NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Kar û Barê Penabaran a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hejmara kesên koçber bûne di sala 2014’an de nêzî 60 mîlyon kese û destnîşan kir ku Sûriyê di rêza yekem a welatên welatiyên wê koçber bûne û got: ˮ7 mîlyon û 600 hezar Sûrî ji ber şer koçber bûne.ˮ
.Rêxistina Kar û Barê Penaberan a Neteweyên Yekbîbû îro li ser malpera xwe ya fermî raporek weşand di raporê de diyar kir ku hejmara kesên bi zorê ji welatê xwe koçber bûne di sala 2014’an de nêzî 59 mîlyon 500 hezar kesî derbas kiriye. Di raporê de hate destnîşankirin ku ev hejmar a herî zêdeye. Di raporê de hate gotin ku sala 2013’am de hejmara penaberan 51,2 mîoyon kes bû û sala beriya wê jî hejmar 37, 5 milyon kes bû.
Piştî şerê Sûriyê koçberî zêde bûye
Di raporê de hate diyarkirin ku pêla koçberiyê piştî sala 2011’an û bi destpêka şerê li Sûriyê hejmara koçberiyê zêdebûye û di sala 2013’an gelekî zêdebûye û derketiye asta herî jor û ev aghî hatin dayîn: ‘Di sala 2014’an Sûriyê bûye çavkaniya herî zêde ya koçberiyê, Di asta cîhanê de rojane bi qasî 42 hezar û 500 kes mafê îtîcayê dixwazin. Bi vê yekiê hejmara koçberan di 4 salên dawî de 4 qatan zêdebûye. Di asta cîhanê de her ji 122 kesan kesek koçber bûye.ˮ
Di raporê de nerîna Serokê Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî Antonio Guterres diyar kir di cîhanê de guhertinên mezin çêbûye û got ku ji ber şer û pevçûnên têne jiyankirin welatî neçarî koçberiyê têne kirin û ev yek ji ber ku bê çariya civaka navnetewî û pêkanîna armaî û rawestandina şer û pevçûnan pêk hatiye.
Di raporê de hate gotin ku koçberiya 5 salên dawî ji ber şerê li 15 welatan ku 8 welatên Efrîkayê û 3 rojhilata Navîn ku Sûriyê, Îraq û Yemen û li Ewropa Ûkranya û li asaya jî sê welat hene.
Sûriyê di rêza yekem de ye
Di raporê de hate destnîşankirin ku li Sûriyê 7 mîlyon û 600 hezar kes ji Sûriyê di hundir de koçber di hundirê Sûriyê de koçber bûne û ji derve jî 3 milyon û 880 hezar koçer li gorî rapora dawiya sala 2014’an de û piştî wê Efganistan di rêza duyemîn de bi 2 mîlyon û 590 hezar koçber, Somal di rêza sêyemîn de bi 1 mîlyonek û 100 hezar kes. Bi vêyekê Sûriyê ket şûna Efganistan ku di rêza yekem debû.
Nîvê koçberan zarok in
Di raporê de hate gotin ku nîvî hejmara koçberan zarok in û bi vê yekê xetreyeke minzin heye, derbarê mijarê de Serokê Rêxistina Kar û Barê Koçberan a NY’ê Antonio Guterres ji berê vê yekê sîstema Cîhanî ya parstina qurbaniyên şer tengav bûye û ev tişt anî ziman: ˮDi dema ku koçberiya bi koman zêdebûye. Pêdiviya me bi alîkariyên mirovî û bersivdayînekê heye. Pêwîste cîhan berprisyariyên xwe yên peydakirina derfetên parstina kesan ji ber şer û pevçûnan zêde bike.ˮ
(dc)