1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nivîskarên kurd Azadiya Welat belav kirin
Nivîskarên kurd Azadiya Welat belav kirin,nivîskarên,kurd,azadiya,welat,belav,kirin

Nivîskarên kurd Azadiya Welat belav kirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Endamên Komaleya PEN a Kurd û Komaleya Nivîskarên Kurd, buroya belavkariyê ya Azadiya Welat a Amedê ziyaret kirin û ji bo piştevaniya rojnameyê li semta Ofîsê rojname li xwendevanan belav kirin.

Endamên Komaleya PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd bi boneya serdegirtina buroya Azadiya Welat û binçavkirina xebatkarên wê buroyê belavkariyê ziyaret kirin. Di şandeyê de Hevserokê Komeleya PEN'a Kurd Osman Ozçelîk, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar ku hebûn gelek nivîskaran di nav cih girtin, ji aliyê xebatkarên Azadiya Welat ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de Hevserokê Komeleya PEN'a Kurd Osman Ozçelîk axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Azadiya Welat êrîşa li dijî zimanê kurdî dinirxînin û got ku pêwîst be ew ê wek nivîskarên kurd her roj Azadiya Welat belav bikin. Ozçelîk bang li gelê kurd kir ku li Azadiya Welat xwedî derbikevin û got ku dê Azadiya Welat li erdê nemîne.

Şandeya nivîskaran piştî serdanê, rojnameya Azadiya Welat ji buroyê hildan û li semta Ofîsê kolan bi kolan li xwendevanan rojname belav kirin. Belavkirina rojnameyê ya nivîskaran ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyê hat. Nivîskaran bi sedan rojname belav kirin.

(mhy/bg)