1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nobeta berxwedana sînor didome
Nobeta berxwedana sînor didome,nobeta,berxwedana,sînor,didome

Nobeta berxwedana sînor didome

A+ A-

RIHA ANF Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê çalakiyên nobetê yên li xeta sînor tevahiya şevê berdewam kirin. Li Kobanê ku cih bi cih şer û pevçûn dijwar bûn, girse ketin gundên sînor û piştgirî dan YPG û YPJ’ê.

Duh li Kobanê piştî dijwarbûna şer pevçûnan gel têlên sînor rakir û derbasî Rojava bûn. Girse di saetên êvarê de vegeriyan û çalakiya xwe domandin.

Li Rojavayê Pirsûsê li gundê Boydê girseya Sêrt, Wan û Erziromê nobet digirtin, piştî ku bihistin çeteyan li dijî gundê Sîftek a girêdayî Kobanê ye êrîş pêk aniye derbasî gundê Siwêdê bûn. Bi êrîşa çeteyan re gel li mewziyên leşkeran bi cih bûn û bi çepik û tililiyan piştigrî dan şervanên YPG û YPJ’ê.

ÇETEYAN ÊRÎŞÎ GIRSEYA SIWÊDÊ KIR

Çeteyê ku li wir darbeyên giran ji YPG’ê girtin vê carê berê xwe dan gelê ku li gundê Siwêdê bûn. Sê caran gule barandin.

Li gel ku bi dehan guleyên çeteyan li girê ku wesayîtên leşkeran lê bû ketin jî leşkeran tu bersiv neda.

Di saetên êvarê de li girê Zorava di navbera çeteyên YPG û DAIŞ’ê de şer û pevçûn dijwar bûn û girseyê tevahiya şevê mewziyên vala bibûn terk nekirin.

Li gundê Dewşen, Bedhê, Kop û Êlîzêrê jî nobetan berdewam kir.


Bêjeyên Miftehî