Nujîn Dêrik serbest tê berdan
Fermandara YPG’ê Nujîn Dêrik serbest tê berdan
Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad diyar kir ku Fermandara YPG’ê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) nehatiye kuştin, îro di navbera aliyan de hevdîtinek pêk hat. Di encama hevdîtinê de biryar hat girtin ku kesên dîl hatine girtin, îro serbest bêne berdan.
Piştî şer û pevçûnên li Helebê û derdora Efrînê di navbera komên çekdar û yekîneyên sivîl de, bi navbeynkariya hinek derdoran hevdîtina destpê kir. Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad diyar kir ku Fermandara YPG’ê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) nehatiye kuştin, îro hevdîtinek din hate pêkanîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hevdîtin di navbera hinek komên îslamî, Artêşa Azad, PYD û hinek kesên nêzî YPG’ê de pêk hat.
Di hevdîtinê de biryarên hatine girtin, bi belavokek nivîskî ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Li gorî belavokê, divê şerê di navbera herdu aliyan de bê sekinandin û herdu alî durî cihê şer lê çêbuye bisekinin. Li gorî belavokê biryarên din ên hatine girtin wiha ne:
“* Bila êdî xwîna miletê Sûriye neyê rijandin û hemû kom berê xwe bidin dijminên serekê yên gelên Sûriye, yanî berê xwe bidin rejîm û çeteyên wê.
* Herdu aliyên dê ji Çiyayê Birsaya yê li gundê Qestel Cendo dûr bisekinin. Li şûna wan dê ji bajaroka Enadanê ya Helebê hinek komên çavdêr ên girêdayî tugayên leşkerî yên Artêşa Azad ku tu eleqeya wan bi şer re nîn e li vir bêne bicîhkirin.
*Divê kesên hatine girtin zû bêne berdan. Di vê çarçoveyê dê îro hem kesên dil hatine girtin, hem jî tiştên hatine desteserkirin bêne teslîmkirin.
*Alên Îstiklalê (ya Sûriyeyê) û alên herdu aliyan dê li cihê di navbera herdu koman de, yanî li cihê ku kom digihîjin hev bêne daliqandin.
*Ger ku herdu aliyan ev peyman bin pê kir, dê aliyek 3’yemîn vê yekê lêkolîn bike û hesabê bipirse.
ÇI ÇÊBIBÛ?
Di 25’ê cotmehê de li bajarê Helebê yê Suriyeyê komek çete ya bi navê Selahaddîn Eyuyî, xwest ku bikeve Taxa Eşrefiye ya ku piranî kurd lê dijîn, lê ji aliyê yekîneyên parastina sivîl hatin astengkirin. Koma çeta di 26’ê cotmehê de careke din ketin Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê şêniyên taxê heyetek ava kirin û xwesti ku bi komê re hevdîtinê pêk bînin, lê koma çete diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye bin destê xwe. Li ser vê yekê bi sedan welatî li hev civiyabûn û ber bi komê ve dest bi meşê kiribûn. Lê koma çete gel gule baran kiribû û di encamê de 13 kes hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê YPG’ê bersiv dabû û 19 endamê koma çete hatin kuştin. Piştî pevçûnê koma çete cenazeyê xwe xwestin. Piştî vê daxwazê fermandara YPG’ê Nujîn Dêrik cenazeyê komê birin, lê komê bi awayekî dij exlaqî Dêrik dîl girtibû.
ANF NEWS AGENCY