de derbasî Zanîngeha Bologneyê bû û di sala 1975an de bû berpirsê beşa Îsntîtuya Zanyariyên Dîtbarî û Ragihandiniyê ya heman zanîngehê.
Umberto Eco ku di lîsteya 100 entellektuel de cîh girt, Piştî Roland Barthes, yek ji nûnerê nêrîna ”wateya kitekitan” û ”sosyolojiya kitekitan” bû.
Pirtûka wî ya dawî 'Numero Zero' di adara sala 2015an de hatibû weşandin. Eco di vê romana xwe de, di sala 1945an de kuştina Mussolînî û hezkiriyê wî û di sala 1992an de çîrokên derbarê nivîskarê bi navê Colonna de ku li Mîlanê jîyaye hatine gotin, vegotiye.
Werger: amidakurd.net