NÇM dê mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' lidar bixe
STENBOL (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), li ser daxwaza gel dê di navbera 10 û 17'ê gulanê de mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' li Stenbolê li dar bixe.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), li Stenbolê dê di navbera 10 û 17'ê Gulanê de mihrîcana 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' li dar bixe. Dê gelek hunermend û rewşenbir beşdarî mihrîcanê bibin. Bername dê hefteyekê berdewam bike. Di bernameyê de pêşangehên wêneyan, belgefîlm, konser, dans performans, şano, diwana dengbêjan, destan, şanoya muzîkê, semah, panel, konserta helbestan, bernamaya zarokan, meşa cejna ziman, govend û heta dansê cih digirin. Dê di 10'ê Gulanê de vekirin û galaya festîvalê bi bilûra Egidê Cimo, mey û dûdûka Ertan Tekîn pêk bê. Di 11'ê Gulanê de tene hunerên jinan û di 16 mehê de jî ji bo zarokan bernameyê pêk bînin. Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Yurek û muzîsyena NÇM'ê Nurcan Degîrmencî têkildarî mihrîcanê nerînên xwe bi DÎHA're parve kirin.
Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Yurek diyar kir ku 6 mehin ji bo vê mihrîcanê dixebitin û got: "Me gotubû em ê di serê Kanûnê de vê festîvalê çebikin. Lê ji bo êrîşên DAIŞ'ê yê li Kobanê me dîroka festîvalê da paş." Yurek, destnîşan kir ku ji ber meha gulanê meha şêhîdan e, mihrîcan anîn vê mehê û wiha axivî: "Di nava vê dîrokê de şehadet û bîranîniya şehîd Mîzgîn heye. Ji bo me girînge. Mehê biharê ji bo gelê kurd û çanda kurdan jî pir girînge. Me li ser vê wateyê dîroka mihrîcanê anî vê mehê."
'Ji ber herî zêde kurdên koçber lê dijîn cihê wê Stenbol e'
Yurek, li ser pêdiviya vê mihrîcanê jî rawestiya û wiha got: "Çewsandina û qedexeya li ser çand û zimanê kurdan tê zanîn. Em wek NÇM'ê li dijî vê 25 salin tedikoşîn. Li Kurdîstanê û li cihê ku gelê kurd lê dijîn pewistiyek wisa bi mihrîcanê heye. Ji ber ku herî zêde kurdên koçber li vir dijîn û herî zêde li vir qirkirina çandê pêş dikeve, me Stenbol wekî cihê mihrîcanê hilbijart. NÇM li dijî qirkirina li ser çandê ava bûye.
'Hunermend bandora xwe li ser dîrokê dikin'
Yurek, bibîrxist ku bandora hunermendan li ser dîrokê heye û NÇM ji bo peyvira dîrokî xebatên xwe didomîne. Yuker, li ser rola hunermendan wiha axivî: "Her demê hunermendan bandora xwe li ser dîrokê kiriye. Niha jî rol û erka hunermendan a guhertina dîrokê girîng e. Em wek hunermend û xebatkarên NÇM'ê ji bo vê peyvira dîrokî pêk bînin amadekariya vê mihrîcanê kir. Ev vê xebatê girîng dibînin."
'Daxwaza gel hebû'
Yurek, bilêv kir ku heta niha xebateke wiha mezin li Stenbolê pêk nehatiye û cara yekeme mihrîcanek bi vî rengî li Stenbolê pêk tînin. Yurek, bibîrxist ku daxwazên gel hebûn ku mihrîcanê pêk bîne û li ser vê yekê wan pewistî bi vê mihrîcanê dît. Em dê di vê mihrîcanê de bi çand û hunerên kurdî derkevin peşberî gel û wiha berdwam kir: "Ji bo mihrîcan bigihijê armancê çi ji destê me bê em dê bikin. Em dixwazin salên pêş jî mihrîcanên xurt pêk bînin. 'Fîlmê Bakur dê caya yekem derkeve pêşberî gel'
Muzisyena NÇM'ê Nurcan Degîrmencî jî anî ziman ku dê fîlmê Bakur di 12'ê Gulanê de derbixin pêşberî temeşavanan wiha got: "Sansûra li ser fîlma qed nayê qebûlkirin. Belgefîlmê Bakur rastî sansurê hat. Cara yekem em dê di festîvalê de bidin pêşandan. Em dibînin ku eleqayeke mezin ji bo fîlmê Bakur heye."
Bernameya festîvalê bernameyeke berfirehe
Bernameya NÇM'ê wiha ye: "10'ê Gulanê pêşangeha wêneyê, belgefilmê Welatê me Kurdîstane, Konsera vebûyinê û gala. 11'ê Gulanê konser û dans performans. 12'ê Gulanê konser, şano, dîwana dengbêjan, belgefilmê Bakur û konser. 13'ê Gulanê Vegota destanê, diwana dengbêjan, şano, şanoya muzikê, şano û semah. 14'ê Gulanê panel, konser û şano. 15'ê Gulanê şano, diwana dengbêjan û muzik. 16'ê Gulanê konsera helbestan û gotûbêj, bernameya zarokan, koroya zarokan, Meşa cejna ziman, şênayiya zarokan, govend, dans û muzîk. 17'ê Gulanê jî konsera dawî."
Ji bo agahiyê bernameyê yên berfireh Https://www.facebook.com/events/842451285791195/ (Rojên Çand û Hunerê yên kurdî) dikarin mezebikin.
(sde/mae)