Nuray Mert jî ji kar avêtin!..
Hikûmeta Mîlliyetê Mert ji kar derxist
Êrîşa çapemeniya tirk a li hemberî pênûsên mûxalîf berdewam dike. Rojnavemana AKP rexne kirî ji kar hat derxistin.
Piştî Rojnamevan Can Dundar, Banu Guven, Ece Temelkuran, Mehmet Altan niha jî Nuray Merta ku di nav çapemeniya tirk de wekî dengê mûxalîf dihat nasîn û AKP rexne dikir ji kar hat derxstin. Rêveberiya Rojnameya Mîlliyetê ji bo rojnamevan Nuray Mert biryara 'destûra bêdem' girt. Dema bidawîbûna destûra Mertê nehat diyarkirin.
Mert herî dawî bi nivîsa sernivîsa; "Ez ê demekê bi destûr bim" xatir ji xwendevanên xwe xwest. Mert ji ber hevdîtinên telefonê yên bi Prof Dr. Buşra Ersanliya ku di çarçoveya 'operasyonên KCK'ê de hatibû girtin, wekî hedef hatibû nîşandan. Dîsa Mert ji ber polîtîkayên AKP û Serokwezîr Erdogan rexne kiribû rastî heqaretan hatibû. DÎHA
(ak)