Nobedariya dayîkên atşiyê berdewam dike
Nobedariya Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê di konê li Colemêrgê de berdewam dike
A+
A-
COLEMÊRG (DÎHA) –Nobedariya Dayîkên Aştiyê yên Wan û Geverê di konê li Colemêrgê de berdewam dike.
Nobedariya konê li Colemêrgê ji aliyê DOKH'ê ve li taxa Sumbul hat vekirin duh ji aliyê Dayîkên Aştiyê yên Gever û Wanê ve dewr hatibû girtin. Di kon de pankratên "Ji rêhevalên meşa azadiyê dan destpêkirin re silav", “Konê nobedariya jinan a di pêvajoya înşaya jiyana azad û rizgariya demokratîk" û “Azadiya jinê tekoşina Sakineyan ne” hate daliqandin. Di kon de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin û alên PKK'ê hatin daliqandin. Ligel baran dibarî dayîkan li ber kon agir hilkirin û govend girtin. Di kon de heta derengî şevê têkildarî pêvajoyê de nîqaş tên meşandin.
Bêjeyên Miftehî nobedariya,dayîkên,atşiyê,berdewam,dike