Nêzî 3 hezar malbatên koçber ên Helebê li Şêxmeqsûd in
NÛRHAN HESEN
HELEB – 2 hezar 707 malbatên ji hemû taxên Helebê ji ber şer pevçûnên desthiladariyê ku di navbera komên cûda cûda û hêzên rêjîmê de pêk tên, malên xwe berdan û berê xwe dan taxa Şêxmeqsûd a Helebê.
Ji ber siyasetên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û berxwedanbê hemapa ya şervanên YPG/ YPJ’ê û hêzên Asayîşê taxa di nava bajarê Helebê ku hemû derên wê şer û pevçûn parastina aramiya xwe kir. ji payîsza sala 2013’an û vir ve 2 hezar 707 malabatên Helebê ku ji hemû taxên Helebê ji ber şer û pevçûnan berê xwe dan taxa Şêxmeqsûd û li wir jiyan dikin. Piraniya koçberan ji taxên Eşrefiyê, Bustan Paşa, Biêdîn Meskin Henao, Saxûr û her wekî din hatine taxê.
Ji wê demê ve Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd bê navber di nava xebatên alîkariyê de ye. Meclîsa Gel komîtek taybet a Koçberan ava kir û pêşwaziya hemû koçberên hatin taxê kir û cihên ku dê lê bêna bi cih dikirin diyar kirin. Her wiha dikanên ku dê pêdiviyên xwe jê bistîntînin û cihê derman û hemû pêdiviyên jiyanî ji koçberan peyda kirin.
Di vê çarçoveyê de jina koçber a bi navê Necah Silêman a ji taxa Mesakin Henanû koçî Şêxmeqsûd kiriye got ku rewşa Şêxmeqsûd ji derdor bihîstin û naskirin ku li herêmê aramî heye û li ser wî asasî berê dan taxa Şêxmeqsûd.Necah Silêman destenîşan kir ku dema hatin taxê hêzên Asayîşê malek ji wan re diyar kir û wiha dom kir: ˮNiha tu pirsgirêkên me nine. Saziyên heyî hemû pdiviyên me peyda dikin. Zarokeke min nexweş heye. Saziyên taxê alîkariya me dikin em derman ji wê re peyda bikin.ˮ
Cihê têde bixebitin ji wan re peyda kirin
Koçberê bi navê Elai Yûsif ê ji taxa Saxûr a Helebê hatiye Şêxmeqsû da zanîn ku ew demanfiroşe û got: ˮDema ez û malbata xwe gihiştim taxa Şêxmeqsûd, komîteya Koçberan cihê kar ji min peyda kirin. Ez neha dermandifiroşim. Bi vê yekê cihê karê min jî hate peydakirin.ˮ
Derabrê gotegotin li vir û wir derbarê taxê de têne gotin Yûsif wiha got: ˮHemû axaftin û gotinên li ser hin saziyên çapemeniyê têne gotin ji rastiyê dûre. Şêxmeqsûd arame, di taxê de mîna jiyana hevbeş a di navbera kurd, turkman, ereb, asûrî û her wekî din bi biratî bi hevre jiyan dikin. Li vir mînaka biratiya gelan û jiyana hevbeş heye.ˮ
Ji hemû taxên Şêxmeqsûd tenê li Helebê hemû sazî vekirîne
Di hemû taxên Helebê saziyên xizmeta gel kar û xebatên xwe rawestandine û di serî de dibistan, xete û saziyên sivîl xebatên xwe dane rawestandin an jî pir kêm pêk tînin. Lê li Taxa Şêxmeqsûd mezintirîn taxên Helebê hemû sazî di xemeta gel de kar û xebatên xwe didomînin. Di bistanên taxê vekirîne û hemû xwendekar diçin dibistanan. Hemû saziyên tenduristiyê dixebatin û xizmeta welatiyan dikin, saziyên ewlekarî û her wekî din jî kar û xebatên xwe dimeşînin. 6 hezar zarok îsal di dibstanên seretayî de dixwînin. Saziyên Rêveberiya Şêxmeqsûd ku ji Melcîsa Hevbeş û SZK û her wekî din pêk tên xwendevanên zanîngeha bi rêxistin kirin û di dibistanên seretayî de dixebtîn. Bi vê yekê valatiya mamosteyan hate dargirtin.
Derbarê mijarê de koçbera bi navê Emîna Ehmed ya ji taxa Mesakin Henano hatiye Şêxmeqsûd got ku ew nêzî salekê li taxê ye û ev tişt anî ziman: ˮMalbata min li vir hate bi cihkirin, zarokêm min li taxên din ne diçûn dibistanan lê li Şêxmeqsûd hemû zarokên xwendina xwe ji berê baştir dibîbin.ˮ
(dc)
ANHA