1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nivîskarên kurd ev heft saet in li sînor in
Nivîskarên kurd ev heft saet in li sînor in,nivîskarên,kurd,ev,heft,saet,in,li,sînor,in

Nivîskarên kurd ev heft saet in li sînor in

A+ A-

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ku ji bo derbasî Rojava bibin çûbûne ber deriyê sînor ê Şenyurdê, li ber derî têne rawestandin.

Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi armanca destekkirina gelê Rojava ji Amedê bi rê ketibûn, li navçeya Qoserê, li ber deriyê sînorê Şenyurdê ev heft saet in li benda destûra Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ne.

Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz da zanîn ku, ji bo destûr bê dayîn, parlamenterên BDPê bi wezaretê re di nav têkiliyê de ne, lê hîn jî wezaretê tu talîmat ji waliyê Mêrdînê re neşandiye. Yilmaz diyar kir ku ger destûr neyê dayîn, dê heya sibehê li ber derîrawestana xwe bidomînin.

ANF Wergera ji tirkî: Amîda Kurd