NY: Dê navê kujerên gelê Sûriyê bê eşkerkirin
ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji bo parastina ew amade ne lêpirsînerên taybet ji bo şopandina şerê li Sûriyê û diyarkirina sûcdarên şerê li vî welatî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî dîplomasî hate wergirtin, Komîteya Lêpirsîna Serbixwe ku yê Berazîlî Paulo Pinheiro rêveberiya wê dike bi armanca parastina sivîlan li Sûriyê û kêmkirina binpêkirinên mafê mirovan Lêpirsîner erdar kirine. Heman çavkanî da zanîn ku di civîna Meclîsa Mafê Mirovan a Navnetewî ku dê di 17’ê Adarê de bê lidarxistin dê navê sedan kesên destê wam di kuştina sivîlan di Sûriyê de bê eşkerekirin.
Hêjaye gotinê ku di rapora Komîteya Lêpirsînê ya Navnetewî ku roja Înê li bajarê Siwîsre Cinêv hate weşandin, hate gotin ku eşkerekirina navê lîstea sûcdarên şerê li Sûriyê dê di rojên pêş de pêk were. Her wiha hate destnîşankirin ku eşkerekirina navan dê bandorê li parastina sivîlên di nava metirsînê de ne bike.
Li aliyê din hate destnîşankirin ku lêpirsîneran 5 lîsteyên cûda ku navên fermandarên leşkerî, endamên hêzên ewlekariyê, rêveberên girtîgehan, rêveberiyên komên çekdar û emîrên komên radîkal, hene. Di heman demê de lêpirsîneran welatên ku piştgiriya aliyên şerê Sûriyê dikin jî guneh bar kirine.
(dc)