1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Nobeta mirovahiyê' ya ji bo Soma dest pê kir
'Nobeta mirovahiyê' ya ji bo Soma dest pê kir,nobeta,mirovahiyê,ya,ji,bo,soma,dest,pê,kir

'Nobeta mirovahiyê' ya ji bo Soma dest pê kir

A+ A-

14 Gulan

ENQERE (DÎHA) - Piştî komkujiya li Somayê welatiyên li Parqa Guven a Enqere hatin cem hev bi boyaxê reş û toza komurê riyê xwe reş kirin û ji bo madenvanan dest bi "nobeta mirovahiyê" kirin.

Li Parqa Guven a Enqere piştî çalakiyên rûniştinê yên ji bo Parqa Gezî û Berkîn Elvan vê carê ji bo komkujiya li Somayê nobeta mirovayê lê hate destpêkirin. Bi dehan welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin malbatên Somayê û balê bikşînin ser komkujiyê hatin cem hev û ji bo madevanan sembol bikin rûyên xwe bi toza komurê reş kirin. Çalakvanên li parqê kombûn li ser potê sipî slogana "Emrek ji bo mistek komurê pêktê" nivîsandin. Li ser potê sipî qurnefîl, nan û kaskê madenvaniyê danîn ser. Her diçe hejmara çalakvanan zêde dibe.

(bd)